Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCK: Wê hesreta Qazî Mihemed û hevalên wî teqez pêk were!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Serokkomarê Komara Mehabade Qazî Mihemed û hevalên wî yên ku ji aliyê dewleta Îranê hatibûn darvekirin, bi bîr anî. KCK’ê diyar kir wê Kurdistana Azad a ku hesreta wan e, teqez pêk were.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyek weşand. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser doza gelê kurd û ev tişt anîz iman: “Ev rastî nîşanî me dide ku Kurdistana Azad û Îrana Demokratîk mumkin û nêz e. Ji  vî aliyî ve wê şehadetên li hemû parçeyên Kurdistanê wê bi Kurdistana Azad re watedar bibe. Wê wekî nemirên Kurdistanê di dîrokê de cih bigirin”

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Em Serokkomarê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî yên ku di 31’ê Adara 1947’an de ji aliyê dewleta Îranê hatibûn darvekirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Wê Kurdistana Azad a ku hesreta wan e teqez pêk were. Feraseta netewe-dewlet a ku wekî fesadiyekê ketiya nav Rojhilata Navîn û îdeolojiya wê nijadperestî sedsala 20’an kiriye sedsala qirkirina Kurdan. Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên mêtinger serî hildaye û azadî xwestiye. Vê daxwaza Kurdan jî rastî darvekirin û qetlîaman hatiye. Komara Mehabadê ya azad û xweser jî bi qetlîam û darvekirinan hatiye hilweşandin. Polîtîkayên darvekirin û qetlîamê yên Tirkiye û Îran li hemberî Kurdan dikin, nîşanî me dide ku di sedsala 20’an de li ser Kurdan înkar û zilmeke çawa heye. Îro jî li ser Kurdan polîtîkayên înkar, zilm û zextan heye. Gelê Kurd dixwaze tevî gelên herêmê di nav biratiyê de bi awayekî xweser û azad bijî, lê ev daxwaz nayê qebûlkirin. Li ser netewe, çand, gel, bîr û baweriyên derveyî feraseta netewe-dewletê polîtîkayên zext, zilm û qirkirina çandî didome.”

Di daxuyaniya xwe xwe KCK’ê wiha got: “Di sedsalên 20 û 21’an de di warê çaresernekirina doza kurdan de ne bi tenê gelê kurd êş kişandiye, dewletên herêmê û gelên wê jî nekarîne ji nav krîzên siyasî û civakî derkevin. Wekî ku Rêber Apo dibêje çaresernekirina doza kurdan wekî cezayekî li ser Rojhilata Navîn e. Welatên herêmê û Rojhilata Navîn ji bo ku ji krîzan derkevin, li van deran îstîkrar û aştî pêk were, divê doza Kurdan were çareserkirin. Pirsgirêkên siyasî û civakî yên Îranê îro çareserkirina doza Kurdan ferz dike. Ev rastî nîşanî me dide ku Kurdistana Azad û Îrana Demokratîk mumkin û nêz e. Ji  vî aliyî ve wê şehadetên li hemû parçeyên Kurdistanê wê bi Kurdistana Azad re watedar bibe. Wê wekî nemirên Kurdistanê di dîrokê de cih bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar