Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li ser gelê Newrozê êrîş û plangerî

Di Newrozê de, di serîde li bakurê Kurdistanê û hemû cîhanê bi milyonan kurdistanî daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Bi sekn û helwestên xwe, bi durişm û coşa xwe, giredaniya xwe ji bo nirx û têkoşînê carek din bi awayek pir xurtdaxwaza xwe anîn ziman. Îradeyek pir xurt û mezin danîn holê. Ev yek dilê hemû dost û hevalan şad kir û hêviyek nû avakir. Di heman demê de dilê dijmin, faşîst û dagirkeran jî reş kir.

Xuya bû ku wê dewleta tirk, xwe li ber vê yekê negire û wê êrîşan bike. Kurd kengî bibe xwedî îrade û li hember wan seknek bi rêxistinkirî û îradeyi deynên holê, li hember vê yekê dewlet tirk êrîş dike. Dixwaze vê yekê bişkîne. Di pêşiya Newrozê de diyar bû ku wê gelê kurd, ewqas xurt wê dakeve qadan. Disa xuya bû ku wê dewleta tirk, piştî Newrozê êrîşan bike. Pewistiya rejîma faşîst bi serkeftinek heye. Serkeftina ku sala 2021’an de dixwest, pêk nehat. Ji ber vê yekê jî pergala wan ket qeyranek mezin. A niha dixwazin xwe ji vê qeyranê rizgar bikin ve yekê jî, dixwazin li ser qirkirina gelê kurd pêk bînin. Vê carê hedef bi temamî destkeftî û statuya gelê kurd e.

Dîsa tê gotin ku dewleta tirk PDK ji îkna kiriye ku bi rastê rast tev li êrîşan bibe. Pêşî ev yek di Newrozê de ji aliyê hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ve hat diyar kirin. Ev yek di hîn malperên başûre Kurdistanê ve ji hat nivîsandin. Disa malperên nêzî PDK ji dibêjin wê PKK û YNK’ê êrîşên PDK bikin. Ev ji nîşan didin ku hin amedekari tên kirin û bingeh tên avakirin.

Di heyva adarê de, di navbera dewleta tirk û rayedarên PDK ‘ê de, di asta payabilind de, 3 hevdîtin hatin kirin. Di hevditina dawîde aliyê dewleta tirk bi heyetek berfireh tev li hevdîtinê bû. Di hevditinan de serokê îstixbarata tirk Hakan Fîdan, wezîrê berevaniya tirk Hulusî Akar, Îbrahîm Kalin û serokkomar Erdogan tev li bibûn. Ev kes rêveberiya dewlet tirk û rêveberiya şêr e. Ev hevdîtin ne jî rêzê bûn. Ne ji biryarên aborî û hîn tiştê dînin.  Xuyaye ku hîn biryarê siyasî hatiye girtin. Pistî hevdîtinên Îranê êrîşên Hewlêre kir û got min baregehên MOSSAD’ê kiriye hedef. Dîsa  di rojên dawî de di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de  hîn çûn û hatin û hevdîtin çêbûn. Hevdîtinên Îsraîl-Tirkiye, hevdîtin û  têkiliyên PDK û Tirkiyeyê, avakirina bloqa di navbera PDK, Tevgera Sadr û Suniyan de bi hev re girêdayine. Êrîşên Îranê li ser Hewlêr bi van tifaqan ve girêdayiye. Tirkiye ji dixwaze bi van tifaq û hevsengiyên nû tevgera azadiya gelê kurd darbe bike û hemî destkeftiyên gelê kurd, ji holê rake.

Eger ev tifaq û êrîş bi vî rengî çêbin, wê hemû destkeftiyên gelê kurd bikeve xeteriyê . Jixwe mirov dewleta tirk, Îran û Îsraîl fam dike. Naxwazin gelê kurd bibin xwedî îrade û statu. Eger PDK tev li şerek wiha bibe, wê seran serê  başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê bibe qada şerê di navbera kurdan de. Ên ku ji vî şerê jî feyde bigirin ne gelê kurd, wê dijminên gelê  kurd bin. Dive ev yek jî aliyê hemû hêz, partî, rêxistin, sazî, dezgeh, rewşênbîr ronakbirên gelê kurd ve, were dîtin. Dive li hember vê yekê herkes xwedî helwest be. Disa divê gelê kurd çawa ku di Newrozê de daket qadan, bi rihê Newrozê carek din li hember vê plana qirkirinê divê xwedî helwestek netewî be. Eger herkes li peywirên xwe yê netewî derkeve wê îsal bibe sala serkeftinê. Komara tirk dixwaze sedsaliya Komara Tirk bike sala qirqirina gelê kurd . Gelê kurd ji wê sedsaliya Komara Tirk bike têkçûyîna rejîma neteweperest nîjadperest û faşîst.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar