Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Peyamên Newroza 2022’yan

Bi hêsanî mirov dikare bibêje, Newroza îsal, hemû salên din li pey xwe hişt û derbas kir. Him bi beşdarbûnê, him bi berfirehbûna qadan û dibe ku ya herî giring jî, xwedîderketina li Rêbar Apo bû ya gelek li pêş a ji salên berê zêdetir. Her wiha coş û kelecan jî gelek xurt bû. Bi tenê heke ku mirov sala nameya Rêber Apo ya li paytext Amedê hat xwendin deynê alîkî, coş û kelecana vê salê jî zêdetir bû ji salên din. Vê Newrozê peyamên gelek watedar û pir giring da gelek cihên cuda yên yekser têkildarî pirsa gelê Kurdistanê ne.

1-Daxwaza Azadiya Rêber Apo

2-Hilweşandina “NEVRUZA” sixte ya dewleta tirka û dewletên din ên mêtinger,

3-Serketina NEWROZA dîrokî ya gelê Kurdistanê.

4-Parastina ziman, çand û hunera kurdî.

5-Avakirina Yekitiya Neteweyî

6-Bi giştî dewleta tirka û bi taybetî bersiv da Soylû, got “em him bi Rêberê xwe, him bi partî û saziyên xwe re ne”(PKK, PYD, PJAK, PAJK, HDP, HPG, YPG, YPJ û hwd.).

7-Daxwaza ji bo kurd û Kurdistanê statu.

8-Parastina destkeftiyan; Şoreşa Rojava, Mexmûr, Şingal, Qadên Parastina Medya û hwd.

Bi cewherî di vê çarçovê de, him bi gotin him jî bi dirûşmên xwe beşdarên Newrozê, bi dengê bilind qiriyan, erş û ezman hejandin û viyan û biryardariya xurt nîşan dan. Kurtasî mirov dikare were gotin ku referandumek pêkhat!

Jixwe ruhê berxwedana 8’ê Adarê yê tevgêrên jinên Kurdistanî û ruhê leheng û pêşengê Kawayê Hemdemî Mazlûman di Newroza îsal de gihiştin hev û germaya agirê Adara îsal, ji hemû salan pirtir geş û gûrtir bû.

Aşkere û zelal hat xuyakirin, di vê Newroza îsal de, ew tirsa dewletan hat şikandin. Şûna wê wêrekî, cesaret, viyan û giyana berxwedêr serwer bû.

Dikare were gotin, êdî tirs û xof, ji nava gel derket derbasî nava dilê Deheqên vê serdemê yên mîna AKP-MHP’î bûye. Her wiha heman bandor li ser hevkarên wan ên xwecihî yên Kurdistanê û piştgirên wan ên derve jî hat dîtin.

Jiber ku êdî cewherê NEWROZA dîrokî û NEWROZA hemdemî bi giranî gihiştine hevdu. Tê zanîn, berî Tevgêra Azadiyê Cejna NEWROZÊ weke cejnek ji rêzê û lawaz, nêzî ya olî an folklorî, bi tenê weke pîknîk û kêfê dihate pîroz kirin.

Lê Tevgêra Azadiyê, ji aliyê Rêber APO ve, di Newroza sala 1973’yan de despêkir, bi Mazlum Dogan ve ket qonaxa dudan û êdî gav bi gav ji aliyê Zekiyeyan, Rahşanan, Semayan, Ronahiyan, Berîvanan ve, cewherê Newroza dîrokî derbasî serdema me bû.

Di Newroza 2022’yan de, dikare were gotin, ew rastiya vê rojê û vê cejnê aşkeretir derket holê. Ev jî serketina di encama serîhildana li dijî zalimên wê serdemê de, bi nûjen bûn gihişt qonaxa îsal. Êdî gelê Kurdistanê, bi piranî di vê çarçova hanê de ya ku ev roj û ev cejna Newrozê, serkeftina di encama serîhildan û berxwedana mezin de bûye cejin, pîroz dike.

Jixwe dewletên mêtingerên Kurdistanê û hevalbendên wan ên xwecihî jî, bi zanebûn, Newroz ji naverok û cewherê wê dûr dixistin. Lê êdî weke ku bi giştî di pîrozbahiya NEWROZA îsal de derket holê, dikare were gotin ku êdî ev roj û ev cejin li ser bingeha xwe ya rast û bi rûmet hatiye damezrandin û êdî tu neyar nikare vê rastiyê ji xwediyê wê; gelê Kurdistanê û mirovahiyê dûr bixe.

Li ser vê bingehê mirov bi dilxweşî dikare careke din bêje: Newroz pîroz bû!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar