Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Newrozê nekin seyran!

Her çendî nakokî di nava aliyên Kurdî de hebe, lê belê em hîn bûne ku di wê rojê dengê Kurdan û daxwaza wan tim dibe yek. Li ser kokeke dîrokî dighêjin hev û bi wê mebebestê li hev kom dibin. Di wê rojê de rastiya xwe didin der û bedewiya çand û folkilora xwe pêşkêş dikin. Di wê rojê de, civaka Kurd bi hemû taybetmendiya xwe tê nasîn û her tiştên di tûrkê xwe de pêkêş dikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku girêdana bi neteweyê jî mora xwe li binê vê tevgerê dixîne. Bi gotineke din eger ev tiştên ku me qala wan kirin, ne li ser hîmekî neteweyî be, wê weke rojeke ji rojên salê derbas bibe û wê tenê weke şahî were binavkirin. Em behsa roja 21’ê Adarê, Cejna Newrozê dikin.

Li cem Kurdan, Newroz li ser du pêvajoyan tê pênasekirin. Carekê bi destê Kawayê Hesinkar agirê Newrozê hatiye pêxistin û jixwe ev koka wê ye. Cara duyem jî salên 80’yî çaxa Mezlûm Dogan bi bedena xwe agirê Newrozê gûr kir û bû Kawayê Hemdem. Êdî Kurd bi wî rihî cejna xwe pêşwazî û pîroz dikin.

Lê gelo îro em derbasî qonaxa sêyem dibin?! Ez vê pirsê dikim ji ber ku diyardeyên ne li gorî rastiya Newrozê îro xwe li Kurdistanê didin der. Rêjeyeke baş a malbatan li şûna berê xwe bidin qadên Newrozê, berê xwe didin seyrangehan û Newroza xwe bi “pijandina goşt” derbas dikin.

Hişmendiyeke wiha herî zêde li Başûrê Kurdistanê belav e. Piraniya malbatên wê deverê cilûbergên Kurdî li xwe dikin û pêwîstiyên xwe dikirin û bi awayekî malbatî diçin seyranê û wêneyan dikişînin û li ser meyda civakî belav dikin û li din dinvîsin “Newroza we pîroz be”!

Li Rojavayê Kurdistanê û piştî derbasbûna 11 salan di ser şoreşê re, hêdî hêdî ev diyarde belav dibe. Bi taybet ku qedexeyên rejîma Bees ji holê hatiye rakirin, êdî bi vî awayî dibêjin “Bi azadî em pîroz dikin”. Ew jî mîna başûr, tenê bi çêkirina xwarinê û belavkirina wêneyan newroza xwe derbas dikin û weke rojeke bi kêf jî bi nav dikin.

Gelo Newroz li ku ma? Ka Newroz? Ka rihê Newrozê û stranên Neteweyî û dîlanên folkilorî? Ka şanoyên ku derdê Kurdan pênase dikin? Ka rastiya Kurdan ji wê Newrozê? Gelo di hemû rojên buharê de nikarin biçin seyranê? Çima ev diyarde bi pêş dikeve?

Ji bo em bersiva van pirsan bidin, pêwsît e em behsa Bakurê Kurdistanê bikin. Tevî fişarên dewleta Tirk a dagirker jî, lê qadên Newrozê li Bakur, cihê şanaziyê ye. Her kes bi rihê rast ê Newrozê diçe pîrozbahiyê.

Di vî warî de divê mirov hinek tiştên biêş bêje. Bi dehan sal Kurdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê di bin zextên rejîmên dektator de û tevî êriş û binçavkirin û girtinan, her kes li qada Newrozê dihat dîtin. Çima piştî ew rejîm li holê neman, beşekî gelên van deveran wiha li cejna xwe dinêrin? Sedem çi ye? Gelo êdî wateya Newrozê ev e? Divê em bêjin, her tişt qediya û êdî divê Newroz bibe seyran?.. Mixabin!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar