Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Civînên giregir û girîng ên meha adarê!

Bê gûman di vê mehê de, bi giranî mijara hemû civîn, hevdîtin, daxwiyanî, ragihandin û hwd.bi giştî, di çarçova şerê Ukrayna de bûn. Jiber ku êdî navê wê li ser e; qonaxek giring a Şerê Cîhanê yê 3’yemîn!

Ji van civin, hevdîtin û ragihandinan, mirov dikare hinekan wisa rêz bike.

  1. Bêgûman yên herî mezin û berfireh û di rojekê (24.3.2022) de li pey hev li Brukselê pêk hatin; NATO, YA û G7.
  2. Civînaa YN (KP) di roja ewil de; 11 erê, 3 bêalî (Çîn, Hindistan û YME) man. Du rojan (26-27’ê Sibatê hema li pey şerê Ukraynayê bi 3 rojan) li ser hev kom bûn, lê di roja dudan de jî jiber mafê vetoya Çînê û Rûsyayê bê encam bi dawî bû.
  3. Civîna bilind a 6 dewletan li Çola Necefa Israilê pêk hat; DYA, Israîl, Misir, Fas Bahreyn û Yekitiya Mîregtiya Ereban. Armanca vê civînê; 1- Li dijî Îranê têkoşîna hevpar. 2- Ji bo çareserkirina pirsgrêka Filistîn-Îsraîl; pêkvejiyana dudewletî. 3- Guftugo liser şerê Ukraynayê! Civîna bilind a 3 qolî jî berî 4 rojan li Misrê pêkhatibû; Misir-Israîl-Yekitiya Miregtiya Ereban.
  4. Forma Dîplomasiya Antalya; li vira Lavrov û Kuleba jî li hev rûniştin.
  5. Heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê civiyan. Lê civîna roja dudan hate paşvexistin. Rûsya ji axaftinên Î.Kalin ên li dijî Rûsyayê pir hêrs bû.
  6. Bîden, piştî civînên Brukselê çû Polonyayê.
  7. Wezirê derve yê Sûriyeye Feysel Miqdat, berî şerê Ukraynayê bi rojekê çûbû Moskovayê!
  8. Wezîrê derve yê İranê çû Şamê.
  9. Zelensky got; gunehkarê kuştina sivîlan NATO ye!
  10. Senatorê Emrîkî Lanes Grahm got; “ma qey Britusek nîne ku Pûtîn bikuje”?!
  11. Trump, got “em bi frokeyen al’ên Çînê, li Rûsyayê bidin, bila Çîn û Rûsya bihev bikevin û em jî wan temaşe bikin”!
  12. Semir Handal’ê Filistînî yê gûmankujerê Jovend Moise’ê Serokdewletê Haîtî, li Stanbolê hate girtin!
  13. Wezîrên derve yên Çînê û Italyayê gotin “em dixwazin di şerê Ukraynayê de navbênkariyê bikin
  14. Serokwezîrê Israilê Bennett, ji Moskovayê peyama Pûtîn girt û gihand Di heman demê de Bennett û Scholz jî gotin “em dixwazin di şerê Ukraynayê de navbênkariyê bikin”!
  15. Ehmedî Nejad hinek gotinên balkêş weke mînak “em mafê çarenûsa gelan nas dikin û” li gel vêna 5 xalên reformîst pêşkêş kir. Her wiha got “Rojava (DYA û YA), dixwazin Siûdî Erebistan bikin 4 parçe, Tirkiyê bikin 3 parçe û Îranê bikin 6 parçe”
  16. Macron got “em xweseriya KORSIKA’yê dikarin bi pejirînin”!
  17. Vezîre derve Îrane Abdullahiyan çû Moskovayê di 15.3.2022’yan de.
  18. Li goreyî raya giştî: DYA, krîza Çîn-Tayvanê tevdide!
  19. Vezîrê Derve Î ranê Abdullahiyan cara dudan çû Şamê; di 24.3.2022’yan de.
  20. Civîna 7’an a li Cenevreyê ya Komîta Makezagona Sûriyeyê, dîsa bê encam belav bû.
  21. Serokwezîrê Macaristan Orban, du daxwazên Zelensky red ki
  22. Norveçê, nexwest ku NATO li welatê wan xebatê bike!
  23. Serokwezîrê Kosova, biryar girt ku êrîşî Sirpan bike. Dewleta Tirka ya yekemîn bû ku serxwebûna Kosova ya 2008’an nas kir!
  24. Şerê Ukraynayê, dubendî xist navbêna Ortodoksan!
  25. Koreya Bakur, ceribandina herî meddirêj a Fuzeya Balistik pêkanî.
  26. Rûsyayê got “me li Ukraynayê ji 36 SÎHA’yên Tirka 35’ên wan xistin erdê”!
  27. Krîza hilbijartina Serokkomarê Iraqê hîn jî dewam dike. Sedemê wê; nakokiyên navbêna Îranê û Emerîkayê Hilbet li vira, yê di nava vê krîzê de xwedî rola sereke ne Îran, Israîl, Tirkiye û PDK ne!
  28. Mesrûr Berzanî got “di nêz de em ê, bi Israîlê re, karibin xazê bidin Tirkiyeyê û Ewrupayê”! Jixwe êrîşên fuzeyên Îranê yên li Bexdayê û Hewlêrê li pey van daxwiyaniyan zêdetir bûn. Her wiha di heman rojan de, bi serdana serokkomarê Israîlê Herzog ra, R.Erdogan jî, mîna heman gotinên Berzanî, daxwuyanî dabû çapemeniyê!
  29. Zelensky, bi piraniya meclisên dewletan re, bi rêya video telefonê axivî û alîkarî xwest!
  30. Lavrov, nuha mêvanê hevsengê xwe yê Çînê Wang Yi ye; (30 Adar 2022!)
  31. OPEC sibê civîna awarte çêdike; (31 mart 2022!)

 

Li himberî her du eniyên sereke ku di şerê Ukraynayê de cih standine û her enî jibo xwe xurtir bike ketiye nava hewldanan; civînan, hevdîtinan pêktînin û daxwiyaniyan didin, hêz an jî eniya demokrasiyê û azadixwaz a xwedî rêya 3’yemînne bê hewldan e.

Bêgûman serkêşiya vê eniya xwedî rêya 3’yemîn, Tevgêra Azadiya Kurdistanê dikişîne û felsefeya wê ya Rêber APO ye.

Dikare were gotin ku paralelî vî şerê Ukraynayê û hewldanên hêzên hegemonên cîhanî, têkoşîna Tevgêra Azadiyê jî, bi taybetî di vê heyva Adarê de, ji hemû salên din bêhtir gûr û geş bûye.

Bi ruhê berxwedana Mazluman û Rahşanan ve di 8ê Adarê de agirê têkoşînê bi pêşengiya jinan hate pêxistin, di 21ê Adarê de bi agirê Newrozê ve geştir bû û di 21-28ê Hefteya Qehremaniyê de, bi tevlêbûna milyonan, him li her çar parçeyê Kurdistanê û him li hemû cîhanê, ev germahî û ronahî gihişt mirovahiyê jî.

Jibo di vê astê de beşdarbûn û ewqas coş û îradeyê, gelek şîrovegeran got in: Ev referanduma gelê Kurdistanê  bû, ev kongreya giştî ya gelê Kurdistanê bû û hwd. Hemû rast in!

Wisa diyar e ku ev coş û germahî, ew ê heta 4’ê Nîsanê venemire, li gel hemû astengên dewleta faşîst jî ew ê her dewam bike û di 4ê Nîsanê de ev îrade û ruhê berxwedanê û pîrozbahî li Amarayê were tacîdar kirin!

Ji nuha ve 4’ê Nîsanê jî li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be!

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar