Komîteya Navendî ya PKK’ê Danezana Sala 50’î weşand. Di danezanê de hate gotin, “Em bang dikin ku sala 50’î ya Partî û Rêbertî veguherînin sala herî mezin a têkoşîn û serketinê.”
Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyekê Danezana Sala 50’î weşand. Danezan wiha ye:
“Wekî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê em di Newrozeke nû de ne. Newroz dibe cejna me ya yekîtî, berxwedan û azadiyê. Di dîroka mirovahiyê de yek ji cejnên herî kevnar e. Bi derketina Rêbertî û PKK’ê re Newroz xweşiktir, watedartir bûne, hatine li ser cewherên xwe yên esasî. Çawa ku xweza bi biharê re ji kulîk vedike, em jî di her Newrozê de xwe nû û ji nû ve ava dikin; Bi ruh û zanebûna yekîtî, berxwedan û azadiyê tijî dibin.
Em jî wekî gel, tevger, dîsa dostên me Newroza sala 2022’yan bi hest û fikreke wiha dijîn. Li ser vê bingehê sala Newroza nû pêşwazî dikin. Li çar parçeyên Kurdistan û li çar aliyên dinyayê pîrozbahiyên bi coş ên Newrozê çêdibin. Em bawer dikin ku wê ev rewş seranserê salê bidome û hemû roj bibin Newroz, li ser vê esasê wê têkoşîna azadî û demokrasiyê her tim bê pêşxistin.
Li ser vê bingehê, di serî de li Rêber Apo Newroza hemû hevalên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger-demokratîk pîroz dikin, di sala Newroza nû de serkeftinê dixwazin. Têkoşîna azadiya mezin silav dikin ku di bin pêşengtiya Berxwedana Dîrokî ya Îmraliyê de dimeşe û bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo radibe. Di şexsê Şehîdên mezin ên Newrozê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz, hurmet û bi mînetdarî jibîrtînin. Hefteya Qehremantiya Netewî ya Gelê xwe pîroz dikin, di şexsê Qehremanên Netewî yên Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz de hemû şehîdên xwe yên çeleng careke din bibîrtinin. Bang dikin ku gel û dostên me hemû rojên sala nû bikin Newroz!
Wekî tê zanîn, Newroza 2022’yan dibe pênciyemîn sala derketina Rêbertî û avêtina bingehên PKK’ê. Sala Newroza nû, sala pênciyemîn a PKK’ê û Meşa Rêbertiya Apoyî pêktîne. Derketina Rêbertiya Apoyî di Newroza 1973’yan de pêkhat. Koma Apoyî yê bingehê PKK’ê avêt, di pêvajoya Newroza 1973’yan de li mintiqeya Bendava Çûbûk a Enqerê bi civînê hate damezrandin. Bi vî awayî li dijî zext û tarîtiya derbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Adarê 1971’an rastiya ronîker û berxwedêr a Tevgera Azadiya Apoyî derkete ortê.
Niha ev meşa heqîqeta Apoyî dikeve sala xwe ya pênciyemîn. Pir eşkereye ku rastiya Rêber Apo dibe Rêbertiya Newrozê. PKK wekî partiyekê Newrozê zaye û pêşketiye. Gelê kurd 49 sal in di bin pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de bi têkoşîna azadiyê ya tê meşandin xwe gihandiye rastiya gelê Newrozbûyî. Di dîroka Kurdistanê de cara ewil e Rêbertiyeke Azadiyê û tevgereke partiyê kariye wiha bêrawestan bimeşe û pêşketinên dirokî kom bike.
Li ser vê bingehê derketina sala pênciyemîn a Rêbertiya Apoyî û zayîna Tevgera Azadiyê silav dikin. Di nava şertên wiha bê eman de bi têkoşîneke bêrawestan tam pêncî sal in gelê kurd, jin û ciwanên wê ji ber ku rastiya Rêbertî û Partiyekê wiha afirandine wan pîroz dikin. Şehîdên qehreman ên vê meşa azadiya pîroz di şexsê heval Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Mehmet Karasungur, Agît, Berîtan û Zîlan de bi rêz, hurmet û bi mînetdarî bibîrtînin. Li vir careke din soz didin ku armanca wan serbixin û bîranînên wan bidin jiyankirin.
Bêguman herî zêde Rêber Apo ked da vê meşa azadiya pîroz ku nîv esre bênavber didome. Rêber Apo hem vê têkoşînê da destpêkirin û hem jî di her serdemê de barê herî giran rakir û erkên herî giran serxist. Wekî Milîtan, partî û gel me ji pergala qirker a paşmayi derxist û li ser xeta jiyana azad jinûve afirand. Hem vê riya azadiya pîroz jêneger kir û hem jî her tim ronî kir, riya serkeftinê vekir. Ji ber vê çiqas ji Rêber Apo re mînetdar, xwedî rêz û hurmet bibin, çiqas bi dil û can vê rastiyê silav bikin jî kêm e. Yê rast û têrker heqîqeta Rêbertî ji kûr ve fêmkirin û bi serkeftî pêkanîne. Em vê dizanin û diyar dikin ku em ê di her kêliya sala têkoşînê ya pênciyemîn de jî li gorî vê tevbigerin.
Dîsa nîv esre, di vê meşa azadiyê ya pîroz de herî zêde şehîdên me yên qehreman destek dan rastiya Serokatî. Rastiya şehîdan serkeftina têkoşînê jêneger û mîsoger kir. Rastiya ku bi Rêber Apor re me perwerde kir, rêxistin kir, kire yek û meşand, rastiya şehîdên me yên qehreman bûn. Rastiya şehîdan hêza me ya berxwedayîn û xîreta me ya serkeftinê avakir. Ger ew nebûna me nedikari qet tişteke bikira. Wekî gel û tevger em bi rastiya şehîdan li ser piyan man û heya roja îro jî bi vê rastiyê re meşiyan. Ji ber vê yekê bi rastiya Rêbertî re rastiya şehîdan jî rast fêm kirin û bi serkeftî pêkanîn ji bo me esas e. Şehîdên xwe yên qehreman her tim bi rêz û minetdarî bibîrtînin û em ê her tim wan bîrbînin jî. Meşa me ya bibîryar û biserkeftî jî wê di sala pênciyemîn de li ser vê bingehê bibe.
Bêguman hêzên gerîla yên qehreman, bûn hêza me ya berxwedêr pêşeng ku li ser xeta fedaîtiyê şer û jiyan kirin. Li ser bingehê afirandina fedekarî û wêrekiya gerîla jin û ciwanên kurd, hemû gelê kurd ê wêlatparêz meşiyan û vê meşa qehremantiyê ya pêncî salan afirand. Di serî de gelên tirk, Fîlîstînî-ereb, Ermen û Asûr-Siryan hemû gelên bindest, derdorên bindest û mirovahiya demokratîk ji vê meşa azadiyê ya pîroz re tevkarî û destekeke pir bi nirx, mezin dan. Bi vê wesileyê re, herkesê ku ji vê meşa azadiyê ya pîroz re ked dane birêz û hurmet silav dikin.
1-Zayîn Çawa Pêkhat?
Bêguman li Kurdistanê Zayîna Rêbertiya Apoyî wisa ji nîşkêve û bi hêsanî çênebû. Wekî tevgereke azadiyê PKK bihêsanî dernekete ortê, pêşneket. Berevajî her tişt di nava bêderfetî û zehmetiyên mezin de hatin jiyîn. Ji her hêlê ve şert û merc neyînî bûn û her diçû xirabtir dibû. Gelê kurd bi temamî xistibûn nava pêvajoya tinebûneke netewî. Pergala mêtînger û qirker awayekî bêqusûr kar dikir. Bi gotina Rêber Apo ‘yek kurd jî nehiştibûn ku nebibe xiyanetkarê xwe.’ Tam jî di rewşeke wiha de, di nava hemû zorî û neyîniyan de Zayîna Rêbertî pêşket û PKK derkete ortê. Rûxmê ku gelê kurd pir lawaz hatibû hiştin jî vê gelê karî Rêber û Tevgereke Azadiyê biafirîne.
Tê zanîn, wekî sereke, esas civakbûyîn li erdnîgariya Kurdistanê pêşketiye. Gelê kurd yek jî gelê herî qedîm ê dîrokê ye. Şoreşa neolîtîk, şoreşa gund-çandiniyê di bin pêşengtiya jin de herî zêde li vê erdnîgariyê pêşketiye, daneheva van şoreşên dîrokî herî zêde gelê kurd derxistiye ortê. Di meşa dîrokî ya mirovahiyê de ji rêderketina herî kûr; Pergala desthilat û dewlet jî li ser vê danehevê hebûn û serweriya xwe sazkiriye. Ji ber vê jî her tim li dijî erdnîgariya Kurdistanê êrîşên dagirkirinê hatine pêşxistin. kurd jî wekî afrînerê civakbûnê her tim li dijî van êrîşan mecbûr mane berxwe bidin. Di encamê de dîroka Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkerî û şerxwaziyê bûye dîroka berxwedana gel.
Em li vir wisa bi berfirehî qala vê dîrokê nakin. Lê îro ji bo bikarin dost û dijmin rast fêm bikin û bi serkeftî têkoşîna azadiyê bimeşînin lazim e di vê çarçoveyê de bibin xwediyê zanebûna dîrokî û gavên bingehîn ên pêşketina civaka dîrokî bizanin. Di çerxa pêşîn de rûxmê hemû êrîşên dagirker, encamên wan ên giran, talan û şelandinê jî, civakên ku pişt re bi navê kurd şikil girtine lawaz nebûne, ji gelek hêlan ve bi hêz in. Mirov dikare heman tiştî ji hêla serdema ewil ê çerxa navîn ve jî vê bêje. Li Kurdistanê pirsgrêk û neyînî esas di serdema duyemîn a çerxa Navîn de pêşketine. Her çiqas di nava Împeretoriya Osmanî de wekî ‘milêtê sadiqa’ hatibe dîtin û xwediyê hin derfetan jî bibe piştî naverasta sedsala 17’emîn şûnde ev rewş guheriye û neyînî zêdetir bûne.
Li Kurdistanê parçebûna mayînde ya destpêkê di navbera Împeretoriyên Osmanî û Îranî de 1639’an de bi mohrkirina Peymana Qesrî Şîrîn şûnde pêşketiye. Her çiqas di nava împeretoriyê de mîrtiyên kurd pêşkevin jî nekarîne bibin yek, di encamê de ev jî dibin sebeba parçebûn û nokeriyê. Li Kurdistanê ketina herî mezin piştî ku modernîteya kapîtalîst berê xwe da Rojhilata Navîn, destpêka sedsala 19’emîn şûnde pêşketiye. Rêveberiya Osmanî ku li beramberê modernîteya kapîtalîst lawaz ketibû ji bo girtina baç û leşkerên zêdetir berê xwe dide Kurdistanê, bi mîrtiyên Kurdan re dikeve nava pêvçûnan, wekî encama van pêvçûnan Kurdistanê ji nû ve dagir dike. Mirtiyên ku dihatin çewisadin jî di wextê Ebdulhemît de bi polîtîkayên curbecur di nava pergala dewletê de hatine tinekirin.
Di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, dema rêveberiya Cemiyeta Îttîhat û Terakkî tê jiyîn wekî civakên din civaka kurd jî awayekî zêde tê çewisadin. Siyaset û hişmendiya tirk-Îslamperest ku li ser rêveberî hakim bû bi gelên Ermen, Rum û Siryan re pêvajoya qirkirina Kurdan jî daye destpêkirin. Piştî şer şûnde ji hêla Brîtanya û Fransa ve li Rojhilata Navîn bi avakirina pergala netew-dewlet Kurdistanê kirin çar parçe, her parçeyê di bin serweriya pergaleke cuda ya netew-dewlet de par kirin. Bi vî awayî xwestin gelê kurd înkar û tine bikin, pêvajoya qirkirina heyî kûrtir bikin.
Li ser vê bingehê li Kurdistanê di çareka duyemîn û sêyemîn a sedsala 20’emîn de qetlîam çêbûye. Di serî de Tirkiye dewletên Îran, Iraq û Suriye li ser bingehê înkara hebûna kurd vê plana qirkirinê xistine dewrê. Li parçeyên Kurdistanê hemû berxwedanên li dijî van êrîşên qirker pêşketine têkçûne û hatine çewisandin. Herî dawî jî 1975’an de di navbera Îran û Iraqê de li ser bingehê mohrkirina Pêymana Cezayîrê berxwedana PDK jî têkçûye. Bi vî awayî li Kurdistanê girêdayê hêzên serwer ên paşverû derfetê pêşxistina berxwedanên nû nemane. Kurdistanê bi temamî xistibûn bin hegemonyaya mêtînger-qirker û li ser vê bingehê tinekirina gelê kurd hatiye xwestin.
Dema Rêbertiya Apoyî derket, di esas de li ser bingehê tespîta “Kurdistan metîngeh e’ ketiye rê. Lê di demeke kurt de derkete ortê ku pêkanînên li Kurdistanê naşibin pêkanînên mêtîngeriya klasîk ên li deverên din, hate dîtin ku rewşa heyî pir cudatir û girantir e. Ji ber vê li ser têgîna qirkirinê sekiniye, lê hatiye dîtin ku qirkirina li Kurdistanê jî naşibe qirkirinên li deverên din. Bo nimûne gelên Ermen, Siryan, Rum li ser bingehê qetlîam û sirgûnê ji qirkirinê hatine derbaskirin, ancax nasnameya wan a netewî nehatiye redkirin. Lê di qirkirina kurd de xwestine bi riya pêkanînên qetlîama fîzîkî, tehcîr, guhertina demografyayê re nasnameya netewî ya kurd jî înkar bikin, ji bişavtineke giran derbas bikin. Yanê qirkirina çandî, di xwe de tinebûna netewî dihewîne. Ji ber vê li deverekê din pêkanîn, qirkirinekê wiha nîne.
Diyare ku di nava pêkanînên qirkirina giştî de yê herî giran qirkirina çandî ye. Li vir ji mêtîngeriya klasîk wêdetir rewşeke din heye ku ev mêtîngerî li ser bingehê serweriya siyasî û leşkerî di xwe de kedxwarî, talana aborî dihewîne, dîsa ji qirkirina klasîk wêdetir rewşeke din heye ku ev qirkirin di xwe de tehcîr, qetlîama fîzîkî dihewîne. Li vir kedxwarî, şelandin, talan tenê çavkaniyên aborî nîne, nirxên çandî û netewî yên kurd jî têne hedef girtin. Li vir tenê qetlîama fîzîkî û tehcîr nîne, wekî ziman, çand, dîrok, hişmendî hemû nirxên însanî û netewî têne hedefgirtin û tinekirin, li şûna van nirxên netewî, nirxên cuda têne danîn. Yanê wekî nasname û nirx hebûna netewî ya kurd tê tinekirin û li şûna van Tirkbûn tê danîn. Kurdbûn ji pir aliyan ve û bi asîmîlasyoneke giran re tê tinekerin, kurd bi hewildaneke bi plan û bi rêxistinî têne Tirkirin. Ev, yek jî gelê herî qedîm ê dîrokê, nirxên netewa kurd hem bi temamî tine dike, hem jî wisa dike ku kesayeta kurd ji xwebûna xwe bê par bimîne, nekare ji bo xwe pêşerojekê pêşbînî bike, tenê dikare ji bo yekê din bifikire, bixebite û jiyan bike. Binêrin koletiya ku li ser gelê kurd tê fêrzkirin tam jî di vê astê de ye.
Dema Rêbertiya Apoyî derdiket li Kurdistanê rewş wiha bû. Rewşa şênber ku jê re rewşên objektîf dihate gotin ji bo netewbûna kurd bi temamî neyînî û dijber bû. Li Kurdistanê di bin berbelavbûna kapîtalîzma mêtînger-qirker de netewbûna kurd pêşnaveke, netewbûna tirk, ereb, fars pêşdikeve. Li ser vê bingehê hebûna gelê kurd gav bi gav ji dîrokê tê rakirin. Hema bêje ti ferd û nirxê kurd nemaye ku ji vê bandor nebûye. Bi kurtî ji bo hebûn û azadiya kurd her tişt neyînî û dijber e. Rêbertiya Apoyî ku li ser bingehê rastiya vê tespîtê zaye, bi spartina objektîvîteya heyî pêşneketiye, bi nakokî û pêvçûna wê bi gewde bûye û pêşketiye. Ji ber vê yekê xwe naspêre derfet û firsendên ku objektîvîte dide, xwe bi spartina kadro, çalakî, rêxistinbûn û zanebûna gel ava dike, pêşdixe.
Kesayeta Rêber Ebdulah Ocalan, piştî zaroktiyê şûnde li dijî jiyana heyî bi guman e, lêgerînvan e, li pêy tiştên nû ye. Bi çavdêrîkirina pirsgrêkên malbat û civakê dixwaze li gorî xwe çareseriyekê pêş bixe. Vê, li Amara û Nîzîpê li ser bingehê nêzîkatiya olî dikir, li Enqerê dema Lîseya Pîşeyî ya Tapu Kadastroyê dixwend fikrên çep naskiriye û bûye sosyalîst. Li ser vê bingehê li Amedê civakbûna kurd û meylên siyasî yên di nava civakê de ji nêz ve naskiriye, li Stenbolê jî derfetê çavderiya rastiya Tirkiyeyê û tevgera şoreşger-demokratîk ji nêz ve dîtiye.
Piştî nîsana 1972’yan şûnde li Zindana Mamak Enqereyê heft meh mayîn ji bo Rêber Apo rola înzîwayeke rast lîstiye. Li vir lêhûrbûna xwe ya fikrî kûr kir, di zivistana 1972-‘73’yan de dema bi Hakî Karer û Kemal Pîr re li heman malê dima lêhûrbûna xwe daye domandin. Li vir wextê ku xwe gihandiye tesbîta ‘Kurdistan mêtîngeh e’ û dema xwestiye vê bine ziman bi sivikî li ser hişê xwe ve çûye. Cara ewil Hakî Karer û Kemal Pîr vê gotinê bihîstine û tevlê rastiya Rêbertî bûne. Pişt re li ser bingehê vê tesbîtê Civîna Bendava Çûbûkê hatiye kirin, di navê de Hevalê Fuat jî ji pênc ciwanên kurd re bi vekirina vê fikrê Koma Apoyî hatiye avakirin. Hemû pêşketinên li Kurdistanê li ser bingehê zanebûn û xebatekê wiha hatiye pêkanîn.
Baş binêrî, derketina Rêbertî bi temamî wekî zayîneke jinûve ye. Di bingehê vê de xwe perwerdekirin, lêhûrbûna fikrî, şiûreke nû, ji pergala heyî qutbûn û bûyîna kesayeta azad heye. Dema Rêber Apo, xwe gihand vê şiûr, zanebûna azadiyê di esas de ji nîzama modernîteya kapîtalîst a pêncsed salî û ji pergala dewlet û desthilata pênc hezar salî xwe qutkiriye û li ser bingehê azadiya kurd dest bi avakirina pergala jiyaneke azad a nû kiriye. Ji pergala heyî qutbûn ji bo tevlêbûna Tevgera Apoyî esas e. Beriya her tiştî tevlêbûna Rêber Apo û Tevgera Apoyî ji her tiştî pergala heyî qutbûne. Ev jî di cewher de tê wateya şoreşeke kesayetî. Tevgera Apoyî li ser bingehê qirkirina çandî li dijî tinekirina civaka kurd, li ser esasê şoreşa kesayetî pêvajoya azadiya mirovê kurd daye destpêkirin.
Bêguman zayîna ewil, çêbûna nû di nava zehmetiyên mezin de pêkhatiye. Ewqas zehmet bûye ku bêhiş xistiye. Zehmetiya heyî dema pêvajoya pêşketina Koma Apoyî û PKK’ê de berdewam kiriye. Rêber Apo, şêwazê xebatê xwe her tim wêkî ‘ji sifrê girtin û wisa destpêkirin, bi vî awayî pêşketinê destxistin û bi derziyê kolana bîr’ pênasekiriye. Kemal pîr diyarkiriye ku ji bo yek kesê tevlê komê bikin pêwîst bike sê saet, pêwîst bike sêsed saet axivîne.’ Bêguman ji pergala heyî qutbûn van zehmetiyan çêkiriye. Li Tirkiyeyê yên xwediyê feraseta şoven û sosyal-şoven, piraniya xwe li beramberê koma Apoyî ya nû çêdibû xwe di jor de didîtin, bi qureyî nêzîk dibûn, henekê xwe pê dikirin, netewperestên paşverû û reformîst ên kurd jî bi hin şibandinan piranî di bin de li ‘sîxûriyek’ digeriyan, bi vî awayî dixwestin me teşhîr bikin. Bavê Rêber Apo bixwe jî wiha dibêje “min bihîstiye ku tu Kurdayetî dikî, ev kar xeter e, wekî berî çepgirî bikî baştir e.” Zayîna Rêbertiya Apoyî û avabûna komê li dijî van bandorên qirkirina çandî hemû bi têkoşînê û bi têkbirina zehmetiyan pêşketiye.
2-49 Sal Çawa Derbas bû?
Şertên zayînê bi vekirî nîşan didin ku 49 sal in Meşa Rêbertiyê ya dîrokî li beramberê astengî û zehmetiyên mezin çawa bi têkoşînê pêktê, pêşdikeve. Piştî gava destpêkê şûnde mirov dibîne ku siyaset û hişmendiya qirker, mêtîger û faşîst ji bo xeniqandina zayîna nû ya azadîxwaz bi hemû hêza xwe ve ketiye nava êrîşê. Bêguman êrîşên destpêkê li milê bîrdozî ve pêşketine û li ser vê bingehê xwestine bîrdoziya azadîxwaz ku hê nû şikil digire bixeniqînin.
Li beramberê Tevgera Azadiya Apoyî êrîşên bîrdozî li ser du piyan pêşketine. Yek ji van li ser Kurdistanê girêdayê serweriya TC ya qirker-mêtînger êrîşên sosyal-şovenzma tirk e. Ya din jî, girêdayê serweriya eşîrperestî-feodaliteyê pêşketina netewperestiya kurd a paşverû û girêdayê burjûvaziya-biçûk li Kurdistanê pêşketina êrîşa netewperestiya Kurdê reformîst-teslîmbûyî ye ku kapîtalîzma mêtînger-qirker afirandiye. Ev bizavên ku xwe wekî xwediyê Kurdistanê û civaka kurd dibînin, li beramberê bîrdoziya azadiya Apoyî ku nû bi qewde dibû bi her awa rêbazê êrîş birine ser. Li ser vê bingehê têkoşîna bîrdozî carnan ewqas kûr dibû, ber bi şer û pevçûnê ve diçû. Di encamê de Koma Apoyî rast û mafdar derketiye, di asteke jor de bibandor bûye û di meşandina têkoşîna bîrdozî de serkeftî bûye.
Netew-dewleta TC dema dît ku li beramberê koma bîrdozî a Apoyî sosyal-şovenîzm û netewperestiya kurd a paşverû-reformîst binketiye, pişti bahara 1977’an şûnde pêwîst dît êrîşên heyî derxîne asta îstîxbaratê. Li ser vê bingehê li Entab û Enqereyê êrîşan pêşxist, girêdayê van êrîşan her çiqas roja 18’ê Gulanê 1977’an de li Entabê yek jî kadroyê pêşeng ê komê Hakî Karer hatibe qetilkirin jî, di encamê de îmha û tasfiyeya Koma Apoyî serkeftî nebûye. Di vê çarçoveyê de, li Tirkiyeyê MHP’ê wekî hêza faşîst paramîlîter birin ser tevgera ciwanên şoreşger, di heman demê de li dijî Tevgera Azadiya Apoyî ku li Kurdistanê nû pêşdiket, sazî, dezge û kesayetên sîxûr xistin dewrê, êrîşan pêşxistin. Li ser bingehê berxwedanên Hîlwan û Sîwerêkê li dijî sazî, dezge û kesayêtên sîxûr têkoşîneke şoreşgerî hate pêşxistin, li ser vê esasê di asteke jor de dezgeyên heyî yên sîxûrî parçe kir û bi vî awayî karî xwe bigihîne gel, li ser vê bingehê pêşengtiya PKK’ê û berxwedaneke nû ya gelê kurd derketiye ortê.
Tê zanîn ku beramberê vê pêşketinê bersiva pergala mêtînger-qirker, wekî derbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê 1980’yan pêşket. Li ser vê bingehê, xwestin bi destê cuntaya Kenan Evren PKK’ê biperçiqînin, li zindana Amedê bi ferzkirina îtîrafkarî, teslîmgirtinê ji nava PKK’ê xiyaneteke nû pêşbixin, bi vî awayî ruh, şiûr û vîna azadiya Apoyî bişkînin û li ser vê esasê PKK’ê mehkûm bikin. Ev plana mêtînger-qirker, di 1982’yan de bi Berxwedana Mezin a Zindanê, di bin pêşengtiya Rêber Apo de bi amadekariyên xebatên derveyî welat û 1984’an de bi Pêngava Şoreşgerî ya Gerîla hatiye şikandin û vala hatiye derxistin.
Girêdayê vê rewşê Xala 5’emîn a NATO’yê xistine dewreyê, piştî 1985 şûnde li Kurdistanê şerê mêtînger-qirker ê li dijî PKK’ê hate meşandin, yekser ji hêla NATO ve hate rêvebirin. Li ser vê bingehê jî di Tîrmeha 1987’an de bi îlana ‘Rewşa Awarte’, dawî li şerê Îran-Iraqê anîn, li Ewropayê ‘Doza Dusseldorfê’ rêxistinkirin û xwestin ji nû ve xiyanetê pêş bixin, bi vî awayî di pêvajoya 1987-‘88’an de li dijî PKK’ê di asta navnetewî de êrîşeke bi plan hatiye meşandin. Li ser vê bingehê xwestin gerîla biperçiqînin, Rêber Apo bê bandor bikin, PKK’ya ku nekarîn li Amedê bidarizînin, mehkûm bikin, xwestin li Elmanyayê bidarizînin, mehkûm bikin, bi riya nokerî-xiyanetê bandora PKK’ê bikêşin nava pergalê. Vê plana êrîşê jî di serî de Rêber Apo berxwedana gerîla û li Ewropayê berxwedana zindanê xirakir, binxist.
Li dijî PKK’ê plana êrîşa duyemîn a NATO’yê Şerê Başûr ê Cotmeha 1992’yane. Li ser bingehê ‘Operasyona Çekîç Gûç’ Rêveberiya Kurdistana Başûr hate avakirin û Dewleta TC’yê tevlê vê tifaqê bû, Artêşa tirk, bi pêşmergeyên PDK û YNK’ê re bi êrîşeke hevpar vê şerê meşandin. Bi şerekê wiha xwestin pêşiya PKK’ê bigirin ku nekare bikeve Başûrê Kurdistanê, potansiyela wê ya afirandina qadên rizgarkirî tine bikin û PKK’ê li Bakûrê Kurdistanê têxin dorpêçê û tengav bikin. Li ser esasê van armancan hin derbe li PKK’ê hatibin xistin jî, wekî esas hedefa perçiqandina gerîla û tasfiyekirina PKK’ê nehatiye serxistin.
Êrîşa bi plan a dawiyê ku NATO li dijî PKK’ê daye meşandin, êrîşa komploya navnetewî ye, ev êrîş 9’ê Cotmehê 1998’an de hatiye destpêkirin û hê jî didome. Ev êrîş yekser ji hêla Rêveberiya DYA’yê ve hatiye plankirin û kordînekirin, vê êrîşê yekser Rêber Apo kiriye hedef, li gorî pêwîst desteka hemû hêzên dewlet û desthilatan bikaraniye, gelek rêbazên cuda cuda di nava hev de meşandiye, xwestin bi rêbazên veşartî li ser bingehê armancên îmha, darvekirin, di nava pergala Îmraliyê de bi rizandinê Rêber Apo bêbandor û PKK’yê tasfiye bikin. Bi tasfiyeya PKK’ê jî xwestin qirkirina kurd bibin serkeftinê. Li Tirkiyeyê ji hêla hikûmetên Mesut Yilmaz, Bûlent Ecevît û Tayyîp Erdoxan ve û di esas de jî wekî komploya 15’ê Sibatê 1999’an de li beramberê vê pêvajoya êrîşê 24 sal in di bin pêşengtiya Rêber Apo de partiya me, gelê me û dostên me têkoşîneke bê eman a demokrasî û azadiyê meşandine, hedefa komployê di nava yek rojê de îmhakirina Rêber Apo bû, lê ev belavê 24 salan bû, ji ber vê di esas de komplo vala hatiye derxistin.
Bêguman li dijî komploya navnetewî ku dibe berxwedana herî watedar û girîng a dîroka kurd û mirovahiyê; deha, sekna bibîryar, afrîneriya Rêber Apo û guhertina paradîgmayê di vê berxwedanê de roleke diyarker lîstiye. Dîsa bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ berxwedana fedaî ya hate pêşxistin û şehîdên qehreman ên hejmara wan digihe deh hezaran bi vê berxwedana 24 salî li derdorê Rêber Apo xelekek ji agir avakirin û Rêbertî parastin. Tam 24 sal in hêza gerîlayê qehreman, tevgerên me yên jin û ciwanan, ji her derdorê gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger-demokratîk bi meşandina berxwedaneke bêrawestan xwestine komploya navnetewî têk bibin û pergala tecrît û îşkenceya Îmraliyê parçe bikin. Di encamê de ji ber berxwedanên pêşketin nekarîn Xeta Azadiya Apoyî û PKK’ê li Amed û Dûsseldorfê bidarîzinin, mehkûm bikin, piştî vê xwestin vê carê li ser bingehê komploya navnetewî xeta azadiya Apoyî û PKK’ê li Îmraliyê bidarizînin, mehkûm bikin, ancax bi meşandina berxwedana topyekûn û li ser bingehê Teoriya Modernîteya Demokratîk ku Rêber Apo pêşxistiye pergala dewlet û desthilata pênc hezar salî û nîzama modernîteya kapîtalîst a pêncsed salî hate darizandin û mehkûmkirin. Siyaset û hişmendiya qirker, mêtînger, faşîst a serweriya zilam li ser bingehê Berxwedana Îmraliyê hatiye darizandin, mehkûmkirin û bi vî awayî ji sergoya dîrokê re hatiye avêtin.
Tê dîtin ku Tevgera Apoyî di nava zehmetiyên mezin de bi qewde bûye, pêşketina wê ya 49 salî jî di nava têkoşîneke bê eman de û li ser bingehê têkbirina wan zehmetiyên mezin pêşketiye. Her sala wê ji sala berî zêdetir bûye dika têkoşînê û bê emantir tê meşandin, her sal girêdayê encama têkoşîna bi israr û mezin bi derbaskirina astengiyan, têkbirina zehmetiyan Meşa Azadiya Mezin a 49 salî hatiye serxistin. Tevî ku her awa astengî û zehmetiya li hundir û derve di bin pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de têkoşîna azadî û demokrasiyê bi awayekî bêrawestan berdewam kiriye, di 49 salan de ji hêla gelê kurd, jin û mirovahiyê ve nirxên pir mezin hatine pêşxistin, pêşketinên pir girîng derketine pêş.
Di 49 salan de hin pêşketinên bingehîn ên hatine afirandin bi kurtî dikarin wiha bînin ziman: Bêguman beriya her tiştî, di nava rewşa herî zehmet a dîrokê de pêkhatina zayîna Rêbertî bi tena serê xwe pêşketina herî mezin a dîrokê ye û hemû pêşketinên din li ser wê û girêdayê wê pêşketinê pêkhatine. Rêber Apo, piştî derket şûnde di nava sê salan de karî li Enqereyê komeke şoreşger û xeteke azadiyê ya bihêz biafirîne. Koma Apoyî piştî derket şûnde di sala çaremîn û pêncemîn de karî vegere Kurdistanê û bibe Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê. Di sala şeşemîn a zayîna xwe de rojên 26-27’ê Mijdarê 1978’an li Gundê Fîs a Lîceyê bi komkirina kongreya xwe ya damezrîner, bi navê Partiya Karkerên Kurdistan-PKK, xwe kiriye partî. PKK, di nava Berxwedana Dîrokî ya Hîlwanê de hatiye damezrandin û bi Berxwedana Sîwerekê ji gelê kurd û raya giştî re xwe daye nasîn.
Zayîna Rêbertiya Apoyî û Tevger, di sala xwe ya heştemîn de dijmina faşîst-qirker ber bi derbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê ve biriye, li ser bingehê derbeyekê wiha pergalê mecbûr hiştiye ku xwe ji nû ve ava bike û bi vî awayî temenê xwe dirêj bike. Di sala dehemîn de jî, ji aliyekê ve li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê Berxwedana Zindanê ya serkeftî pêşxistiye, ji aliyê din ve li dijî siyonîzmê li Libnanê destekeke girîng daye berxwedana gelê Filîstînê. Di sala xwe ya dozdemîn de bi pêşxistina Pêngava Gerîlayê Şoreşger ê 15’ê Tebaxê, Berxwedana Mezin a Zindanê ber bi çiya û gerîla ve biriye, pergala TC’yê ku girêdayê NATO ye ji bin ve hejandiye. Li ser vê bingehê wekî encam berxwedana mezin a gerîla û têkoşîna îdeolojîk serhildanên gel daye destpêkirin û di sala hevdemîn de Şoreşa Vejîna Netewî derxistiye ortê.
Ji hêla dîroka Kurdistanê û gelê kurd ve Şoreşa Vejîna Netewî ku 1990’an de destpêkiriye bûyereke pir girîng û pêşketineke dîrokî ye. Êdî bi gerîla re berxwedana gel jî xwe dide der. Heya wê wextê qutbûnên şexsî yên ji pergala mêtînger-qirker çêdibûn êdî girseyî dibe û xwe digihîne asta netewî. kurd ji ferzkirina netewbûna tirk xwe qut dikin û pêvajoya netewbûna kurd a demokratîk didin destpêkirin. Di heman demê de, ev pêvajoya ku di bin pêşengtiya jinên kurd de pêşdikeve, dibe destpêka Şoreşa Azadiya Jin jî. Hem pêşketina gerîlatiya jin û hem jî rêxistinbûna xweser a jin esas di vê pêvajoyê de pêşketiye. Li ser vê bingehê bîrdoziya xilasiya jin pêşketiye û pêvajoya partibûna jin a xweser derketiye ortê.
Rêber Apo û PKK beriya Newroza 1993’yan bi îlana agirbesteke yek alî, ji pirsgrêka kurd re pêvajoya çareseriya demokratîk daye destpêkirin. Ancax ji ber sabotekirina çetegeriya hundir û derve hewildana agirbestê wekî ku dihate xwestin encam nedaye, demeke kurt şûnde dûbare şereke berfireh û hişk destpêkiriye. Dema çetegeriya qirker dest danî ser rêveberiya TC’yê û êrîşên îmha tasfiyeyê bi dirûşmeya “An wê xilas bibe, an wê xilas bibe” pêşdixist, berxwedana mezin a gerîla wekî kampanyayekî di navbera 1993-‘98’an de hatiye meşandin. Ev pêvçûn di di dîroka TC û Kurdistanê de bûyera herî mezin a leşkerî ye, ji ber vê rast fêmkirina vê bûyerê girîng e.
Rêber Apo û PKK, di sala bîst û şeşemîn de bi komploya navnetewî re rûbirû maye ku Rêveberiya DYA’yê rêxistinkiriye û daye meşandin. Tam 24 sal in jî li dijî planên îmha û tasfiyeya êrîşên komplogeran berxwedaneke bê eman tê meşandin ku 9’ê Cotmehê 1998’an de destpêkiriye. Di nava berxwedaneke wiha dîrokî de îmhaya li ser Rêber Apo vala derxistiye, pêşiya darvekirinê girtiye, polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê binxistiye, tasfiyegeriya ji hundir ve tê ferzkirin tasfiye kiriye, her awa dek û dolabê xirakiriye. Bi Teoriya Modernîteya Demokratîk û guhertina paradîgmayê pergala komploger darizandiye, mehkûm kiriye û Rêbertiya Apoyî ji sînorên Rêbertiya Netewî ya kurd derxistiye, gihandiye asta cîhanî, gerdûnî kiriye, di serî de jin, bûye rêbertiya hemû bindestan. 19’ê Tîrmehê 2012’an de Şoreşa Azadiya Rojava da destpêkirin, bi vî awayî hem tetbîqa pratîka paradîgmaya nû pêşxistiye û hem jî pratîkekî şoreşgerî yê wisa derxistiye ortê ku ji hemû mirovahiyê re dibe çavkaniya coş û kelecanê.
Di bin pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de heşt sal in li dijî çetegeriya DAİŞ’ê berxwedanek tê meşandin ku hemû mirovahiyê diparêze. Têkoşîna ku di berxwedanên Mexmûr, Şengal û Kobanî de şênber bûye, DAİŞ’ê têkbiriye û tifaqa demokratîk a gelê kurd di serî de ereb bi gelên din re pêşxistiye, roleke dîrokî lîstiye û encamên girîng derxistiye ortê. Ev pêvajoya ku îro jî didome, girîngiya wê ya dîrokî wê li rojên pêş baştir bê fêmkirin. Bi taybetî li Şengalê astengkirina qirkeriya DAİŞ’ê ku li ser civaka Kurdê Êzidî ferz dikir, rûmeta mirovahiyê xilaskiriye.
Di çarçoveya berxwedana li dijî komploya navnetewî de van heft salên dawî jî li dijî ‘plana çalakiya çokdanînê’ berxwedan tê meşandin. Yên hesap dikirin ku wê bi vê êrîşa herî hovane ya dîrokê bikarin bi gelê kurd û bi Rêbertî çok bidin danîn, îro li beramberê Heqîqeta Apoyî bixwe çok didanin. Li beramberê berxwedana gerîlayê qehreman di Sibata 2008’an de şikestina ku Serkantiya TC’yê jiyan kir, di Sibata 2021’an de heman şikestinê Rêveberiya AKP-MHP’ê li Garê jiyan kiriye; li beramberê berxwedanên Metîna, Zap û Avaşînê Rêveberiya AKP-MHP’ê hemû hêz û dermanê xwe xerckir û êdî hatiye ber bi rûxandinê. Di vê 49 salê de nêzî bîst hikûmet çi jiyan kiribin, aqûbeta wan çi be, wê dawiya rêveberiya faşîst AKP-MHP’ê jî ji van cudatir nebe. Belkê jî dawiya faşîzma AKP-MHP’ê wekî dîktatorên faşîst ên li qadên din wê pir girantir bibe.
3- Destkeftiyên 49 Salan
Heya li vir me xwest pêvajoya Zayîna Rêbertî û têkoşîna bê eman a 49 salan bi kurtî bînin ziman. Bi êrîşên mêtînger û qirker re me bi kurtî pêşketinên hatine jiyîn jî anî ziman. Bêguman 49 salên derbasbû pir tişt da mirovê/a kurd, civaka kurd û însaniyetê. Beriya her tiştî pir baş dizanin ku di vê 49 salê de li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê yek jî mijara herî girîng a hatiye nîqaşkirin rastiya Rêber Apo û PKK’ê bûye. Pir eşkereye ku di pêncî salên pêşiya me de jî nîqaşên heyî yên pêşketine, wê zêdetir pêşbikevin û watedartir bibin. Ji ber ku nexweşiyên modernîteya kapîtalîst roj bi roj zêdetir dibin, pergala desthilatperest û dewletperest ji her hêlê ve belavbûn û rûxandinê jiyan dike. Li beramberê vê qasî formûla alternatîf a Rêber Apo ku li Kurdistanê pêşdikeve model û riyeke bibandor û yekbûyî ya çareseriyê nîne. Ev jî hemû lêhûrbûnan dibe ser rastiya Rêber Apo û Şoreşa Azadiya Kurdistanê. Ev lêhûrbûn wê di pêvajoya pêşiya me de zêdetir bibe.
Bêguman di vê 49 salê de tiştên ku rastiya Rêber Apo û PKK’ê bi gelê kurd, bi gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê daye qezenckirin wisa nikarin li vir ji her hêlê ve û bi awayekî berfireh bînin ziman. Lê destkeftiyên afirandiye û pêşketinên herî gîrîng ên di vê 49 salê de derxistiye ortê, li ser van sekinandin jî girîng e. Bêguman li Kurdistanê zayîna Rêbertî bi serê xwe şoreşekê ye, şoreşa mirovê/a azad e, ev jî nîşan dide ku di civaka kurd de pêvajoyeke nû ya şoreşgerî dest pê dike. Ji ber vê yekê li Kurdistanê 49 sal in şoreşek, şoreşa azadiyê tê jiyîn. Em ji vê re dibêjin Şoreşa Azadiya Apoyî. Rêber Apo vê şoreşê wekî ‘Şoreşa Heqîqetê’ pênase kir. Diyarkir ku Şoreşa Heqîqetê jî şoreşa şêwaza jiyan û hişmendiyêkê ye. Wê demê li Kurdistanê 49 sal in guhertina şêwaza jiyan û hişmendiyêkê tê jiyîn. Şêwaza jiyan û hişmendiya kevin, şêwaza jiyan û hişmendiya aîdê noker û hêzên mêtînger-qirker dirûxin, li şûna vê şêwaza jiyan û hişmendiya Apoyî tê avakirin. Lazim e herî destpêkê li ser van mijaran bê seknandin û li ser vê bingehê tişta herî girîng nirxandina pêşketinên nû yên derdikevin ortê ne.
Eşkereye ku di vê çarçoveyê de 49 sal in di mirov û civaka kurd de guhertin û pêşketinên pir girîng hene. Dema di navê de jiyan dikin dibe ku ev zêde neyên dîtin, ancax guhertin û pêşketineke wiha teqez tê jiyîn. Di hişmendî, nêzîkatiya exlaqî, fikir, pîvanên qebûl û redkirinê, bûnyada exlaqî û çandî, wêrekî û fedekariya civak û mirov de guhertinên pir girîng û watedar hatine jiyîn. Dibe ku asta vê li gor xwesteka me nebe, dîsa gelek taybetmendiyên ku em şaş dibînin hê hebin; ancax ev hemû jî nikarin li ser şoreşa heqîqeta mezin a li Kurdistanê tê jiyîn bigire, girîngiya wê kêm bike.
Bêguman dema guhertinên ku Rêber Apo û PKK’ê di civak û mirova kurd de afirandiye çavdêrî dikin, destpêkê lazim e li guhertinên ruhî, hestî, nêzîkatiyên fikrî, têkiliyên civakî, nirxên wê yên esasî binêrin. Ji ber ku li Kurdistanê di asta paradîgmayî de guhertineke şoreşgerî tê jiyîn. Bo nimûne di nava vê 49 salê derbasbû de girêdayê bandorên qirkirina çandî guhertineke pir girîng çêbûye. Însanê kurd ê di asteke jor de ezez, malbatperest, bê hêvî, nezan, ji pêşbiniyê dûr, bê vîn, bê rêxistin, şermok, tirsok a 49 sal beriya niha çûye, li şûna wê Kurdekê ku zêdetir girîngî dide nirxên netewî û civakî, fedekar, wêrek, xwediyê çanda bilind, xwediyê exlaq, îrade, şiûr û rihê azadiyê derxistiye ortê. Civakbûn û netewbûneke kurd ya nû pêşketiye ku xwediyê nêzîkatî û hişmendiyeke azadixwaz û demokratîk e. Pîvanên wê yên welatparêziyê pêşketiye, ast û fereseteke nû ya welatparêziyê derketiye ortê.
Bêguman qada herî diyar û şênber ku mirov dikare çavdêriya guhertina civakî bike, jin e. Ji ber ku di civakêkê de rewşa jin, rastiya wê civakê raber dike. Dema li ser vê esasê li mijarê dinêrin pir baştir dibînin ku jina kurd û ji ber vê yekê civaka kurd bi Rêber Apo û PKK’ê re di asta kesayet û netewî de guhertin û pêşketinekê çawa derxistiye ortê. Di navbera jina kurd a îro û 49 sal beriya niha de qasî çiyayan ferq heye. Jina kurd ku çil û neh sal beriya niha nedikarî ji mala xwe derkeve û tevlê xebatên civakî bibe, îro şoreşeke azadiyê ya herî kûr û watedar a dîrokê jiyan dike. Di asteke jor de bi şiûr û rêxistinî ye. Di asta pêşengtiyê de tevlê jiyana civakî û siyasî dibe. Parastina xwe ya cewherî û rêxistinbûna xwe ya xweser pêşxistiye. Di nêzîkatî û nêrîna jinê ya li ser jinê û ya civakê de guhertinên pir bi kok çêbûne. Berî civak û zilamê kurd digot ‘Cihê jinê mala wê ye’, lê îro me xwe gihandiye rastiya zilam û civakeke ku di bin rêveberî û fermandariya jin de jiyan û şer dike. Zanebûn, rêxistinbûna jinê, baweriya jinê ya bi jinê, wêrekî û fedekariya wê pîvanên civaka nû diyar dikin. Li ser vê bingehê girêdayê pîvanên jin rastiya jiyaneke azad çêdibe û kesayeteke azad a nû û civakeke demokratîk ava dibe. Jina Azad û zilamê azad şikil digire.
Yek jî mijara herî girîng ku di kesayet û civaka kurd de tê dîtin, pêşketina rexne û rexnedayînê ye. Kesayeta req û hişk û şerker çû, li şûna wê girêdayê nirxên civakî, kesayet û civakekê rexnegir û rexnedayîn dide derketiye ortê. Di bin pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de hem hêzeke rexneyê û hem jî çandeke rexnedayînê pêşketiye. Di jiyan û têkoşînê de miroveke nerm û zana ku dikare kêmasî û şaşitiyên jiyan dike bibîne, qebûl bike, bi rexnedayînê hêza guhertina wan nîşan bide derketiye ortê. Rêber Apo dema rabirdû rexne dikir, qala rastiya ‘mirova ku bê teredût ji bo mirîşkekê cîranê xwe dikuşt, ancax ji bo welat û azadiyê qasî serê derziyê tişteke nedikir’ dikir. Niha rastiya miroveke wisa derketiye ortê ku bi cîranê re xwe re dibe yek, pirsgrêkên welat û azadiyê nîqaş dike, dikeve nava rêxistinbûn û çalakiya hevpar. Bi vî awayî exlaqa jiyan û xebata mirovê kurd guhertineke cidî jiyan kiriye. Di keseyat de zanebûna civakî û hestê berpirsyartiyê zêdetir pêşketiye. Lazim e van hemûyan wekî mirova/ê nû, civaka nû pênase bikin.
Bêguman çarenûsa vê guhertinê hemû, rêgez û pîvanên wê yên di civakê de rastiya Rêber Apo diyar dike. Ji ber vê yekê wekî pêşketina herî girîng a 49 salan, lazim e mirov Rastiya Rêbertiya Apoyî bibîne ku ji hêla civaka kurd ve di asteke jor de qebûl dîtiye û îro berbelavê hemû gelan û bindestan bûye. Pir eşkereye ku PKK tevgereke Rêbertî ye; li derdorê Rêber Apo ava bûye, pêşketiye û xwe gihandiye roja me ya îro, hemû rêgez û pîvanên xwe ji Rêbertî girtiye. Ciwantî-rewşenbîriya kurd di şexsê Rêber Apo de rêbereke azadiyê afirand, bi vî awayî pêşketina herî girîng a dîrokê derxistiye ortê. Di vê çarçoveyê de Zayîna Rêbertiya Apoyî jî esas wekî destpêk dibe rêbertiyeke xwediyê xisleta neteweyî. Jixwe ji li vir encamekê din jî dernediket.
Rêber Apo ji bo dagirtina valatiya erkên rêbertiyê, ji bo xwedî derketina rêberên tevgera şoreşger ên Tirkiyeyê; Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya, derketina xwe ya Newroza 1973’yan kiriye. Pişt re çûyîna Kurdistanê çêbûye, PKK’yê pêşxistiye ku wekî rêxistinbûna bîranîna Hakî Karer’ bi nav kiriye. Di destpêka tîrmeha sala 1979’an de dema derkete qada Rojhilata Navîn şûnde jî bi xebatên xwe yên li qada Libnan-Filîstînê li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê PKK’ê kiriye partiyeke gerîla. Di esas de yekemîn Zayîna Rêbertî dibe afirandina zanebûna teorîk û xeta bîrdozî-polîtîk, Duyemîn Zayîna Rêbertî wekî esas xwe spartiye pêşxistina xeta leşkerî û gerîla. Ev herdu pêvajo jî esas di çarçoveya netewî de ne. Lê ji hêla Kurdistan û li ser vê bingehê ji hêla mirovahiyê ve wate û girîngiya van dîrokî ye.
Bêguman Zayîna Rêbertî ya herî kûr dema pêvajoya Îmraliyê bi guhertina paradîgmayê pêşketiye, ev dibe Zayîna Sêyemîn. Eşkereye ku di pêşketinekê wiha fikrî de rolê herî girîng binketina sosyalîzma pêkhatî û êrîşa komploya navnetewî lîstiye. Destpêka 1970’an de li beramberê pirsgrêkên ku gelê kurd jiyan dikir kete nava lêhûrbûneke rexnedayînê, vê carê li beramberê pirsgrêkên hemû mirovahiyê lêhûrbûneke rexnedayînê çêbûye. Ji ber vê yekê encama derketiye holê jî hemû mirovahiyê eleqeder kiriye, çareseriya pirsgrêkên azadî û xilasiya hemû bindestan di xwe de hewandiye, bi vî awayî Sêyemîn Zayîna Rêbertî cîhanî, gerdûnî bûye. Paşverûtiya navnetewî dema bi êrîşa komploger xwest Rêbertiya Azadiya kurd bê bandor bike, vê carê bi rêbertiyekê re rûbirû ma ku riya azadî û xilasiyê nîşanê hemû bindestan dike.
Eşkereye ku têgîna diyarker a Yekemîn Zayîna Rêbertî ‘Mêtîngerî’ û têgîna esasî ya Duyemîn Zayîna Rêbertî jî bûye ‘Gerîla’, têgîna bingehîn a Sêyemîn Zayîna Rêbertî jî bûye ‘Demokratîkbûn’. Pêşketina ku ji hêla teorîk û bernameyî ve bi tesbîta ‘Kurdistan Mêtîngehe’ derkete ortê, bi tesbîta ‘Berxwedana gerîla’ xwe gihand xeta stratejîk û teqtîk. Bi tesbîta ‘Çareseriya Demokratîk’ jî li beramberê komploya navnetewî hem teorî û teqtîka têkoşînê hem jî şêwaza nû ya çareseriya pirsgrêka kurd derxistiye ortê. Di şertên modernîteya kapîtalîst de ji bo çareseriya pirsgrêka kurd, ev şêwaza ku meqbûl tê dîtin, di serî de pirsgrêka jin ji hemû pirsgrêkên civakî re modela çareseriyê pêşxistiye.
Rêber Apo, li ser bingehê tesbîta heyî civakê û pêşketina civaka dîrokî jinûve nirxandiye. Derveyî desthilat û dewletê wekî rêveberiya cewherî ya civakê ‘Rêveberiya demokratîk’ pênasekiriye. Li ser vê bingehê wekî rêveberiya ne dewlet ‘Kofederalîzma demokratîk’ û girêdayê zemîna civakî wekî modela çareseriya pirsgrêkan ‘Xweseriya demokratîk’ pênasekiriye. Sosyalîzma ku li ser esasê cudahiyan rêgezên wekhevî û destek dayînê, rêgeza azadiyê esas digire, nikare bi amûra zext û kedxwariyê; yanê bi dewlet û desthiialat van rêgezan pêk bîne. Ji ber vê ‘Sosyalîzma demokratîk’ pênasekiriye û bi vî awayî di têkoşîna azadî û wekhevî de nakokiya armanc-amûr çereserkiriye, ahenga armanc-amûr derxistiye ortê. Li ser bingehê van hemûyan li beramberê ‘Modernîteya kapîtalîst’ ‘Modernîteya demokratîk’ pênase kiriye, PKK’ê ji xeta desthilat û dewletê derxistiye, girêdayê azadiya jin û ekolojiya civakî veguherandiye partiyeke civakparêz a demokratîk.
Di şertên Îmraliyê de lêpirsîn û lêhûrbûna ku li ser esasê rexnedayîneke kûr pêşketiye, ji aliyekê ve bûye sebep ku PKK pergala desthilat û dewleta heyî derbas bike û li ser vê bingehê li dijî komploya navnetewî li ser xeta serkeftinê têkoşînê pêş bixe, ji aliyê din ve jî ji bo hemû pirsgrêkên civakî yên pergala desthilat û dewletê derxistiye ortê, teorî, program û stratejiya çareseriya demokratîk afirandiye, li ser vê esasê riya azadî û xilasiya hemû bindestan nîşan daye. Bi vî awayî hem PKK guhertin, veguhertin û nûbûneke bi kok jiyan kiriye û hem jî Rêber Apo bi nîşandayîna riya xilasiyê ya hemû bindestan cîhanî, gerdûnî bûye. Derketina ku destpêkê wekî rêberê çîna karker û netewa kurd pêkhat, bi Zayîna Sêyemîn re bûye rêberê hemû bindestan. Ji bo Kurdan Zayîna Rêbertî bû pêşketineke dîrokî, vê carê ji bo hemû bindestan bûye destkeftî û pêşketineke dîrokî. Bandora pêşketina Rêbertî her roj, her sal di asta kûrevî de zêdetir tê hîskirin û Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala Rêbertiya Apoyî, jixwe vê pêvajoyê destpêkiriye jî.
Bêguman bi Zayîna Rêbertiya dîrokî û pêşketina Şoreşa Heqîqetê re yek jî destkeftiya herî bingehîn ê di vê 49 salên derbasbûyî de hatiye afirandin pêşengtiya partî û gerîla ye. Pir eşkereye ku, PKK û PAJK, çalakbûn û rêxistinbûna xeta Apoyî ye. Gerîla jî dibe şêwaz û xeta milîtanî-fedaîtiya partîbûneke wiha. Yanê pêşengtiya PKK û PAJK, wekî tevgera gerîla ya milîtana fedaî xwe rêxistin dike, wekî şiûr û pratîk dibe pêşengtî û parastina cewherî ya bingehîn ê jin û gelê kurd. Parastina cewherî ya gel û jinan bi gerilayê fedaî-mîlîtan re xwe digihîne pêşengtiya partiyê.
Baş binêrin, pîvanên şoreşgerî yên di PKK û PAJK’ê de şênber dibin pir bilind in, li ser xeta mîlîtana fedaî ye. Her çiqas navê van partî jî bibe, ji çep bigire heya rast di dinyaya îro de ji hêla bingehîn ve ji partiyên heyî cuda ne û dibin pêşengtiya partiyeke nû. Dîsa rastiya gerîla ku di HPG û YJA-Starê de şênber bûye li ser xeta azadî-fedaîtiyê ye û seranserê dîrokê rastiya gerîlayekê wiha nebûye. Lazim e ev rewş jî pir baş bê dîtin û fêmkirin. Li Kurdistanê rastiya partî û gerîlaya têknaçe û her tim pêşdikeve wiha derketiye ortê. Li beramberê vê rastiyê li hundir û derve çiqas xwe sepandin, hebin û êrîş bêne pêşxistin jî ti hêz nikare rastiya partî, gerîlaya heyî û cewhera wê ya xeta mîlîtana fedaî tine bike.
Berî me, Şoreşa Vejîna Netewî ku 1990’an de destpêkiribû, ji hêla netewbûna demokratîk û civaka kurd ve çiqas girîng e bi kurtî anîbû ziman. Ev jî di nava pêşketin û destkeftiyan de ji van yekiye ku bandora xwe her tim heye. Dîsa me diyarkir ku bi vê pêvajoyê re Şoreşa Azadiya Jinê jî destpêkiriye. Ev herdu şoreş dibe pratîka Şoreşa Heqîqeta Apoyî û li roja îro di Şoreşa Azadiya Rojava de şênber dibe. Bi taybetî Şoreşa Azadiya Jin, wekî azadiya herî kûr û bibandor a dîrokê, wekî rastiyeke şoreşgerî wê her tim bê jiyîn.
Siyaset û hişmendiya zilamê serwer wekî rêbaza herî kedxwar û çewisandina herî hovane kaos û qeyrana pergala modernîteya kapîtalîst derxistiye ortê. Ev kaos û qeyran her diçe kûrtir dibe. Ji ber vê bi derdorên bindest re di serî de jî jin li dijî vê pergalê têkoşînên azadî û wekheviyê pêşdikevin. Wekî Kurdan, jin jî bi pergala kapîtalîzmê re dijberiyeke kûr jiyan dike. Ev jî li çar aliyê dinyayê çalakî, rêxistinbûn û zanebûna jinê pêşdixe. Di roja me ya îro de gelek derdor dibêjin û qebûl dikin ku sedsala 21’emîn sedsala jin e û ev rastî wê roj bi roj zêdetir pêşbikeve. Bêguman di têkoşînekê wiha de jî jinên kurd û Tevgera Jina Azad di asta pêşengtiyê de cihê xwe digire. Di roja me ya îro de Tevgera Jina Azad a Kurdistanê û Şoreşa Azadiya Kurdistanê ku di bin pêşengtiya wê de pêşdikeve di serî de jin ji bo hemû mirovahiya bindest re dibe çavkaniya îlham û hêza moralê; têkoşîna li Kurdistanê coş, kelecan û hêvî dide herkesê.
Bêguman ji ber ku Tevgera Jina Azad a Kurdistanê ji pergal û hişmendiya zilamê serwer bi awayekî radîkal xwe qut kiriye, li derdora jina azad, bi hedefa jiyaneke azad radibe, pêşiya riyeke wiha vedike. Rêber Apo hem kûrahiya pergala koletiyê ya li ser jinê tê ferzkirin herî bihêz daniye ortê, hem jî şêwaz, stratejî, program, teorî û hişmendiya rizgariya jinê awayekî bihêz pêşxistiye. Ji ber vê yekê li Kurdistanê Şoreşa Azadiya Jinê xwediyê bingehên teorîk ên saxlem e, xwediyê bernameyek bihêz û şênber e, xwediyê teqtîk û stratejiyêkê ye ku di pratîkê de hatiye îspatkirin. Wekî PAJK, KJK û YJA-STAR’ê xwediyê pêşeng û rêxistineke şênber e. Bi hezaran şehîdên xwe hene û xwediyê daneheva tecrûbeyeke mezin e ku di şertên zehmet de derketine ortê. Yek ji van destkeftiyên herî bibandor û mezin e ku têkoşîna mucîzevî ya 49 salî derxistiye ortê. Ji niha ve hatiye wê astê ku wekî tevger û pêşketina bingehîn berbelavê hemû mirovahiyê bûye û wê Şoreşa Azadiya Apoyî ti car neşkê. Bi vekirî tê dîtin ku wê ev rewş di pêvajoya bê de jî awayekî bihêztir bidome.
Bêguman berxwedana 49 salî jî dibe destkeftiya herî mezin. Teslîmiyet, reformîzm, stûxwariya ku qirkirinê afirandiye hatiye şikandin, li ser xeta qehremanî helwest, fedekariyeke berxwedêr û çandeke berxwedanê hatiye afirandin. Kurda ku Rêber Apo rexne dikir; ji bo welat û azadiyê qet tişteke nedikir hate derbaskirin, bi deh hezaran milîtan li ser xeta fedaîtiyê jiyan û şer dike, rastiya geleke nû hatiye derxistin. Li ser bingehê xeta fedaîtiyê li Kurdistanê pîvanên şoreşgerî û welatparêziyê hatiye bilindkirin. Rastiya mirova/ê hatiye pêşxistin li beramberê civak û welat xwe berpirsyar dibîne, li ser vê bingehê difikire, têkoşîn dike.
Pir eşkereye ku, PKK di xeta azadiyê de çiqas tevgera qehremaniyê be, ewqas jî di xeta netewî de tevgera qehremaniyê ye. Ji pêncî hezarê zêdetir şêhîdên xwe yên qehreman hene. Tişta kiriye, yek rêxistinê nekariye bike, li dijî derbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê li ser bingehê Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, di 1982’yan de Berxwedana Mezin a Zindanê pêşxistiye. Dîsa wê demê ku rêxistinên din nedikarin gavêk jî biavêjin, bixwe wekî PKK Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê daye destpêkirin û serxistiye. Li dijî êrîşa faşîst-qirker a topyekûn û êrîşa komploya navnetewî 24 sal in PKK û gelê kurd berxwedaye. Bi kurtî berxwedana dîrokî ya zindanê, Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê û li dijî komployê çanda berxwedan û xeta qehremantiya heyî berxwedanê derxistiye ortê. Êdî ti hêz nikare vê rihê berxwedêr bişkîne û çanda berxwedanê tine bike.
Dîsa têkoşîna 49 salî ya Rêbertî û PKK’ê li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê riya pêşketinên siyasî yên mayînde û girîng vekirine. Zelal e ku statûya siyasî ya kurd ê li Başûrê Kurdistanê çêbûye, wisa yekser nebe jî bi encama têkoşîna PKK’ê derketiye ortê. Hin kes vê qebûl nekin û li ser vê bingehê bixwazin rastiyê berevajî bikin jî rastî ev e. Statûya heyî li dijî PKK’ê li ser bingehê şerkirinê hatiye avakirin û Dewleta TC’yê jî li ser vê bingehê gotiye ‘erê’. Ji aliyê din ve, Şoreşa Azadiya Rojava wekî encama têkoşîna PKK’ê yekser pêkhatiye û xwe gihandiye roja me ya îro. Eşkereye ku ev şoreş li ser daneheva xebata bîst salî ya Rêber Apo meşandiye pêkhatiye û ji her milê ve bi bandora Rêbertî û PKK’ê li ser piyan dimîne û ji xwe re Xeta Modernîteya Demokratîk esas digire. Ji bilî vê PKK li Şengalê bi astengkirina qirkeriya DAİŞ’ê, jiyana xweseriya demokratîk a civaka Kurdên Êzidî pêşxistiye, dîsa li Mexmûrê bi seknandina DAİŞ’ê, Başûrê Kurdistanê ji DAİŞ’ê parast. Dîsa têkoşîna PKK’ê li Bakurê Kurdistanê bi pêşxistina şoreşa vejîna netewî civaka netewa demokratîk û siyaseta demokratîk derxiste ortê.
Li Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê bandora Rêber Apo û PKK’ê wekî teorîk û pratîk du alî ye. Xeta sosyalîzma demokratîk û Teoriya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo pêşxistiye li van qadan roj bi roj zêdetir belav dibe. Paradîgmaya nû ya Rêber Apo pêşxistiye bi xisleta xwe ya dahûrîner a li ser pêşeroj û paşerojê her diçe eleqeyeke zêdetir dibîne. Bi taybetî li ser rewşenbîrên tirk û ereb bandora xwe zêde ye û di asta cîhanî de jî ev rewş pêşdikeve. Xeta Apoyî, wekî Kurdistanê, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê jî ronîbûneke nû pêşdixe. Bi taybetî seranserê dîrokê ji hêla mirovahiyê ve çiqas pergalên fikrî yên erênî hebin, ji van sentezeke nû afirandiye. Ev jî dibe sebep ku herkes xwe di tê de bibîne û qebûl bike.
Pir eşkereye ku, Şoreşa Azadiya Kurdistanê, parçeyeke şênber a Şoreşa Tirkiyeya Demokratîk e. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ji her milê ve taybetmendiya têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê di xwe de dihewîne. Bi kurtî azadiya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê wekî goşt û neynûk girêdayê hev in. Têkiliya di navbera wan de stratejîk e. Ji ber vê yekê li Kurdistanê li ser navê azadiyê çi pêşketin çêbe, di heman demê de ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî dibe afirandina pêşketinekê. Heman rewş ji bo hemû Rojhilata Navîn û dinyayê jî derbasdar e.
Formûla ‘Kurdistana Azad Tirkiyeya Demokratîk’, bi heman şiklê ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê jî derbasdar e. Bê azadiya kurd li Rojhilata Navîn û dinyayê demokratîkbûna rast çênabe. Ev rewş jî bi xisleta herêmî û kûrevî ya pirsgrêka kurd ve eleqedere. Jixwe ji hêla azadiyê ve her pêşketina ku li Kurdistanê çêdibe hema yekser li ser Rojhilata Navîn û dinyayê jî bandora xwe çêdike.
Bêguman rehenda, bîrdozî ji hêla erênî ve riya rewşekê wiha vedike. Ancax wekî polîtîk jî, li Kurdistanê lawazbûna hakimiyeta mêtînger-qirker a netew-dewletan, yekser li ser statûkoya siyasî ya Rojhilata Navîn û pergala modernîteya kapîtalîst a kûrevî bandor dike. Li Kurdistanê lawazbûna serweriya mêtîngerî-qirkeriyê, li Rojhalata Navîn, dinyayê wekî lawaz ketina pergala netew-dewlet xwe dide der. Li ser vê esasê di vê 49 salê derbasbû de di asteke bibandor de pratîka PKK’ê hem nokeriya li Kurdistanê û hem jî serweriya faşîst-qirker derbe kiriye, ji bingeh ve hejand û bi vî awayî lawaz xistiye. Eşkereye ku vê rewşê li Tirkiyeyê dîktatoriya faşîst-olîgarşîk bi awayekî cidî lawaz kiriye û faşîzma AKP-MHP’ê aniye ber rûxandinê. Li Rojhilata Navîn derbeyeke pir cidî li netewperestiya netew-dewlet daye ku pergala kapîtalîst afirandiye. Pêvajoya berxwedana gel a bi navê ‘Bahara ereb’ bi vê rewşê re di asteke jor de têkîldar e. Ger Mirov bêje, li dijî pergala mêtînger-qirker pêşketina berxwedana kurd, li qada ereb li dijî dîktatoriyên netew-dewlet wekî serhildanan derketiye ortê wê şaş nebe.
Mirov vê rewşê bi awayekî şênbertir di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dikare bibîne ku pergala kapîtalîst a kûrevî li Rojhilata Navîn dide meşandin. Bi vê armancê xwestin destpêka 1990’an de bi ‘Operasyona Çekîç Gûç’ li Başûrê Kurdistanê pêşiya PKK’ê bigirin û li Bakurê Kurdistanê têxin nava dorpêçê. Dema ji hêla pergala kapîtalîst ve li ser herêmê destwerdaneke nû dihate kirin, bi vî awayî xwestin PKK ji rewşa aloz sûdê negire, bi berbelavbûna hemû Kurdistanê re şoreşeke demokratîk a herêmî pêşnexe. Jixwe tê zanîn ku komploya navnetewî jî li ser vê bingehê hatiye pêşxistin û TC li ser esasê teslîm girtina Rêber Apo destekê daye Emerîkayê ku mûdexeleyê Bexda bike. Esas ji hêz û bandora rêvebertiya Rêber Apo tirsiyan. Dema Rêber Apo rêvebir bû DYA nekariye mûdexeleyê Bexdayê bike. Di rewşekê wiha de li Başûrê Kurdistan û Iraqê ji bihêzbûna PKK’ê tirsiyan, li ser vê bingehê êrîşa hate pêşxistin, destpêkê wekî komploya navnetewî li dijî Rêber Apo hatiye kirin.
Heya niha PKK bi têkoşîna xwe serwerî û statûkoya li Rojhilata Navîn teşhîr kiriye ku pergala kapîtalîst a kûrevî afirandiye, mûdexeleyên li ser esasê parçekirina Rojhilata Navîn hatine pêşxistin jî lawaz kiriye. Lê heya niha nekariye van mûdexeleyên paşverû bi temamî têk bibe. Ev jî ji ber lawazbûna PKK’ê û bi awayekî serkeftî tam pratîze nekirina xeta Apoyî ve girêdayî ye. Jixwe êrîşa komploya navnetewî ya li dijî Rêber bi vê armancê hatiye pêşxistin. Bi fêmkirina van rastiyan re lawaziyên PKK’ê têne derbaskirin û bi têkoşîna xwe ya bibandor jî Têkoşîna Rojhilata Navîn a Demokratîk û Têkoşîna Demokrasiya Kûrevî zêdetir pêşdixe. Têkoşîna sala pênciyemîn, wê pêşketinên wiha bi awayekî şênber û zêdetir derxîne holê.
4-Erkên Sala 50’yemîn
Wekî tevger, gel û dostên me bi pêngava Dem Dema Azadiyê ye dikevin pênciyemîn sala Rêbertî û Partiyê. Bi pêngaveke wiha dixwazin stratejiya xwe ya şerê gelê şoreşgerî bibin zaferê. Li ser vê bingehê dixwazin faşîzma AKP-MHP’ê birûxînin, pergala tecrît û îşkenceya Îmraliyê parçe bikin, li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Kurdistanê azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin. Ger bikarin daneheva heyî rast bikarbînin û bi rêbazên afrîner têkoşîn bikin, bawer dikin ku em ê van hedefan jî serbixin.
Esas encama têkoşîna 23 salan komploya navnetewî di asteke jor de teşhîr kir û derbe lêda. Xisleta siyaset û hişmendiya qirker a der mirovî û faşîst awayekî baş hate teşhîrkirin. Wekî temsîla komployê pergala tecrît û îşkenceya Îmraliyê çawa zirar dide herkesê ji raya giştî re baş hat nîşandan. Rêveberiya Tayyîp Erdoxan ku 20 sal in ji bo serxistina komployê hatiye erkdarkirin bêhêz ketiye, hatiye ber rûxandinê. Çawa ku yê bikeve behrê xwe li marê dialîne, xwe bi MHP’ê girtin jî xisleta mêtînger-qirker a Rêveberiya Tayyîp Erdoxan awayekî vekirî û şênber danî ortê. Emerîka erkê serxistina komployê dabûyê, lê di meşandina vê de binketin, ji ber vê têkiliyên wan bi qismî xirab dibe. Bi vî awayî pergala komploger di nava xwe de pir zêde parçe bû, lawaz ket.
Li beramberê vê di nava têkoşîna dijwar a pêvajoya derbasbû de hin zehmetiyên me çêbibin jî û berdêlên giran hatibin dayîn jî, me jî xwe gihand destkeftiyên girîng. Beriya her tiştî danehev, tecrûbeyeke baş hate girtin. Li gorî pêwîstiyên stratejîk û teqtîk me xwe nû kir, ji nû ve avakir. Têkoşîna ku me li dijî DAİŞ’ê meşand, tevgera me di asta cîhanî de berbelav kir û anî asteke pir baş. Bi desteka DYA û PDK’ê plana îmha û tasfiyeya faşîzma AKP-MHP’ê pêşxist çendîn car vala derxist. Herî dawî di sala 2021’an de berxwedana mezin ku hêzên gerîlayên qehreman li Garê, Metîna, Zap û Avaşînê pêşxistin, di bin pêşengtiya jin û ciwanan de çalakiyên gel û dostan, me anî asteke bihêztir. Di encamê de me bi serkeftî civînên rêveberî yên salane kirin ku nirxandina vê pratîkê jî kirin, ji van civînan dersên dewlemend derxist, bihêztir û hazirtir ketin sala pênciyemîn. Li ser vê esasê amadekarî û hêza me zêdetir e. Ji ber vê yekê dikarin zêdetir têkoşîn bikin, ev derfetên me hene.
Li ser van bingehan beriya her tiştî lazim e di sala pênciyemîn a Rêbertî û PKK’ê de rastiya Rêbertî rastir û kûrtir fêm bikin, bibandortir û serkefîtir pêkbînin. Em ê vê hem li çar parçeyên Kurdistanê bikin, hem jî li çar aliyê dinyayê bikin. Em ê xeta Apoyî di nava bindestên dinyayê de zêdetir belav bikin, veguherînin rêxistin û çalakiyê. Ji ber ku têkoşîna serkeftî û destxistina zaferê girêdayê vê ye. Hem girtina bîryarên rast û hem jî pêkanîneke afrîner wê li ser vê bingehê pêkbê.
Li ser vê esasê lazim e ji hin milan ve nêzîkatiya me ya Rêbertî bê rexnekirin û sererastkirin. Rast e, girêdayê rastiya Rêbertî ne, bi cesaret û fedekariyeke mezin têkoşîn jî dikin. Di vê mijarê de kêmasiyekê nîne. Lê ev rewş têr nake. Tevlêbûna rast a Rêbertî, bi rast fêmkirin û bi serkeftî pêkanîna rastiya Rêbertî re gengaz dibe. Li vê cihê pirsgrêka me ya rast fêmkirin û bi serkeftî pêkanîna Rêbertî heye. Ya herî girîng jî zêde li ser rastiya Rêbertî nasekinin, vekolîn nakin. Asta lêkolîna me têr nake. Halbûkî lazim e pir zêde li ser bisekinin, lêkolîn bikin, pratîka dimeşînin li gorî xeta Rêbertî bigirin dest, ji pirsgrêkên jiyan dikin re li ser bingehê xeta Rêbertî çareseriyê pêşbixin.
Lê em piranî caran wiha nakin û fikrên xwe yên şexsî derdixînin pêş. Ji bilî vê di van fikrên xwe yên şexsî de israr dikin, ferz dikin. Yanî di meşandina xebata kolektîf û guhdarkirina hevalên xwe de lawaz in. Nikarin di têkoşînê de domdar bibin. Em, têkoşîna ku ji hundirê pergalê li dijî pergalê tê meşandin, bi helandinê re tevlihev dikin. Ev jî di şexsê me de pir zêde çareseriyên nav pergalî derdixîne pêş, li pey çareseriyên zû dikevin. Halbûkî çareseriya demokratîk, ji me afirandina pergaleke alternatîf dixwaze, li beramberê pergala serwer têkoşîneke her timî dixwaze. Bêguman lazim e vê bi rê û rêbazên guncav jî bikin. Li ser van bingehan biçin sererastkirinê, xwe bikin kadro û welatparêzên pispor ên Şoreşa Heqîqeta Apoyî ya serdixe.
Eşkereye ku li ser bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêngava Dem Dema Azadiyê ye dimeşînin. Di vê çarçoveyê de ji bo serkeftinê, hedefên ku me daniye pêşiya xwe zelal in. Em ê faşîzma AKP-MHP’ê birûxînin. Pergala tecrît û îşkenceya Îmraliyê parçe bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkbînin. Kurdistanê azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin. Ev erkên pir şênber û zelal in. Wê demê lazim e hemû xebatên me yên derveyî welat û çar parçeyên Kurdistanê xwe di serkeftina van erkan de kilît bikin. Divê hemû xebatên me yên bîrdozî, siyasî, civakî, leşkerî, xebatên me yên jin û ciwanan xwe serkeftin û meşandina van erkan de kilît bikin. Pêwîst e planên xwe li ser esasê van armancan pêkbînin û erkên cuda têxin rojeva xwe.
Ji aliyê din ve, erkên heyî ancax dikarin bi berxwedana topyekûn a li ser bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî serbixin, eşkereye ku bi rêbazên cuda yên têkoşînê serkeftin çênabe. Wê demê armancên xwe yên heyî ancax dikarin bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî serbixin. Wê wextê têkoşîna me ya bingehîn şerê gelê şoreşgerî ye. Divê li her cihê xebat û têkoşîna me li gorî vê bibe û li ser esasê serkeftina stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêşbikeve. Lazim e wekî armanc bi têkoşîna li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî erkên xwe yên pêngavî serbixin. Awayekî din nêzîkatî rast û têrker nabe. Nikarin carnan li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî, carnan jî li gorî stratejiyên din têkoşîn bikin. Dema yek ji me vê stratejiyê esas digire, yekê me yê din nikare li ser bingehê stratejiyeke cuda kar bike, têkoşîn bide meşandin. Yek jî ji ber vê sedemê di pratîkê de lawaztî û parçetî derdikeve holê.
Wê demê têkoşîn û xebata li her qadê didin meşandin, lazim e hem di armancên pêngavê de û hem jî di rêbaza şerê gelê şoreşgerî de bikin yek. Pêwîst e têkoşîn û xebata şoreşgerî ya hemû qadan li gorî pêwîstiyên şerê gelê şoreşgerî pêş bixin, bibin serkeftinê, bimeşînin û destekê bidin. Bêferq lazim e hemû xebat û têkoşîna me li ser vê bingehê bibe û li ser esasê armancan li gorî pêwîstiyên stratejiyê pêşbikevin. Nikarin xwe bi gotina ‘Di vê stratejiyê de şer heye, halbûkî ez propaganda an jî xebata girseyî dikim’ derveyî stratejiyê bigirin. Hemû têkoşîn û xebata xwe ya civakî, siyasî, leşkerî, bîrdozî lazim e li gorî pêwîstiyên stratejiya heyî rêxistin bikin, bimeşînin ku bikare xizmeta serkeftina wê bike.
Li ser van bingehan, di serî de hêzên gerîla yên qehreman, wê hemû hêza gerîlatiya fedaî bikarbîne, hemû afrînerî û ziraviyên şêwaza gerîla nîşan bide û bi vî awayî ji pêngava sala pênciyemîn re pêşengtiyê bike, li çiya, deşt, bajar, li her cihê ku faşîzma AKP-MHP êrîşê me dike wê bi derbên mirinê bike hedef. Wê parastina cewherî ya gel pêşbixe, xebatên keşîf û îstîxbaratê bihêz bike, dijminê faşîst-qirker li ku derê be wê biçe derbe lêde, biperçiqîne. Wê berê ciwanan zêdetir bide gerîla û parastina cewherî, şerê şoreşgerî belavê her cihî bike, mezin bike.
Gelê me yê welatparêz ê di bin pêşengtiya tevgerên jin û ciwanan de, wê li çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat perwerde û rêxistinbûna xwe pêşbixe û li ser vê esasê her tim di nava çalakî de bibe, bi pêşxistina çalakiyên afrîner wê şerê şoreşgerî, rêxistinbûna wê ya gel bihêztir û bibandortir bike. Wê hemû xebatên înşaya civakî li ser bingehê perwerde û rêxistinbûnê li gorî pêwîstiyên şerê gelê şoreşgerî û li ser bingehê parastina cewherî pêş bixe, li ser vê esasê berxwedana şoreşgerî ya topyekûn bihêztir bike. Wê tevgerên me yên jin û ciwanan ji tevgera civakî re bi serkeftî pêşengtî bikin, di tevlêbûna gerîla û mezinkirina berxwedanê de rolê xwe bi serkeftî bilîzin.
Hemû xebatên me yên propaganda û ajîtasyonê wê li ser bingehê pêngava sala pênciyemîn bimeşe, ji milêkî ve wê li ser xeta Rêbertî perwerdeyên gel û dostên me pêş bixe û têkoşîneke bîrdozî ya serkeftî bimeşîne, ji aliyê din ve ewê xwe bigihîne wê astê ku bikare şerê psîkolojîk ê taybet têk bibe û propagandayeke çalak û rast a şerê şoreşgerî bike.
Xebatên me yên hûner û wêjeyê wê di sala pênciyemîn de pratîkeke hemleyî ya girîng derxîne ortê, ji milekê ve wê li dijî êrîşên qirkirina çandî têkoşîn bike, bizane wan vala derxîne, ji aliyê din ve jî wê ji her milî ve şoreşa çandî pêşbixe ku ji bo şoreşa me ya azadiyê pêwîstiyeke mezin e.
Wê xebatên me yên teorîk û perwerdeyê, asta tevgera me, di asta sala pênciyemîn de nîşan bide, ji bo berbelavkirin û pêşxistina şoreşa entelektûel ku Rêber Apo daye destpêkirin, ji bo amadekirina kadroyên pêwîst ên têkoşînê, lazim e xwe bigihîne asta xebateke têrker.
Bêguman yek jî xebata herî girîng a sala pênciyemîn xebatên me yên têkiliyên derve û tifaqê ne. Komîte û nûnerên me yên ku li her derê xebatên dîpolmatik didin meşandin di serî de bi gelên Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê re wê têkilî, tifaq pêş bixin, girîngî bidin têkoşîna hevpar, di navê de tifaqên stratejîk jî wê hewil bidin her awa yekîtî û tifaqê derxînin ortê. Di serî de gelên tirk, ereb, fars, Ermen û Siryan wê bi gelên hemû herêmê re xebata Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk di her astê de pêşbixin. Dîsa di asta kûrevî de destpêkê tevgerên jin û ciwanan bi karker û kedkaran re, bi tevger û rêxistinên ekolojîst re, bi hemû hêzên antîfaşîst û antîkapîtalîst re wê xebatên me yên têkilî û tifaqê bêne bihêzkirin. Wê bi herkesê re ji bo têkiliya teqtîkî vekirî be, ji nakokiyên nav pergala dewletperest sûdê bigire û li ser vê esasê faşîzma AKP-MHP’ê tecrît û teşhîr bike.
Hemû partî komîte û rêxistinên me ji bo zafera sala pênciyemîn li qadên erk girtina wê her awa bîryarên pêwîst bigirin, plan bikin û di pêşxistina pratîka şoreşgerî ya serkeftî de bi înîsiyatîf tevbigerin.
Li ser vê bingehê, bang dikin ku di serî de partî komîte û rêxistinên me, hemû hevalên partîyî, hêzên gerîla yên qehreman, tevgerên jin û ciwanan, ji her derdorê hemû gelê me yê welatparêz, rastiya Rêbertî û partiyê ku gihiştiye sala xwe ya pênciyemîn rast fêm bikin, erkên sala pênciyemîn rast derxînin zanebûnê, awayekî bihêz xwedî lê derkevin û di sala pênciyemîn de pêngava Dem Dema Azadiyê yê bigihînin zaferê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo radibe!
Bang dikin ku dostên me yên giranbûha; hemû hêzên şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê, tevgerên jin û ciwanan, rêxistinên karker û kedkaran, hemû gelên bindest, li dijî pergala TC û faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna şoreşa yekbûyî bihêztir bikin, di sala pênciyemîn a Rêbertî û partî de bi rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê li ser bingehê azadiya kurd, Tirkiyeya Demokratîk biafirînin!
Bang dikin ku di serî de ereb hemû hêzên demokratîk, şoreşger û gelên bindest, rêxistinên jin û ciwanan, derdorên antîkapîtalîst û antîemperyalîst ên Rojhilata Navîn, li dijî dîktatoriyên netew-dewlet ên noker û serweriya biyanî ya herêma me têkoşîna demokrasî û azadiyê bihevre bimeşînin, Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirînin ku gelên me bi birayane-xwûşkane û azadane jiyan dikin!
Bang dikin ku hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan, tevgerên ekolojîst, derdorên karker û kedkar, hemû rêxistin û partiyên antîkapîtalîst û antîemperyalîst, derdorên demokratîk ên antîfaşîst ên dinyayê, li dijî pergala desthilat û dewletê û nîzama modernîteya kapîtalîst ku wextê xwe tijî kiriye û her tim nexweşî çêdike, têkoşîna azadî, demokrasî, xwûşk û biratiyê bihevre bimeşînin, Konfederalîzma Demokratîk a Dinyayê biafirînin ku di navê de herkes bi azadane û demokratîk jiyan dike!
Bila li her derê û her awa paşverûtî bitirse, bizava şoreşgerî ya sedsalê; Apoyî tên! Şoreşa Heqîqeta Apoyî li her qadê gav bi gav belav dibe!
Di 49 salên derbasbû de tiştên me kiriye, wê di sala pênciyemîn a Rêbertî û PKK’ê de bibe neynika tiştên em bikin!
Li ser van bingehan, bang dikin ku di serî de Rêber Apo Cejna Newroza Azadiyê ya hemû hevalên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger-demokratîk careke din pîroz dikin; Sala Pênciyemîn a Rêbertî û Partiyê bikin sala zafer û têkoşîna herî mezin a dîrokê!
Bimre Dîktatoriya Faşîst-Mêtînger-Qirker!
Bijî Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê!
Bijî Berxwedana Sala Pênciyemîn!
Bijî Pêşengê Zafera Gelê Me PKK-PAJK!
Bijî Newroz!
Bijî Rêber APO!”