Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TEV-DEM: Guhertina demografîk projeyeke tirk a li ber teqînê ye

TEV-DEM'ê ragihand ku dagirkeran Efrîn kirine "navenda leşkerîkirinê ya çeteyan û terorê" û ji bo guhertina demografîk û wiha got: "Projeyeke tirk a li dijî îradeya gelên herêmê ye ku li ber teqînê ye."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê ku Adara 2018’an ji aliyê dewleta tirk ve hat kirin, daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên dewleta tirk şermezar bike.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: “Di ser dagirkirina Efrînê re 4 sal derbas bûn ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Ji bo herêmê bitirsîne, bi sedan komên çete yên ku navên tirsnak li xwe kiribûn, hatin ferzkirin. Ev yek jî yekser bi çavdêriya dewleta Tirk hate kirin. Her roj sûcên li dijî exlaqê li şêniyên Efrînê tê kirin, tenê ji ber ku Kurd in. Şert û mercên giran ên jiyanê tên ferzkirin, tevî mal û milkan çavkaniyên wan ên jiyanê jî têne desteserkirin. Di nava koçberî, êşkence, zor û zehmetiyan de gelo çi sûcê zarokên Efrînî heye? Civaka navneteweyî jî hovîtiya dewleta Tirk ji nedîtî ve tê. Efrîn cihê herî ewle û aram bû, lê rê dan ku bê dagirkirin. Heman senaryo niha li Ukraynayê jî dubare dibe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de TEV-DEM’ê ev tişt ragihand: “Dagirkeran Efrîn kirin navenda leşkerîkirina çeteyan û terorê. Her roj mirov tên revandin, kuştin û mafên mirovan têne binpêkirin. Efrîn bi xweza û gelê xwe bûye êsîrê komên çete û dewleta Tirk. Ji bo guhertina demografiyê û bicihkirina çeteyên biyanî, li Tirkiyeyê budçeyeke mezin hate veteqandin ku baregehan ava bikin. Em vê yekê weke projeyeke Tirk a li dijî îradeya gelên herêmê pênase dikin ku li ber teqînê ye. Xelkê Efrînê ji bo parastina herêm, nirx û dîroka xw eya çandî 58 rojan li ber xwe da. Li dijî teknîk û çekên pêşketî yên dewletên mezin, bi rengekî ku weke ‘Berxwedana Serdemê’ bê pênasekirin têkoşiyan. Ji bo tola têkçûna xwe hilînin, li gelê me ferz dikin ku di nava felaketên rêxistinbûyî de bijîn.”

Banga ji bo rabûna li ber dagirkeriyê

TEV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Ya yekemîn li Efrînê bi komkujî, qirkirina etnîkî û girtinê mirinê yan jî teslîmiyetê li gel ferz dikin. Ya dueymîn jî li dijî koçberên li kampên li Şehbayê dikin. Ji polîtîkayên hikumeta Şamê û bêdengiya navneteweyî sûdê werdigirin. Ev yek di heman demê de berpirsyariya hiqûqa li nava sîstema civakê ya navneteweyî kêm dike. Em bang li raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin û zarokan dikin ku sûcên dewleta Tirk şermezar bikin û li dijî dagirkeriyê tavilê helwestê nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar