Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kiribû. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn kuştin. Ferît Şenyaşar jî bi giranî birîndar bûbû. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi armanca kujer bên cezakirin û Fadil Şenyaşar bê berdan ji 9’ê adara sala 2021’ê heta niha Nobeda Edaletê digirin.
Emîne û Ferîd Şenyaşar 380 roj in li pêş Ediyeya Rihayê nobedê digirin û daxwaza edaletê dikin. Îro dîsa Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kirin. Malbatê, di çalakiyê de qala têkoşîna xwe ya edaletê bo parêzer û welatiyên rêya wan bi edliyeyê ketin kir. Heta niha bi hezaran kes hatine serdana çalakiyê.
Serdanên ji bo piştgiriya malbatê li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” didomin. Şandeyeke ji endamên Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNWE) ku ji aktîvîstên li dijî şer û aştiyê diparêzin pêk tê, hatin serdana çalakiya malbatê. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Taştan Arserîm jî li gel şandeyê bû. Malbatê şande bi wêneyê ambulansa di 14’ê hezîrana 2018’an de rastî êrişê hatî pêşwazî kir.
‘Li pêş çavê dayika min qetil kirin’
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de ji bo şandeyê axivî û wiha got: “Di şer de kesek êrişî ambulansan nake. Lê ambûlansa ku birîndar vediguhest, rastî êrişê hat. Tiliya parlamenterên AKP’î jî di êrişê de heye lewma dixwazin bi ser vê dosyayê bigirin. Ev komkujî, li ber çavên dayika min hate kirin. Ev 4 sal in jî biryara nepeniyê li ser dosyayê heye û yek kes jî nehatiye girtin.”
Dê raporê amade bikin
Li ser navê şandeyê jî endamê IPPNW’ê Dr. Med Gisela Penteker axivî û wiha got: “Hûn bi vê çalakiya xwe hem dixwazin kiryar bên girtin û hem jî edalet pêk bê. Heta edalet pêk neyê û kiryar neyên darizandin, hûn ne dikarin şîna xwe bigirin û ne jî li mala xwe rûnin. Bi taybet jî ji bo dayikê karekî gelek zehmete ku her carê vê êşê vedibêje. Dema em vegeriyan, dê raporeke ji çavdêriyên me pêk tê amade bikin. Heke destûra we hebe, em dixwazin ku nobeta we jî binivîsin.”
Şandeyê heta demekî bi malbatê re nobed girt û piştre ji malbatê qetiya.