PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Parêzerên malbata Kûrkût rapora ‘Binpêkirinê’ da dadgehê

Hiqûqzanê Ceza Dr. Tîmuçîn Koprulu, der barê kuştina Kemal Kûrkût de raporek amade kir. Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkût de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye. Parêzeran jî bi vê raporê serî li dadgehê da.

Di Newroza 2017’an a li Amedê de polîs Yakup Şenocak li pêş kamera û girseyê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê 23 salî Kemal Kûrkût  qetil kir. Dadgehê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Piştî Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê biryara dadgehê xera kir, danişîna dozê îro dîsa tê dîtin. 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Lê Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herême bi biryarek balkêş doz xera kir. Hiqûqzan vê biryarê yekê skandala hiqûqê pênase dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li ser daxwaza parêzera malbata Kûrkût Prz. Reyhan Yalçindag, kesê di mijara ‘Ceza û Hiqûqa Muhakemeya Ceza’ de pispor Hîndekarê Hiqûqê ya Zanîngeha Atilimê Dr. Timuçîn Koprulu, têkildarî biryara xerakirina ceza de raporek amade kir.

‘Dewletê erka xwe ‘Binpê’ kir

Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkût de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye û wiha rapor bi encam kir: “Dema mirov bi gişti dinirxîne; “Dadgeh, li dijî xalên 6 û 13’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevgeriya ye. Dewletê li gel ku erkdaran ev peyvira xwe binpê kiriye jî lêpirsînek bi bandor nemeşandiye. Erka xwe ya pozitîf a der barê mafê jiyanê de îhlal kiriye.”

Pişti rapora Dr. Koprulu, parêzerên malbata Kûrkût Prz. Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebi rapor pêşkêşî Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn a Amedê kirin. Parêzeran duh rapor pêşkêşî Dadgehê kirin û anîn ziman ku biryara Dadgeha Îstinafê ya ‘Polîs emîrê amîr pêk aniye” li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn û li diji DMME’ê ye. Parêzeran xwest polîsê kujer Şenocak bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” bê cezakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar