Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina wî ya ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi radestkirina wî ya Tirkiyeyê berdewam kir, 23 salan li pey xwe hişt. Komploya ku Amerîka, Îngilistan û Îsraîlê li serê hevpar bûn, bi tecrîda giran a ku hatiye daîmîkirin tê berdewamkirin û paradîgmaya wî jî ji bo nîjad û baweriyên cuda û beşên civakê yên bindest bûye hêvî. Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda şertê wê giran de tê girtin, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Herî dawî Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û piştî demeke kurt telefona wî hatibû qutkirin. Ji vê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin. Ocalan bi parêzerên xwe re jî herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anî.
Kurd ku Ocalan weke “vîna xwe ya siyasî” qebûl dikin û zêdetirî salekê ye jê agahî nagirin, amadekariya pîrozkirina 73’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd dikin. Kurd, rojbûna Ocalan weke rojbûna xwe qebûl dikin û her sal di 4’ê Nîsanê de bi meşên mîna “Rêwîtiya Ber bi Rojê ve” û “Ji Rojê re Azadî” li dar dixin û berê xwe didin gundê Amara yê navçeya Xalfetiyê ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye.
Meşa Amara
Îsal jî wê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4’ê Nîsanê de wê çalakî û û bernameyên cuda bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de wê di navbera 1 û 10’ê nîsanê de li gelek navenda dar bên çandin. Di 4’ê Nîsanê de jî wê ji navçeya Xalfetiyê ber bi Amarayê ve meşek bê lidarxistin.
Van pîrozbahiyên ku her sal mîna mihrîcanê derbas dibin, dema ku têne qedexekirin jî bi bûyerên tundî û mirinê derbasî dîrokê bûne. Mehmet Ocalan, hûrguliyên pîrozbahiyên rojbûna kekê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 2014’an ve 17 sal in bi awayekî girseyî tên kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
2004: Pîrozbahiya yekemîn
Ocalan, da zanîn ku pîrozbahiya yekemîn a girseyî di sala 2004’an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) ku bi KHK’ê hatiye girtin ve hatiye lidarxistin û rexmî astengiyan jî ji çar aliyên Tirkiyeyê bi deh hezaran kesî berê xwe dane Amarayê. Ocalan, destnîşan kir ku coşa pîrozbahiya yekemîn qet ji bîr nake û wiha got: “Tiştek nû bû û weke malbat em gelek kêfxweş bûn. Ji ber ku kurd ji salan ve bindest hatine hiştin piranî nizanin rojbûn çî ye û rojên wiha bi bîra xwe naynin an jî jê re dem venaqetînin. Kurd di rewşeke wisa de bûn ku nikaribûn rojbûna xwe pîroz bikin. Gelekî di vê rewşê de di sala 2004’an de dest bi pîrozkirina rojbûna birêz Ocalan kirin.
2005-2006: Tevlîbûnên zêdetir
Ocalan, bi lêv kir ku di sala 2005’an de girseyeke mezintir berê xwe daye Amara û û mudaxale li girseyê hatiye û gelek kes birîndar bûne. Ocalan, da zanîn ku rexmî astengiyan jî bi sedan kesî di rêyên cuda xwe gihandin Amarayê û wiha got: “Rojbûna vê salê ji sala berê bi coştir hat pîrozkirin. Di sala 2006’an de jî di bin bandora serhildanên 28-31’ê adarê yên li Amedê de hat pîrozkirin. Tevî astengiyan jî bi hezaran kes li qerexê Firatê hatin gelhev û rojbûnê pîroz kirin û qurnefîl avêtin Firatê. Hin welatî jî xwe gihandin Amarayê û li mala ku birêz Ocalan lê ji daiyk bû rojbûna wî pîroz kirin.”
2007: Tenduristiya wî tenduristiya me ye
Ji bo sala 2007’an jî Ocalan, destnîşan kir ku agahiyên jerhkirina Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyan daye û ev tişt got: “Bi deh hezaran kes tevlî meşa ku bi şîara “Tenduristiya te tenduristiya me ye” hat lidarxistin bûn. Rexmî astengiyan jî welatiyan xwe gihand mala ku birêz Ocalan lê ji dayik bûye û rojbûna wî pîroz kirin.”
2008: Pîrozbahiya di hewaya mihrîcanê de
Ocalan, bi lêv kir ku di sala 2008’an de ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes ji bo ku bên Amarayê li taxa Alîgor a navçeya Pirsûsê li hev kom bûne û rojbûnê di hewaya mihrîcanê de pîroz kirin. Piştî pîrozbahiya li vir girseyê berê xwe da Amarayê û polisan êrişê girseyê kir.
2009: Mûstafa û Mahsûm jiyana xwe ji dest dan
Dema ku rûpelên salnemayê 3’ê nîsana 2009’an nîşan didan bi deh hezaran kes li taxa Alîgor a Pirsûsê hatin gelhev. Piştî mihrîcana ku rojek berdewam kir, ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan bi deh hezaran kesî berê xwe da Amarayê. Ocalan, diyar kir di 4’ê Nîsanê de bi şîara “Azadiya te azadiya me ye” gel ket ser rêya Amarayê û wiha got: “Nêzî têketina Amarayê rê ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Di encama êrişa polis û cendirmeyan xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Mahsûn Karaoglan û karkerê înşaetê yê ji Pirsûsê Mûstafa Dag jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes xwestin bên Amarayê lê dewletê bi çekan êriş pêk anî û du ciwanan kuşt.”
2010: Rojbûna te rojbûna me ye
Ocalan, da zanîn ku di sala 2010’an de jî bi şîara “Ji Ocalan re azadî” û “Rojbûna te rojbûna me ye, azadiya te azadiye me ye” ber bi Amarayê ve meş hatiye lidarxistin û wiha got: “Li gorî sala ku Karaoglan û Dag jiyana xwe ji dest dan pîrozbahiyên vê salê girseyîtir bûn. Rexmî astengiyan jî girse ket Amara û pîrozbahî pêk anî.”
2011-2012: Pîrozbahiya di bin dorpêça rewşa awarte de
Ji bo sala 2011’an Ocalan, bi lêv kir ku ji dehan navendan bi deh hezaran kesî berê xwe daye Amarayê û pîrozbahî weke mirîcanê derbas bûye. Ocalan, diyar kir ku pîrozbahiyên sala 2012’an di bin dorpêça Rewşa Awarte de derbas bûne û rexmî hemû astengiyan jî bi deh hezaran kesî xwe gihandiye Amarayê û pîrozbahî pêk aniye.
2013: Bi sed hezaran kes tevlî bûn
Ocalan, diyar kir ku di sala 2013’an de pîrozbahî di pêvajoya çareseriyê de pêk hatiye û wiha got: “Bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiyên mîna mihrîcanê bûn. Ji ber ku astengiya dewletê tune bû pozê kesekî jî xwîn nebû. Mirov hatin bi çoş pîrozbahî pêk anîn.”
2014: Ocalan peyam şand
Di sala 2014’an de Ocalan ji bo pîrozbahiyê peyam şand. Ocalan, destnîşan kir ku peyama ku Ocalan şandiye mohra xwe li pîrozbahiyê daye û wiha axivî: “Peyama Ocalan ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi çoş hat pêşwazîkirin. Ocalan di peyama xwe de ev tişt got, ‘Ez îro bi we re li ser sifreya rojê ku li Amarayê hatiye danînim’. Birêz Ocalan rojbûna xwe weke rojbûna gelê kurd dît û ev rast e. Salên ku dewletê astengiyan dernexist kurdan mîna rojbûna xwe pîrozbahî pêk anîn.”
2015: ji çar milan ve meş
Ocalan, diyar kir ku di sala 2015’an de ji çar milan ve ber bi Amarayê ve meş hatiye lidarxistin û pîrozbahî mîna mihrîcanê derbas bûye. Ocalan, destnîşan kir ku pîrozbahiya sala 2015’an bûye pîrozbahiya herî dawî ku nehatiye qedexekirin.
Rexmî qedexeyê jî pîrozbahî
Daxwaza meşa Amarayê ya sala 2016’an bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û vegera ser meseya muzakereyê bû. Ocalan, dstnîşan kir ku bi pêvajoya şer careke din pîrozbahî hatin qedexekirin û di sala 2016’an de hemû rêyên ku dihatin Amarayê ji aliyê polis û cendirmeyan ve hatin girtin. Rexmî astengiyan jî hişn welatiyan xwe gihand Amarayê û rojbûnê pîroz kirin.
Ocalan, diyar kir ku di salên 2017 û 2018’an de jî rexmî qedexeyan bi hezaran kesî ji bo xwebigihînin Amarayê ketin ser rêyan. Ocalan, da zanîn ku di sala 2019’an de jî çend roja beriya 4’ê Nîsanê Amara hatiye dorpêçkirin lê rexmî hemû astengiyan jî kurdan deverên ku lê bûn pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê li dar xistin. Ocalan, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûna ya ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin mohra li pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên vê salê dane. Di sala 2020-2021’an de jî vîrûsa koronayê ji pîrozbahiyan re bû astengî. Ji ber pandemiyê van her du salan destûra pîrozbahiyê nehat dayîn û kurdan li her derê pîrozbahî kir.
Ber bi pîrozbahiya 73’emîn
Kurd, îsal 73’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Ocalan di bin siya agahî nagirtina jê de pêşwazî dikin. Mehmet Ocalan, got ku Pirsgirêka Kurd û nêzikbûna 4’ê Nîsanê bi hev ve girêdayiye û ev tişt anî ziman: “Bi zextê hûn nikarin rastiyê biguherînin. Gel dixwaze rojbûna rêberê xwe pîroz bike. Astengkirin ne çareserî ne. Heke Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk neyê çareserkirin.”
‘Em li benda mêvanên Ocalan in’
Ocalan, destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji bo kurdan remzeke û ev tişt gotin: “Birêz Ocalan, li vê mala li Amarayê çavê xwe li dinyayê vekir. Weke malbat em li benda mêvanên wî ne. Heke bixwaze pîrozbahî bike bila kes nebe asteng. Banga ji gel re heye; em li bendê ne herkes bê vir. Divê kes li pêşiya vê nebe asteng. Ev daxwaza gel e. Gel di Newrozê de bi dûrişmeyan azadiya birêz Ocalan qîriya. Ev deng di 8’ê Adarê de jî berz bû. Wê di 4’ê Nîsanê de jî ev deng berz bibe. 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 4’ê Nîsanê girêdayî hev in. Gel ji her demê zêdetir azadiya Ocalan dixwaze. Kes nikare ji vê daxwazê re çav û guhên xwe bigire. Tu hêz nikare gel û birêz Ocalan ji hev qut bike.”