Li bajar û navçeyên bi ser Herêma Egeyê ve jî kurdan û dostên xwe pîrozbahiyên Newrozê kirin. Li bajarên wek Aydin, Denîzlî, Manîsa, navçeyên Bandirma, Ayvalik ên bajarê Balikesîrê ve li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê bi hezaran kes tevli pîrozbahiyan bû û agirê Newrozê pêxistin û cejna Newrozê pîroz kirin.
AYDIN: Newroza Aydinê li taxa Osmanyozgatli ya li navçeya Efelerê hat pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay tevli bû û xîtabî gel kir. Di pîrozbahiyê de xelkê govend gerand.
MANÎSA: Li Manîsayê jî pîrozbahî li Meydana Lale hat lidarxistin. Pankarta “Em dimeşin azadiyê” hat vekirin. Rêz hat girtin. Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç xîtabî xelkê kir û li ser girîngiya Newrozê axivî. Di pîrozbahiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî li ber stranên hunermendan bi dawî bû.
DENÎZLÎ: Pîrozbahiya Newrozê ya li Denîzliyê jî li navçeya Merkezefendiyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûn. Dirûşm hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş tevli Newrozê bû, axivî û xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Pişt re li ber dengê berzkirina dirûşma girê Newrozê hat pêxistin.
BANDIRMA: Pîrozbahiya li navçeya Bandirmayê li taxa Yuzuncu Yilê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez û rêveberên HDP’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ber stranên hunermendan govend gerand.
Nacî Sonmez ê HDP’yî axivî û daxwaza azadiya kurdan kir û xwest ji bo her kesî mafê welatîbûna wekhev bê sepandin. Pişt re agirê Newrozê hat vêxistin û stranbêj Şoreş Can, Nîhat Baran û Gulşen Yildirim derkestin ser dikê û stran gotin û xelkê govend gerand.
AYVALIK: Pîrozbahiya li navçeya Ayvalikê jî li taxa Yenî hat kirin. Gelek welatî tevli pîrozbahiyê bûn û agirê Newrozê hat vêxistin.
BODRÛM: Li navçeya Bodrûmê jî pîrozbahî li taxa Yenîkavak hat pîrozkirin. Bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz Kaya jî tevli pîrozbahiyê bû û axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên şer. Pişt re agir hat pêxistin û girseyê li ber stranên hunermendên xwecihî govend gerand.