Nakokiyên dijwar û bêderman ên navbera DYA û Îranê, ji mêj ve tên zanîn. Ji ketina Şah û serkeftina Xumeynî ve (1979) despê dike. Bi xurtbûna li hundur û daxwxaza li derveyî Îranê jî berfirehkirina “şoreşa islamî” re, sal bi sal nakokî jî dijwartir bûn û derbasî qonaxa şer bûn. Nuha li gelek welatan, di nava alîgirên herdu aliyan de şer gûrtir bûye.
Li himber vê siyaset, hilwest û kiryarên dewleta Îranê, ji roja despêkê ve, paralelî pêşveçûna gavavêtinên wan, DYA’ê jî her xwest pêşiyê lê bigre, astenga jê re derxe û heke derfet dîtiba ew ê derba rûxandinê jî lêbida.
Ji bo vê rejîma îslamî ya Îranê hilweşîne, her xwestin pêşengiya vî karî bixin ser milê dewleta tirka. Yek mînakek ji aliyê Suleyman Demîrel (wê wextê Serokkomar bû) ve hat aşkere kirin. Jibo Tansu Çîller a wê demê Serokwezîra wî bû got; “ma vê jinê eqlê xwe xwariye, qey dîhn bûye, ev ê dewleta me li belayek mezin bi qewimîne” û hwd.
Erê piştî dewleta tirka bû endamê NATO, bi giranî kete bin fermana DYA’yê, lê di vê mînaka Demîrel û mînakek a Ecevît a Qibrisê de, biryara DYA’yê pêknanîn. Belê diyar dibe ku DYA, di wê wextê de, xwestin ji xeşîmtiya T.Çîlerê sûd bigrin û bi Serleşker Dogan Gureş û Mehmet Agar re vê êrîşî bibin ser Îranê!
Erê gelek sal derbas bûn, nuha van geşedanên li dor şerê Ukraynayê dizîvirin û doş dibin, careke din tîne bîra miorvan, gelo ew siyaset û armanca DYA ya ku dixwest dewleta Tirkiyeyê bajo ser Îranê, ketiye rojeva wan?
Amar û nîşanên herî berbiçav û balkêş jî, ji nişka ve ewqas bi lezgînî ev trafika siyasî ya ewqas berfireh ya li Tirkiyeyê pêkhat!
Balkêşbûna wê ne ev tinê ye. Mirov li naveroka têkilî û peywendiyên navbera van dewletan û Tirkiyeyê dinere, ew gûmana heyî xurtir dibe. Jiber ku hema hema Tirkiye bi hemûyan re nelihev bû. Jixwe di çapemeniyê de gelek gotinên rexnegir ên tûjtir jî di derbarê van dewletan û Tirkiyeyê de tên dîtin. Weke mînak; “heta doh têekilî û axaftinên wan bi hevre tune bûn, ji hevre gotinên negotî dikirin, hinekan ji wan gotinên neyartiya hevdu bikartanîn, di navbera hinekan ji wan de têkileyên dîplomatî jî hatibûn qûtkirin û balyozxanê û qonsoxaneyên wan jî hatibûn girtin û hwd.”
Ka em bala xwe bidin hinek ji van dewletên nasyar ku bi lezgînî têkilî û peywendiyên wan li gel Tirkiyeyê hatin xweşkirin û hema li pey hev hatin Tirkiyeyê.
Serokdewletê Israil I.Herzog, Serokdewletê Azarbeycanê I.Aliyev, Serokwezîrê Yunanistanê K.Mitsotakis, Serokwezîrê Elmanyayê O.Scholz, Serokê Başûr N.Berzanî, Serokê NATO J.Stoltenberg û bi telefonê jî Serokê DYA’yê J.Biden û hwd. Vana yek bi yek li gel R.T.Erdogan rûniştin. Yên bi taybetî li gel M.Çavuşoglu jî lihev rûniştin Wezîrê Derve yê Rûsyayê S.Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukraynayê D.Kuleba bû. Her wiha Wezîrê Derve yê Ermenistanê A.Mirzoyan û M.Çavuşoglu jî bi hevre rûniştin. Di 15’ê vê heyvê de Serokê Polonya Duda jî tev li vî karwanî bû, li Enqereyê peya bû.
Jibo wê gûmanê bincil bikin/ser bigirin, dibêjen “van rêveberên dewletan jibo Forma Dîplomatî Antalyayê hatine û me ev ji berê ve plan kiri bû”. Lê piraniya şîrovegeran, wê gûmana mijara gotinêye derdixin pêş û pêşbînî ew e ku “ew bûyera li Ukraynayê ya di navbêna Rûsya û Ukraynayê de çawa rûda, her wiha dibe ku heman senaryo vê carê jî di navbêna DYA û Îranê de bikeve rojevê”!
Di nava van hev dîtinan bêgûman a pir derdikeve ber çavan û gûmanê xurt dike, di heman van rojên tirafika gûr a siyasî ya navenda wê bûbû Tirkiyeyê de, telefona Biden a jibo R.Erdogan e. Jiber ku tê zanîn R.Erdogan jibo xwe bigihêne Biden, hewldanên ji derveyî asayîyê dikir. Lê vê carê berovajî, daxwaza telefonê ji aliyê Biden ve hatiye! Her wiha bi giştî yên ketin nava vê trafika hanê, hema hema yek jî normal/asayî nayê dîtin ji aliyê raya giştî ve.
Bêgûman li himber vê eniya tê hûnandin, eniya aliyê Rûsya jî ranewestiya ye. Yên de serê vê eniyê de ne Rûsya, Çin, Îran, Sûriye û hwd.ne. Di nava wan de jî trafik germtir bûye û paralelî eniya din dimeşe. Wezîrê Derve yê Îranê H.E.Abdullahiyan roja 15.3.2022 de li Moskovayê bû.
Di vê heyamê de, bi fuzeyan êrîşa li ser Konsolxaneya DYA û Biryargeha MOSAD’ê ya Erbîlê, ne bûyerek ji rêzê ye. Îranê yekser ev çalakî hilda ser xwe û ya balkêş jî, gotinên nêzî yê Putîn bikar anî. Ji rêveberiya Bexdayê re got “em baregehên hêzên terorîst ên jibo me xeter, li nêzî sînorê welatê xwe qebûl nakin û hwd.”. Tê gotin ku ev hilwesta Îranê, yekser peyam jibo rêveberiyên Iraq, Başûr û Tirkiyeyê ne!
Fermandarê Hêza Qudsê Yê Parastina Şoreşa Îranê Î.Kaanî, hemû giraniya xwe daye ser Iraqê û Başûr. Jixwe dest avêtibû hilbijartina Serokdewlet û Rêveberiya bi giştî ya Iraqê jî. Her wiha destdirêjayiya wî li ser Sûriyeyê jî heye
Van bûyeran û gelek mijar û bûyerên din ku ev gotar têrê nake, delaletên alozî, şer û pevçûnên mezintir ên pêşerojê ne, ên rojên werin e.
Diyar e divê her alî û hêz jibo van xeterên li pêş in xwedî amadekarî bin. Hilbet Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê jî ne ji vêna bêrî ye.