Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sinet ji ber nezanîna civakê û mekanîzmayên pêşîlêgirtina qanûnî sûc nayê dîtin

Li Misirê ku yek ji welatên sineta jinan lê zêde ye; rêjeyên fermî asta bi xeter a vê diyardeyê nîşan dide. Gelek kes der barê xetera sinetê de xwedî agahî nînin û her wiha vê rewşê wekî tişteke asayî dibînin.

Di civakê de gelek tawanên ku bi mebest hatine kirin hene, di nav de sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de ku rê li ber hewldanên bêwestan ên civaka sivîl û bi taybetî rêxistinên jinan digire.

Di civîna ku ji aliyê platforma “Evîn Çand e” ve hat lidarxistin de, komek lêkolînên ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Zayenda Civakî ya Tadawon ve hatine kirin, hatin pêşkêşkirin. Yek ji wan li ser şîdeta zayendî û ya din jî der barê sinetkirinê de hatiye amadekirin. Ev hejmar ji bo her kesê şokek hat û bêhişmendî û dûrbûna beşeke mezin ji civakê ji tedbîrên rûbirûbûna van diyardeyan diyar dike û heya radeyek mezin rewşa bêhevsengî û tevliheviya ku civakê  bi qanûnên xwe yên li dijî jinan ferz kiriye eşkere dike.

Lêkolînek li ser şîdeta zayendî

Şêwirmenda tendurustiya derûnî û zayînê ya li Navenda Tadawon ji bo Lêkolînên Zayendî, Dr. Randa Fexr EL-Dîn, anî ziman ku li gorî Lêkolîna Tenduristiya Demografîk a 2015’an, ji sedî 85 jinên zewicî  rastî sinetkirina organên zayendî hatine û nêzî ji sedî 29 ji heman kategoriyê û yên ku berê zewicî bûn rastî tundutujiyê ji aliyê mêrên xwe ve hatin li gorî serjimêriya Misrê di 2017’an de.

Randa Fexr EL-Dîn got jî ku ji sedî 4 ji keçên di navbera 15 û 17 salî de û ji sedî 11 di temenên 15 û 19 salî de niha zewicî ne û teqez kir ku zêdetirî ji sedî 90 ji jinên li Misrê rastî destdirêjiya cinsî li cihên cuda tên.

Her wiha  piştrast kir ku ev rewşa şokê hişt ku ew, bi hevkariya “Evîn Çand e”, li ser lêkolînek li ser tundiya zayendî li Misrê di Tebaxa 2020’an de hatiye kirin bixebitin ku li dora 5534 jinan li cihên cuda li dora 27 parêzgehan kir armanc. Komên beşdar cuda bûn ku ji sedî 52.9 ji wan temenê wan di navbera 18 û 23 salî de ne û ji sedî 11.7 di koma temenî de ji 30 heta 35 salî, û piraniya wan xwenda ne.

Garantîkirina perwerdeya zayendî di materyalan de”

Di lêkolînê de komek pêşniyar hatin kirin ku di serî de pêwîstiya bai cihkirina naverokeke guncaw ji bo perwerdeya zayendî di materyalên xwendinê de hebû. Digel garantîkirina wê ji têgîna tundiyê û encamên wê û cihdayîna rêxistinên civaka sivîl û pêngavên ciwanan ji bo pêkanîna proje û çalakiyên li dijî destdirêjiya zayendî. Di heman demê de lezkirina pejirandina qanûnek yekgirtî ji bo rûbirûbûna tundûtujiyê û avakirina yekîneyên serbixwe di nava navendên polîsan de ji bo wergirtin û lêkolînkirina raporên tundutujiyê.

Amadekirina karkerên di saziyên ku pêwendiya xwe bi pêşwazîkirina mexdûran an kesên ku ji destdirêjiyên cinsî rizgar bûne heye. Yek ji pêşniyariyên lêkolînê ye her wiha xebat ji bo avakirina beşên serbixwe di dadgehên yekem de ji bo dîtina dozên tundiyê, digel berfirehkirina kampanya û pêngavên bi riya medyayên civakî yên curbicur û her wiha berfirehkirina reklam û ragihandinê bi mebesta bilindkirina hişyariyê li ser hebûna zagona destdirêjiya cinsî.

Lêkolîneke baldar

Dr. Randa Fexr EL-Dîn teqez kir ku Navenda Tadawon a Lêkolînên Zayendî lêkolînek baldar ji xwendekarên di koleja bizîşkî de amade kir ji bo ku haya wan ji mijara sinetbûnê hebe û wan dît ku ji ji sedî 80 xwendekarên ku beşdarî lêkolînê bûne, tiştekî li ser rêjeya sinetkirinê li Misrê nizanin û hin ji wan piştrast kirin ku proseya sinetkirinê ewle ye ger bijîşk wê bike. Hejmara wan ji sedî 77,5 e.

Dr. Randa Fexr El-Dîn di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku tenê ji sedî 30 ji beşdarên lêkolînê gotine ku sinetkirin ji bo keçan zirar e û bal kişand ku ev lêkolîn heta radeyeke mezin dilgiran û matmayî ye, ev asta haydariya xwendekarên bizîşkî ye ku dê paşê derbiçin û dibe ku hin ji wan sinetkirina jinan bikin. Ji ber sînorên kêmaqiliya wan ji mijarê re nêzî ji sedî 82 emeliyatên sinetkirinê ji aliyê bijîjkan ve tên kirin.

Dr. Randa Fexr El-Dîn hûrgiliyên lêkolîneke ku bi zimanê Îngilîzî hatibû amadekirin û hîn nehatibû weşandin, nirxand û tê de hat destnîşankirin ku rêjeya sinetkirina jinan li Misrê ji  sedî 86,3 ye.

Di lêkolînê de her wiha hat dîtin ku ji sedî 44,7 beşdar li hev kirine ku sûcê sinetkirinê li zarokên wan bê kirin û nêzî ji sedî 33 piştrast kir ku sinetkirin bandorê li bersiva zayendî ya jinan nake, di heman demê de nêzî ji sedî 31 ji beşdaran dibînin ku bi bandor e û nêzî ji sedî 35.8 tiştekî li ser wê nizanin.

Di lêkolîna vê dawiyê ya ku ji aliyê navenda Tadawon ve hatiye belavkirin û ji bo çapê tê amadekirin de, tê dîtin ku nêzî ji sedî 68 ji beşdaran tiştek li ser zagona sûcdîtina sinetkirinê û tundiya wê ya vê dawiyê nizanin ku dibe ev yek bandorek mezin li ser berdewamiya vê tawanê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar