Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin. Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgeha Imraliyê hate kirin. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Raziya Ozturk, Ibrahîm Bilmez, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç serlêdan kirin.
Ji sala 1999’an, Komploya Navnetewî û wir ve li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê danîn. Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê li gel birayê xwe bi telefonê axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn. Ji wê çaxê û wir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê standin.