Roja 12’ê adarê bi pêşengiya Komîsyona Jinan ya Kongreya Neteweyî a Kurdistan û Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê, li Silêmaniyê li ser rewşa jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê, şêwira Jinên Kurd bi dirûşmeya ‘Qirkirina Jinan rawestînin’ hat lidarxistin. Di şêwirê de ji her çar parçên Kurdistanê gelek jinên rewşenbîr, siyasetmedar û çalakvan amadebûn.
Der barê giringiya şêwirê de jinên siyasetmedar ên kurd ku tev li şêwirê bibûn, ji ROJNEWS’ê re axivîn.
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran li ser şêwirê axivî û da zanîn ku şêwir ji bo jinên her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat xebateke giring bû û wiha got: “ Jinên kurd ji bilî ku ji ber hişmendiya mêrsalarî rastî tundiyê tên, di heman demê de ji ber kurdbûn, nasname û zimanê xwe jî nayên qebûlkirin. Netew-dewletî destdirêjiyê wek rêbazeke şer li dijî jinên kurd bikartîne. Li aliyek me bindest dikin, li aliye din jî vî şerî li ser bedena me birêve dibin.”
Ayşe Acar Başaran da zanîn wan di şêwirê de li ser çawaniya têkoşîna dijî vî şerî û vê hişmendiyê giftûgo kirin û wiha domand: “Em di şêwirê de li ser yekitiya neteweyî ya ku ji aliye jinan ve dê çawa bê avakirin, axivîn. Baweriya me bi serkeftinê heye û em dikarin pêngavên mezin bavêjin û jiyaneke azad ava bikin.”
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rohilatê Suriyeyê ya li başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd jî li ser şêwira jinên kurd axivî û ev tişt anî ziman: “Kombûna jinên her çar parçeyên Kurdistanê gelek giring bû. Me li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî ev yek merhale derbas kir. Jinên kurd li gel jinên ji netewên din ên cûda mil dane milê hev têkoşîn kirine. Yekitî, helwest, biryar û armanca jinan li Bakur-Rojhialtê Suriyeyê xwediyê destkeftiyên mezin e.”
Evîn Siwêd di dewamê de diyar kir jinên kurd ên her çar parçên Kurdistanê bi hev re li dijî siyaseta qirkirin, tundî û kuştinê ya li ser jinan tê meşandin têkoşînê bikin û wiha pê de çû: “Têkoşîna ku îro jinên kurd li çar parçên Kurdistanê dike, di çavê dijmin de diçe ji bona wê dixwaze vê têkoşînê ji holê rake. Lê belê jin serî natewînin û biryara azadbûnê armanca sereke ya jinan e.”
Endama Komisyona Jinan a KNK’ê Perwa Elî jî da zanîn yek ji pirsgirêkên jinan ew e ku jin xwe kêm dibînin û baweriyê bi xwe nayînin û wiha anî ziman: “Vê yekê jî jinan parçe kiriye. Îdeolojiyan jî fersendê ji vê parçebûnê dîtine û dûbendiyê xistine nava jinan. Piraniya partî, siyaset û desthilatiyê bi hişmendiya mêrsalarî dixebitin. Dema jinek di nava wan de dixebite ev hişmendiya mêrsalarî xwe dide der. Ev hişmendî jî zor û zahmetiyên derîne pêşiya jinan û li pêşiya yekgirtina jinan dibe asteng.”
Perwa Elî di dewamê de da zanîn divê jin baweriyê bi hêza xwe bînin daku bikarin li her çar parçên Kurdistanê fikrek jin dostane û mirov dostane avakin.
Her wiha Endama Komîteya Navendî ya Rêkxirawa Kurdistanî ya Hizba Kominîsta Îranê Sirwe Nasirî jî destnîşan kir yekgirtina jinan dikare dawî li gelek zilm û zoradariyan bîne.
Sirwe Nasirî diyarkir niha li çar parçeyên Kurdistanê kuştin û şideta li ser jinan heye û wiha pêde çû: “Li Rojhilatê Kurdistanê ev şidet hîn zêdetir e. Desthilat wek siyaseteke şerê taybet li dijî jinan bikartîne. Jin li ser mafên xwe yên rewa tên girtin û zextek mezin li ser tên kirin. Lê tevî vê yekê jî tevlibûn û çalakiyên jinan di asteke gelek baş de ye û jin teslîm nabin.”