Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aldar Xelîl: Em ji bo rizgarkirina Efrînê dixebitin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku Efrîn birîneke ku tu carî ji rojeva wan dernakeve û wiha got: "Em ji bo rizgarkirina Efrînê dixebitin û xwe birêxistin dikin."

Di ser dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk de 4 sal derbas bûn. Dengên li dijî dagirkeriya deweta tirk bilind dibe. Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl di salvegera dagirkirina Efrînê de ji ANF’ê re axivî. Xelîl destnîşan kir ku armanca wan rizgarkirina Efrîn û deverên din e.

Xelîl balkişand ser dagirkirina dewleta tirk a Efrîn û gelek deverên din û ev tişt anî ziman: “Mixabin dagirkirina Efrînê 4 sal li pey xwe hişt û hîn jî nehatiye rizgarkirin. Efrîn birîneke me ye ku her tim di rojeva me de ye. Ji bo rizgarkirina Efrînê em difikirin, dixebitin û xwe birêxistin dikin. Dijmin Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Idlib, Cerablûs, Ezaz û Bab, her wiha gelek herêmên din ên Sûriyeyê dagir kir. Eger firsendê bibîne wê hin herêmên din jî dagir bike.”

Li ser bûyerên li Efrînê qewimîn û rewşa dawî Aldar Xelîl wiha axivî: “Li van herêmên hatin dagirkirin, armanc û hewldan ew bû ku gelê Kurd û çanda demokratîk bê tunekirin. Herêmên dagirkirî veguherîne biryargehên navendî yên ji bo perwerdekirina çeteyan û belavkirina wan li çar aliyên cîhanê. Li van herêman hovîtiyeke li derveyî mirovahiyê heye. Ji bo tunekirina çanda gelê me, guhertina demografîk û nasnameyê polîtîkayeke îmhayê tê meşadin.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku xelkê Efrînê li ber xwe dide û wiha got: “Gelê me ji bajarên dagirkirî dûr neket. Ji bo her tim piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê li nêzîk ma. Bi taybetî xelkê Efrînê yê li Şehbayê silav dikim. Bi rastî jî gotin têra vegotina berxwedana wan nake. Çar sal in li Helebê û Şehbayê di nava şert û mercên gelekî giran de ne. Xelkê me yê li kampan, xelkê me yê Serêkaniyê û Girê Spî jî di nava şert û mercên giran de ne. Li benda roja rizgarkirinê ne. xwe dikin hêzeke rizgarkirinê. Bi vî ruhî tevdigerin. Ev ruh ruhê berxwedanê ye, ruhê welatparêziyê ye. Divê mirov hêja bibînin. Divê her kes bi vî ruhî tevbigere. Em bi wezîfeyên dîrokî re rû bi rû ne. Heta ku herêm neyên rizgarkirin mirov nikarin qala destketiyên şoreşê bikin.”

Aldar Xelîl têkildarî rewşa dawî ya têkiliyên navbera Rojava û Şamê wiha axivî: “Çareserkirina pirsgirêka Rojava û Sûriyeyê, divê bi hevdîtin û diyaloga navbera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê bibe. Tevî ku dem bi dem hin hewldan têne kirin jî gaveke cidî heta niha nehatiye avêtin. Rûsya û Ûkrayna tevî ku şerê hev dikin jî heyetên wan hevdîtinan dikin. Di navbera me û Şamê de tevî ku di asta şerê Rûsya û Ûkraynayê de şer tuneye jî hevdîtin nîne. Şam newêre, yan jî gef lê tê xwarin. Em nikarin tenê qala sedemekê bikin, gelek sedemên wê hene. Divê her kes baweriya xwe bi wê bîne ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk û aram pêwîstî bi diyalogê heye. Em dixwazin bi Şamê re diyalogê bidin destpêkirin. Gelek caran ji bo destpêkirina vê pêvajoyê, ji bo rizgarkirina Sûriyeyê ji vê krîzê em peyaman û nameyan dişînin Şamê. Em bi hev re dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Heta niha gavek şênber ber bi pêş ve nehate avêtin. Heta ku encam bê bidestxistin hewldanên me wê dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar