HPG’ê 4 gerîlayên ku di sala 2019’an de li herêma Serhedê şehîd bûn bi bîr anî û got, “Hevrêyên me yên hêja tu carî tawîz nedan dijmin. Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên şoreşê yên ku hevrêyên me dewrî me kirine, teqez bi ser bixînin.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“Hêzên me yên gerîla yên li Serhedê, bi çalakiyên xwe yên salên dawî derbên giran li artêşa tirk a dagirker xistin û dijmin tevizandin. Dewleta tirk a mêtinger ji bo vê bandora hêzên me yên gerîla bişikîne û gerîla li herêma Serhedê tasfiye bike dest bi êrîşên giran kir. Di sala 2019’an de jî van êrîşan dewam kir. Hevrêyên me Bager, Mazlûm, Harûn û Agît ku di dema van êrîşan de bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja sekna xwe ya Apoyî ya di nava jiyanê de li qada şer jî nîşan dan û bi tu awayî tawîz nedan dijmin. Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên şoreşê yên ku van hevrêyên me radestî me kirine teqez bi cih bînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Bager Wan
Nav paşnav: Savaş Başdînç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hatûn-Nadîr
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed
Nasnav: Mazlûm Wan
Nav paşnav: Mucahît Çam
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Makbûle-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed
Nasnav: Harûn Welat
Nav paşnav: Nûrûllah Koçlûg
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zeynep-Mehmet Salîh
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed
Nasnav: Agît Arî
Nav paşnav: Ogûz Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Edîbe-Hakki
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed