Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir

Meclisa Ekolojiyê ya HDK’ê banga tevlibûna “Konferansa Avhewaya Gelan a Navnetewî” kir û diyar kir ku yên dibin sedema krîza ekolojîk dê ji bo gelan û xwezayê tu çareseriyê li pêş nexin

Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 3-5’ê hezîranê de “Konferansa Avhewaya Gelan a Navnetewî” dê li dar bixe. Meclisa Ekolojiyê beriya konferansê li Navenda Giştî ya HDK’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, endamên HDK’ê û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.

Endamê Meclisa Ekolojiyê Cemîl Aksu diyar kir ku êdî vegera talankirina ekolojiyê nîne û encamên krîza avhewayê li tevahiya dinyayê wek şewatan û lehiyan tê dîtin. Aksu anî ziman ku pergala kapîtalîst ji bo çend dewlemendan behiştê ava kiriye û ji bo hemû cûreyên zindaweran qiyametê aniye. Aksu da zanîn ku hemû felaketên pêk tên di heman rêjeyê de tesîrê li ser her kesî nake û di encamên krîza avhewayê û talankirina ekolojiyê de newekhevî û bêedaletiya kurewî heye. Aksu destnîşan kir ku pergala kapîtalîst berjwendiyên kapîtalîst diparêze û yên dibin sedema krîza ekolojîk dê ji bo gelan û xwezayê tu çareseriyê li pêş nexin. Aksu got ew ê di 3-5’ê hezîranê de konferansa xwe li dar bixin û banga tevlibûnê kir.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku ew kêfxweş in vê konferansê radigihînin û konferansa dê li dar bixin girîng e û ew her kesî vedixwînin konferansa xwe.

Endamê MYK’a HDP’ê Nacî Sonmez jî anî ziman ku konferansa dê bê lidarxistin girîng e û ew wek HDP’ê vê xebatê wek xebata xwe dibînin û xwedî lê derdikevin û banga tevlibûna konferansê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar