Her sal di 4’ê Nîsanê de rojbûna Rêber Apo tê pîrozkirin. Ew Rêberê ku ji bo milyonan têdikoş e. Ew şoreşgerê ku ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê kedê dide. Lewma jî rojbûna Rêber Apo wekî rojbûna mirovahiyê tê dîtin. Ew roja ku ji Amarayê hilat, li rojhilata navîn bû şewqa ronahiyê.
Rêber Apo hê dema ku li gundê Amara bû û zarok Apo kete nava lêgerînan. Ji xwe, zarokatiya xwe û malbata xwe dest pê kir. Nakokiyên heyî dîtin û ket pey wan. Jixwe her carê jî qala zarokatiya xwe û gund dike. Dema ku li Enqerê diçe zanîngehê jî dide pey fikrên şoreşgerî. Di wan salan de bayê tevgera ciwanên şoreşger ên li Tirkiyê hebû. Rêber Apo ji wan bi bandor dibe. Dema ku Denîz Gezmîş û hevalên xwe tên darvekirin, Mahîr Çayan û hevalên xwe tên qetilkirin ew jî vala nasekine. Ji bo bîranîna wan çalakiyê pêk tîne û wê demê tê girtin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve jî dide pey xeyalên wan. Ji bo bîranîna wan ciwanan rêxistin dike. Bi demê re ev rêxistinbûn veguherî partiyê.
Piştî ku PKK hat avakirin êdî navê Rêber Apo ji aliyê her kesî ve hat bihîstin. Gelek kesan ji bo dîtina Rêber Apo berê xwe dan rojhilata navîn. Ji akademîsyen heta rojnamevan û nivîskaran xwe gihandin Rêber Apo. Êdî fikrek nû û bîrdoziyek nû li meydanê bû. Ew serhildanên Kurdan ku berê têk çûbûn niha ne wekî berê bû. Rêber Apo bi milyonan kes dan dora xwe û ji bo jiyanek azad da ser rê. Ne dewletek li pey wî hebû, ne jî desthilatdariyek, lê bi milyonan kes li pey bûn. Ew roja ku ji Amarayê hilat bibû şewqa mirovahiyê. Gelo wan kesan çawa û ji bo çi ewqasî bawerî bi Rêber Apo anîn ?
Rêber Apo wêrekî dida wan mirovan. Hişt ku mirov karibe li ber xwe bide û serê xwe netewîne. Vê îradeyê hişt ku her tim bi ser bikeve û zindî bimîne. Dema ku mirov li serok û lîderên dinyayê dinêre dibîne ku qesr û qonaxên wan hene, lê yê Rêber Apo ne wilo bû. Ji bilî mal û milkê wî milyonan kes li pey bûn. Şoreşgerekî bifikirin ku tevahiya jiyana xwe ji bo gelê xwe feda dike. Rêberekî ku 24 saetan ji bo civakê serê xwe têşîne û ji bo aramiya wan dixebite. Ew jî Rêber Apo ye. Li her qada ku lê ye ew der veguherandiye navendek çareseriyê. Tevî ku 23 sal in girtî ye û tecrîdkirî ye, dîsa jî hewldanên wî ji bo çareseriyê ne.
Li zindana Îmraliyê bi dehan pirtûk nivîsandin. Ew pirtûkên wî manîfestoyên jiyana azad in. Ji bo demokrasî û azadiyê perspektîfên serkeftinê ne. Lewma akademîsyen û rewşenbîrên cîhanê jî didin pey fikrên Rêber Apo û li ser wan nîqaşê dikin. Ev yek nîşan dide ku bê ev tevger çiqasî li ser şopa heqîqetê ye. Tevgerek ku ti carî kevin nabe û naşike. Her tim zindî dimîne û mezin dibe.
Rêber Apo ji Amarayê şoreşek da destpêkirin û îro ev şoreş gihaye milyonan kesî. Êdî wilo bûye ku her der bi fikir û ramanên Rêber Apo tijî bûye. Lewma jî her der bûye Amara. Her kes êdî li ser şopa wî Rêberî dimeşe û dixwaze bibe layiqî wî. Berê di her roja 4’ê Nîsanê de xelkê berê xwe dida Amarayê. Lê ji ber qedexe û astengiyên dewleta Tirk nema dikarin girseyî biçin wê derê. Ji bo vê yekê jî her kes li qada xwe pîrozbahiyan pêk tîne û vê roja pîroz pêşwazî dike. Êdî fikir û ramanên Rêber Apo li her derê ye û rojbûna wî li her derê tê pîrozkirin. Ew kesên dixwestin rojê li Kurdan tarî bikin negihîştin armanca xwe. Îro roj hilatiye û şewqa xwe daye her derê. Ew roja Amara ye û bûye dengê her kesî. Rêber Apo êdî li malê her kesî û kolanên her bajarî ye. Ne tenê Rêberê Kurdan, ew Rêberê jiyanek azad e. Ji sosyalîst heta çepgiran her beşa civakê li dora Rêber Apo bûye xelek. Ew roja ku li Amarayê hilat pîroz e li Kurdistanê. Bi gotinên xwe yên zêrîn şoreşekê ava dike. Ew Rêberekî azad e û êdî her der bûye Amara.