Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG’ê derbarê êrîşên dewleta tirk de daxuyanî da

HPG’ê li ser êrişên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyek da û got, “Artêşa tirk a dagirker ku nekarî xwe li sekna bi heybet a gelê me û hêzên me yên gerîla rabigire, bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dewleta tirk ev agahî dan: “Gelê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi ruhê berxwedan û serketinê yê hêzên me yên gerîla ku li Mamreşo, Zendûra, Girê Sor û Werxelê berxwedaneke dîrokî kirin, herikîn qadên Newrozê. Hêzên me yên gerîla jî Cejna Newrozê li her qada ku lê ne bi coş û bi merasîmên bi heybet pîroz kirin. Artêşa tirk a dagirker ku nekarî xwe li vê sekna bi heybet a gelê me û hêzên me yê gerîla rabigire, êrîşên berfireh û giran bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye. Agahiyên li ser êrîşan wiha ne:

12’ê adarê saet di navbera 20:15-23:00 de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi çekên giran hat bombekirin.

14’ê adarê saet di 07:40’î de derdora gundê Sêdarê yê herêma Garê bi balafirên şer 3 caran û quntara Girê Biharê yê herêma Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

14’ê adarê saet di navbera 17:00-17:30 de qada Golka ya herêma Metînayê bi balafirên şer 2 caran hat bombekirin.

14’ê adarê saet di navbera 16:45-17:30’î de qada Werxelê ya Avaşînê, qada Saca ya Zapê û quntarên Girê Şehîd Şerîf ê Xakurkê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.

16’ê adarê saet di navbera 12:00-21:30’î de li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê helîkopter geriyan. Derdora gundên Serarû, Êdinê, Dergelê û Dêşîşê û derdora Girê Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16’ê adarê saet di 17:50’î de quntara Girê Ortê yê herêma Metînayê, saet di navbera 18:00-20:00 de qadên Karker û Girê Cehennemê yê herêma Zapê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.

17’ê adarê saet di 02:30’î de qada Şehîd Şahîn a herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hat bombekirin.

19’ê adarê saet di 16:00 de qada Gundê Gûzê ya herêma Garê 2 caran bi balafirên şer hat bombekirin Heman rojê saet di navbera 16:00-18:00 de qada Gundê Fileha ya herêma Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan, qada Kûnişka jî bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin.

20’ê adarê saet di navbera 00:30-02:30’î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê û qada Kela Bedewê ya herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

21’ê adarê saet di 12:00 de qada Kafya ya herêma Garê bi balafiran hat bombekirin.

21’ê adarê saet di navbera 09:00-12:00 de quntarên Girê Amediyê û Girê Biharê yên herêma Zapê 3 caran bi balafirên şer û qada Girê FM jî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin. Heman rojê qada Saca ya herêma Zapê 2 caran bi balafirên şer hat bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar