Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Fermandarê Pêşmergeyan: PDK hertim li gel dijminên gelê kurd de cih girtiye

Fermandarê Xwebeşx ê Pêşmergeyan Xazî Feysel, derbarê lihevkirina PDK’ê ya li gel dewleta tirk a ji bo êrîşê gerîla bike de got: “PDK hertim li gel dijminên gelê kurd de cih girtiye.

Piştî aşkere bû PDK’ê û dewleta tirk li ser êrîşkirina ser gerîlayên Kurdistanê lihevkirine, di nava gelê kurd û fermandarên pêşmerge de bû cihê fikar û nerazîbûnan. Fermandarê Xwebeşx ê Pêşmergeyan ê li navçeya Mexmûr Xazî Feysel, derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî û da zanîn ku PDK amadeye li dijî kurdan peywendiya xwe li gel hemû dijminên kurdan dayne.

Xazî Feysel da zanîn divê kurd li dijî dijminan xwedî yek helwestê bin, lê PDK zêde guh nade yek helwestiyê.

Di dewamê de Xazî Feysel diyarkir di navbera PDK’ê û dewleta tirk de ne tenê lihevkirina 50 salî ya neftê heye, belku lihevkirinên leşkerî û siyasî jî hene. Xazî got, “Bê minetiya PDK’ê ya li beramberî PKK’ê û YNK’ê bi cihanîna siyaseta dijminê gelê kurd e.”

Fermandarê Pêşmerge da zanîn ku divê aliyên kurdistanî li her çar parçên Kurdistanê li dijî PDK’ê helwestek tund nîşandin û rê nedin PDK şer bi firoşe hemû gelê kurd. Xazî Feysel got: “PDK ji destpêka avabûna xwe ve hertim şer firotiye gelê Kurdistanê. Hertim li gel dijminên gelê kurd de cih girtiye.”

Fermandarê Xwebeşx ê Pêşmergeyan aşkere kir ku li Çiyayê Qereçox ê nêzî Mexmûrê di navbera pêşmergeyên PDK’ê û çeteyên DAIŞ’ê de 300 metre hene û wiha domand: “Lê PDK bêy ku fîşekek li dijî DAIŞ’ê bi teqîne, hêzên xwe ji bo şerê li dijî PKK’ê dişîne. Me gelek caran Amerîka û çapemeniyê ji vê yekê agahdar kiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar