Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê du baregehên artêşa tirk ên li herêmên Mikilbês û Şêx Silêman topbaran kirin. Di encamê de du leşkerên artêşa tirk birîndar bûn.
Derdora bajaroka Mearet Nasan ya dikeve bakurê Idlibê jî ji aliyê balafirek Rûsyayê ve hat bombebaran kirin. Herwiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser herêma Idlibê jî digerin.
Dezgehên ragihandinê yên li herêmê daxuyand ku di encama topbaranê de, baregeha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam “Cebhet El-Nusra ya berê” hat ruxandin.
Hêjayî gotinê ye ku 15`ê Adarê balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Şenan ku nuqteyeke leşkerî ya artêşa tirk lê heye, topbaran kir.