Newroza 2022’yan, bi yek gotinek muazam bû. Ev muazamî tenê bi beşdarbûna girseyî pêk nehat. Coşek hebû, kelecanek hebû, herî zêde jî wêrekî hebû. Xofa tirsê di yek însanek de tune bû. Bêgûman peyamên vê berxwedanê jî aşkere bûn. Gel, bi rêya Newrozê eşqa xwe ya ji bo azadî û wekheviyê, carek din ji hemû cîhanê re qiriya.
Kin û kûrt, Newroza 2022’yan destpêkek nû bû û bi her awayî dixwuya ku ev serfirazî encama berxwedana bêhempa bû.
Li ser vê yekê gelek kes gotinên xwe gotin. Naxwazim wan dubare bikim. Lê belkû yê zêde li ser nehat gotin û axaftin, zikreşiya navxweyî ye. Ev Newroza, zikreşiyê jî, reşkeriyê jî aşkere kir.
Gelek caran min di nivîsên xwe de aniye ziman. Dîsa bêjim; tu car li dijî rexneyê derneketime. Rexne, wekî şîrê dayîkê helal e. Rexne, pêş ve dibe. Çi kes û partî û rêxistin û sazî ji rexneyê azade nînin. Madem tenê Xwedê şaşî nake, em dikarin ji Xwedê pê ve her kesî û her tiştî rexne bikin. Lê di vê Newrozê de ne rexne, bi rêya reşkeran zikreşiyên bêbingeh jî xwe aşkera kirin.
Bihesibînin, rewşen(ne)bîrek ku çendîn salê xwe di zîndanên dewletê de, di bin îşkenceyê de derbas kiriye, dikare bi hêsanî, bêje, “Kurdên HDP’yî tam 30 sal in di Newrozan de qadan dadigrin û govendê dikşînin. Encam:Vala! Saleke din em ê hev bibînin.”
Her wiha yên ku tometa li HDP’ê kirin jî hebûn. Hinek ji vana dixwestin mejiyan şolî bikin, digotin, “Ji bo pêşî li tevgerên din ên kurdan venebe, HDP û Hakan Fîdan li hev kirine û bi hev re dafikek nû ji kurda re amade dikin.”
Hinek reşker jî, hisaba kesên beşdar dikirin û digotin, “Bila HDP forta neke. Ev ên di qada de Newroz pîroz kirine, ne HDP’yî ne. Eger HDP ji xwe bawer e, bila deha yek a beşdaran di xwepêşandanek din de bicivîne.”
Ev çend mînakên ji hûndir in. Mixabin, mînakên bi vî rengî gelek bûn. Ev ên dixwestin peyama mîlyonan di çavê însanan de reşbikin, her weha qaşo welatparêz in û li dijî neyar in.
Mînakên aliyên dewletî, yên wekî Bahçeliyên faşîst ne girîng in. Ew dijmin in. Dikarin her cure gotinan bikin. Bêminnet in. Lê di welatparêziyê de!.. Ma em dikarin ji welatparêzek re bêjin, bêminnet e? Bi yek gotinek:Na!
Dîsa vegerim serî. Belê, eger van mînakên min hilbijart, bi rastî rexne bin, ser sera û ser çava. Yên elaqadar bawer im ew ê bersîva rexneyên wan jî bidana. Lê ev ne rexne ne, reşkirin e. Yên karê reşkirinê dikin jî reşker in. Ev reşker bi vê helwesta xwe ve tenê xizmetî neyarên kurda dikin.
Me behsa reşkeran kir, divê em behsa rikperestan jî bikin. Belê, piştî Newrozê hin rexne hebûn. Rexneyên li cî bûn. Hin ciwan di qadan de ala Kurdistanê vekiribûn. Em dizanin ku hin dilsozên PKK’yî ew ala wekî ala Kurdistanê nabînin. Dibêjin “Ew ala başûrê Kurdistanê ye, tevayî Kurdistanê temsîl nake.” Amenna! Ew raya wan e. Lê yên wê alê wekî ala Kurdistanê nas dikin jî hene. Mafê wan e ku wê alê li hemû qadan vekin heye. Ev sal bi gorî salên din gelek kêm bû. Lê dîsa jî ji ber ku ala Kurdistanê vekiribûn hin welatparêz ketin ber êrîşên hin xwenenasan. Ev şerm e.
Her weha, ji ber sembol û dirûşmên xwe, hin LGBTÎ’yî jî tûşî êrîşan hatin. Ev jî naye qebûlkirin. Mafê tu kesî tune ye, bi hestên xwe yên takekesî an jî bi rikperestî tevbigere.
Divê em reşkeran jî, rikperestan jî qebûl nekin. Eger em xwedî helwestek demokratîk bin divê tu kes nikaribe roja me reş bike.
Rast e, van kêmasiyên ku min nivîsandine, belku mîlyonê de du an sê ne. Li tevayî bakurê Kurdistanê eger 4 mîlyon însan beşdarî Newrozê bûne, belkî 10-12 bûyerên bi vî şeklî çêbûn. Lê eger em ji niha ve li hember van kêmasiyan tedbîr negrin, gotinên xwe nebêjin, dibe ku sibe kêm nebe, zêdetir bibe.
Gotina dawî: Ji rikperestiyê re çareserî heye. Rexneyên li cî jî dikare pêşî li rikperestiyê bigire. Ji ber wê îsal gelek kêm bû. Lê ji reşkeriyê re ew ê çawa çareyek were dîtin, bi rastî ez nizanim. Mixabin, wekî nexweşiyek bêçare dibînim. Xwedê wan îslah bike!