Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bayik: Li ber dagirkerî û xiyanetê rabin

Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik: Divê gelê Kurd bi ruhê Newrozê li ber dagirkerî û zexta dewleta tirk rabe û dawî li hevkariya PDK’ê bîne. Eger pêşiya vê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser gelê Kurd heye û eger pêşiya vê hate girtin, wê demê dikarin xwe biparêzin

ANF Images

Newroza Qendîlê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi hezaran welatî beşdarî Newrozê bûn. Di Newrozê de peyamên hatin dayîn de banga yekîtî û xurtkirina têkoşînê hate kirin. Hate diyarkirin divê li hemberî nokerî û xiyanetê helwest were nîşandan. Hevserokê Konseya Rêber a KCK’ê Cemîl Bayik jî bi dîmenekî ku şandibû Newroz pîroz kir û peyamên girîng da. Li aliyê din gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Newroza Azadiyê ya sala 50’emîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Hevserokê Konseya Rêber a KCK’ê Cemîl Bayik bi dîmen peyemek ji bo Newroza Qendîl şand û di serî de cejna Newrozê li gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gerîlayên azadiyê, girtiyên berxwedêr û hemû gelê Başûr û tevahî beşdaran û cîhanê pîroz kir.

Bayik anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK têkoşîna azadiyê di vê rojê de bi ruhê Newrozê ava kir û got: “Tu hêz nikare pêşiya vî ruhî bigire, ji ber ku ev ruh ruhê azadî, yekîtî, berxwedan û azadiyê, çareseriya pirsa Kurd e. Serok Apo bi ruhê Newrozê partî ava kir û bi vî ruhî gelek destketiyên mezin hatin bidestxistin. Eger ku li Başûr statuyek hebe, ev jî bi rola PKK’ê heye.”

Bayik anî ziman ku hêvî û baweriyeke mezin ji gelê Başûrê Kurdistanê heye ku di Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bike û wiha domand: “PKK sembola yekîtî û berxwedanê ye, nûnertiya hemû gelê Kurd dike. Qendîl ji bo Kurdan qela berxwedanê ye. Divê gelê Kurd rastiya Newrozê baş bizane. Newroz roja geşt û seyranê nîne, Newroz yekîtî û pêxistina berxwedanê ye.”

Bayik bal kişand ser şerê cîhanê yê sêyemîn ku li cîhanê tê kirin û got: “Yên ku Kurdistan parçe kirin û xistin xizmeta dagirkeran, ev hêzên modernîteya kapîtalîst e. Ji bo wê ye ku divê ji her kesê zêdetir li dijî vê sîstemê raweste. Me sala bihurî têkoşîneke pir mezin da. Berdêlên pir mezin da. Êş û azarên mezin kişand. Me bi saya van berdêlan pilanên dewleta Tirk têk bir. Gerîla destanên mezin li Garê, Werxelê, Mam Reşo, Zendûra û Girê Sor nivîsandin.

Şehîdên ku canê xwe bexşandine ne tenê ji bo PKK’ê û Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo hemû Kurd û Kurdistanê ye. Ji bo gelan û mirovahiyê ye. Şehîdên gelê Kurd şehîdên mirovahiyê ne. Niha dewleta Tirk a faşîst dixwaze Newroza Kurdan têk bibe.”

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayîk bal kişad ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker û ev nirxandin kir: “Eger ku dewleta Tirk îro siyaseta qirkirinê û êrişên dagirkeriyê li her derê dike û demografiya Kurdistanê diguhere, komkujiyan dike, ev hemû bi hêza ji PDK’ê digire ye. PDK li hemû beşan xizmeta dewleta Tirk dike. Me xwest PDK tevlî yekîtiya neteweyî bibe, lê mixabin kete xizmeta dewleta Tirk a dagirker û dijminên gelê Kurd. Dixwazin PKK’ê û gelê Kurd têk bibin. Divê gelê me vê rastiyê bibîne û bizane. Divê li dijî vê xiyanetê rawestin. Ji bo vê divê xwe biparêze û têkoşîna azadiyê zêdetir xurt bike. PDK bi vê tevgera xwe ya li gel dijmin metirsiyek mezin dixe ser gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê. Kes nikare Rêber Apo û PKK’ê ji derveyî Başûrê Kurdistanê bibîne. Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê me li seranserî cîhanê û çar parçeyên Kurdistanê daye destpêkirin. Rêber Apo xizmeteke mezin ji bo gelê Kurd kiriye. Nirxên mezin ava kiriye. Niha li Îmraliyê rehîn girtiye. Nabe gelê me tecrîd û êşkenceya li Îmralî qebûl bike. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya we ye. Divê gelê Kurd bi ruhê Newrozê li dijî dagirkerî û zexta dewleta Tirk rabe, dawî li hevkariya PDK’ê bîne. Eger pêşiya vê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser gelê Kurd heye û eger pêşiya vê hate girtin, wê demê dikarin xwe biparêzin.”

Hevserokê Konseya Rêber a KCK’ê Cemîl Bayik di dawiya peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Em dikevin sala 50’î ya Newroza Rêber Apo. Bi têkoşîn û berdêlên mezin gihan vê rojê. Ji bo vê divê em destketiyên heyî biparêzin, têkoşînê xurtir bikin. Dîsa di têkoşînê de roleke mezin a jinên Kurd heye, hem xwe û hem jî gelê Kurd bi cîhanê dan nasîn. Silav û rêzên taybet ji bo jinan û ciwanan dişînim, bi lehengî û fedekariyeke mezin têkoşîna azadiyê didin û li ber vê jî tiştek naxwazin. Canê xwe ji bo azadiyê û gelê xwe feda dike.”

Gerîlayan Newroz pîroz kirin

Li aliyê din gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Newroza Azadiyê ya sala 50’emîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin pîroz kirin. Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulistan Gulhat û fermandarên HPG’ê Xeyrî Xerzan, Dijwar Sason û fermandarên YJA Starê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Bi sedan şervanên HPG û YJA Starê jî li merasîmê amade bûn. Bi sedan gerîlayên ku tevlî measîma leşkerî bûn, derewa dewleta Tirk ku dibêje ‘Gerîla qediya, tune bû’ careke din pûç kirin.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulistan Gulhat li merasîmê axivî û wiha got: “Bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê destpêkê Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin û hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Di şexsê Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiyeyan de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Cejna Newrozê li gelê Kurd, mirovahiyê, dayikên şehîdan, hevrêyên li zindanan û şervanên azadiyê pîroz be.”

‘Em ji her demê bêhtir amade ne’

Gulhat bi bîr xist ku dîroka 50 salên dawî bi keda şehîdan hatiye afirandin û wiha deawm kir, “Di dîroka hemû neteweyan de gelek rojên pîroz hene. Rojên cejnê, rojên tolhildanê, rojên kêfxweşiyê, rojên aştiyê hene. Newroz bi Mazlûm Dogan re gihîşte asta herî bilind. Bi destpêkirina pêngava PKK’ê re Newroz careke din bi wate bû. Dema ku mirov îro bala xwe didin ser, dibînin ku di dîroka gelê Kurd de bi PKK’ê re hîn girîng bûye. Newroz hîn bêhtir bûye berxwedan, kêfxweşî û roja tolhildanê. Newroz ew roj e ku gelê Kurd careke din bû xwebûn û îrade.”

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulistan Gulhat destnîşan kir ku weke gerîlayên HPG û YJA Starê ew ji her demê bêhtir amade ne ku bi ruhê berxwedanê yê Apoyî dijminê dagirker têk bibin û got, “Newroza 2022’an wê ji her demê bêhtir bibe ew Nwroz ku gelê Kurd nêzî azadiyê û nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ji her demê bêhtir amade ne ku azadiya gelê Kurd û gelên herêmê misoger bikin.”

Piştî merasîma leşkerî gerîlayên HPG û YJA Starê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin.

Gerîlayên ku ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku îsal wê bibe sala tolhildanê û gotin, wê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. Gerîlayan li dora agirê Newrozê govend gerandin û dirûşmên “Bijî Rêber Apo”, “Tolhildan” û “Bijî Newroz” qîriyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar