Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KONGRA–GEL: Peyama Newrozê azadiya Rêber Apo ye

Dîwana Hevserokatiya ya KONGRA – GEL Newroza sala 2022’yan pîroz kir û got “Meşa azadiyê ya ku di Newroza 73’an de dest pê kir, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan agirê berxwedanê bilind kir. Bi agirê Zekiye, Rehşan, Ronahî û Semayê agirê Newrozê gur bû.”

Dîwana Hevserokatiya ya KONGRA – GEL bi peyameke nivîskî Newroza sala 2022’yan pîroz kir.

Di peyama KONGRA-GEL de ev tişt hatin gotin:

“Newroza îsal di serî de li Rêber Apo, li tevayî hevalên li çiya û zindanan li ber xwe didin, li gelê çar parçeyên Kurdistanê û ên li derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn û dostên gelên Kurdistanê pîroz be. Bi vê wesîleyê Kawayê hemdem Mazlum Dogan, Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û hemû şehîdên Newrozê bi minet û rêzgirtin bi bîr tînin.

Destpêka meşa tekoşîna azadiya Kurdistanê, roja Newrozê ye. Rêber Apo 49 sal berê yanî di Newroza 73’an de bi komek hevalên xwe dest bi meşa azadiyê kir. Bi Newroza îsal jî em ê bikevin 50’emîn sala têkoşîna Rêber Apo û meşa azadiya gelên Kurdistanê.

Meşa azadiyê ya ku di Newroza 73’an de dest pêkir, Kawayê hemdem Mazlum Dogan agirê berxwedanê bilind kir. Bi agirê Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema her çû agirê Newrozê hat gurkirin. Keç û xortên kurd ji bo azadiya gelê me berdêleke pir mezin dan. Li ser vî esasî jî Newroz bû Newroza berxwedanê, bû Newroza azadiyê û serketinê. Bi agirên şehîdên Newrozê, li welat û li derveyî welat Newroz bû sembola berxwedan û azadiya gelên Kurdistanê.

Em wek tevger û gel, bi berxwedana Rêber Apo ya 24 salan û bi berxwedana gerîla ya ku şerê teknîk ê dijmin pûç kiriye, me sala 2022’yan bi moral û serketî pêşwazî kir, dewleta faşîst jî berevajî bi krîzeke pir giran û serneketî ket sala 2022’yan.

Him ji ber vê motîvasyonê him jî ji ber ku Newroza 2022’yan destpêka 50’yemîn sala têkoşîna Rêber Apo ye, di hemû çalakiyên îsal de tevlibûn û li xwedî derketina Rêber Apo de pêşketineke mezin heye. Di protestoyên komploya navneteweyî de, di çalakiyên 8’ê Adarê de, di tevlibûnên pîrozbahiyên Newrozê de ev yek bi vekirî xuya ye. Em ji ber vê hestiyariyê ji gelê xwe re spas dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.

Em wek tevger bi biryar in ku sala 2022’yan bikin sala têkçûna faşîzmê û bikin sala azadiya Rêber Apo. Ji ber vê yekê li welat û li derveyî welat bi girseyî tevlibûnên pîrozbahiyên Newrozê, ji bo azadiya Rêber Apo pir girîng e. Newroz û hemû xebatên sala 2022’yan ji bo azadiya Rêber Apo ye. Coş û mesajên pîrozbahiyên Newrozê yê li ser tevayî xebatên salê xwe bandor bike.

Ji ber vê yekê jî ji gelên Kurdistanê û dostên xwe re bang dikin ku em bi malbat û derûdorên xwe bi girseyî tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û bi peyameke bi hêz azadiya Rêber Apo bixwazin.

Em careke din Newroza Rêber Apo, a tevayî hevalan û ya gelê me pîroz dikin, di tekoşîna sala 2022’yan de ji bo herkesî serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar