Di demên dawî de li başûrê Kurdistanê hêrsa gel a li hember desthilat û sîstema heyî gihaye asta herî jor. Li kûçe û kolanan bangên raperînek nû tê kirin û nerazîbûna xurt li hember nebûna xizmet û bihabûna bazarê pir zêde bûye. Her kes nerazî ye. Zengên serhildanên gel lê didin.
Bûyer û pêşketinên demên dawî yên li başûrê Kurdistanê dihêle ku serhildaneke gel a li hember hikûmet û nêzîkatiya li hember gel tê nîşandan, derkeve holê. Her çendî civaka Başûr ji raperîn û serhildaneke xurt a civakî re neamade be jî, lê carna şert û merc wisa dike ku gel arasteyî rewşeke wiha bike.
Niha gelê başûrê Kurdistanê di rewşek wilo de ye. Her diçe rewşa civakî û jiyanî giran dibe û civak zêdetir dengê xwe derdixe.
Heqdestê karker-karmendên paqijiyê demek dirêje nehatiye dayîn. Ji xwe nediyare wê mûçeyên pêşmerge û dîsa karmendên civakê bê dayîn an na, ya tê dayîn jî nîv nîve û têra mehê nake. Bazar bi biha ye, senga nan destpêkê hat kêmkirin û pêşberî hezar dînarê Iraqî ji 8 nan daketiye 6 nan, benzîn dem dem digihêje hezar dînarê iraqî. Rêza benzînê weke rêya tirenê dûr û dirêj e.
Sîstema parastin û jiyana civakî li ber hilweşînê ye. Gel gihaye wê yekê ev sîstem tenê ji bo xwe û partiyên xwe dike, ji bo civakê tiştekê nake. Ji bo wê li benda pêşeng û tevgereke civakî ye.
Her çendî hinek alî xwe weke muxalefet jî nîşan didin, lê hêviya gel a ji partî û aliyên xwe weke muxalefet diyar dikin nîne. Nimûne Goran ji YNK’ê parçe bû û weke muxalefet derket ser dikê û gel bi hêvî kir û dawî bû şirîkê hikûmetê, Nifşê Nû (Newey Nuwê) wek hêzeke ciwanan derket holê, ew jî nekarî vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo wê hêvî û bendewariyên civak, jin, ciwanan ji van aliyan nemaye.
Li vir yek alternatîf heye ew jî Tevgera Azadiyê ku li ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a konfederalîzma demokratîk hat avakirin û ji her demê bêhtir xwedî ezmûneke civakî û dîsa sîstemeke modele ji bo civakê li ser kar e.
Ji bo wê di demek wiha de ku krîzên aborî û civakî serî hildaye, gelo Tevgera Azadî bi proje û bernameyeke xurt dikare pêşengtiyê ji civakê re bike û rêbertiyê ji bo wê bike. Di demekê de ku helwestên gel xurtin, Tevgera Azadî dikare vê pêvajoyê bigire dest û bikare civakê ji vê rewşê derxîne û daxwazê heq û mafê wan bike.
Gelo Tevgera Azadî dikare çiqasî sûdê ji vê yekê bigire û pêşengtiyê ji tevgera gel re bike? Her wiha amade ye ji bo bareke wiha giran ku bikare civakê birêve bibe û bikare civakê ji vê yekê rizgar bike?
Çavê gel û civakê li hêz û tevgerekê ye ku bikare pêşengtî ji bo vê bike. Ji bo vê Tevgera Azadî amade ye? Di vê demê de kî/ê bikare bi rol û erka xwe rabe, wê serketî be û wê bikare civakê bide aliyê xwe. Ji ber ku civak di nava krîzeke aborî, siyasî û nebûnê de asê maye, destê wan li hewa ye ku yek bikare bigire.
Li sînor êrîşên dagirkeriyê hene, li nava bajaran jiyana rojane li ber felçbûnê ye, karker bêkar in, ajokar nikarin benzînê bigirin, karmendên paqijiyê bi mehanin nikarin heqdestê xwe bigirin, kurt û kurmancî, civak teviziye. Ji bo wê pêwîstî bi enerjiyek heye ku civakê zindî bihêle û bikare li ber rewşê li ber xwe bide.
Halê hazir ji derveyî Tevgera Azadî, niha alternatîfek cuda tune. Ji ber ku hemû alî û hîzbên xwe muxalefet nîşan didin, parçeyek ji partiyên mezin veqetiyane û xwedî heman hişmendiyê ne û tenê rengê alên wan cuda ne, hişmendî û raman eynî ye. Ji bo wê, nikare bibe bersiva pêwîstiyên civakê.
Tevgera Azadî dikare bi bernameyek xurt û kadroyên kêrhatî û biryardar dikare vê pêvajoyê bixe destê xwe û civakê ji vê yekê rizgar bike. Rêxistinkirineke civakî ya xurt pêk bîne û civak bi xwe bikare xwe birê ve bibe. Ciwan û jin bikarin siberoj û dahata xwe diyar bikin.
Mijara jin û ciwanan yek ji krîza herî esasî ya başûrê Kurdistanê ye. Taybet divê bername û projeyên xurt hebe ku bikare ciwanan bikişîne aliyê xwe, têkoşîn û berxwedanek bêsekin û azweriyek mezin divê.
Newroz ji bo kurdan rojeke nû û serîrakirinê ye. Ji bo wê eger Tevgera Azadî ji bo vê amade be rojên giran û zehmet li pêşiya wê hene. Divê ji her tiştî re amade be. Newrozê bike roja pêşengayetî û xebateke xurt a serketinê.