Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan neyar e divê kurd nekevin dafika wî

Devleta tirk ev nêzî salek e bi awayekî tund êrişî başûrê Kurdistanê dike. Di vê êrişê de dixwest ku PDK’ê jî beşdarî hêzên wan bibe. Ango PDK, ne tenê bi piştgiriya lojîstîk, bi hêzên xwe yên bejayî jî bi tevî leşkerên tirk li dijî PKK’ê şer bike.

Dewleta tirk ji bo vê armanca xwe gelek provokasyon pêk anî. Di sala 2020’an de çend gerîlayên HPG’ê li Zînê Wertê dema ji hevdîtînek vedigeriyan, êrişî wan kir û gerîlayan şehîd xistin. Gerîlayan, ji bo aloziya li herêmê çareser bikin, bi hêzên sînor a bi ser Iraqê re ku di nav wan de gelek PDK’î jî hebûn, hevdîtin pêk anîbûn. Dewleta tirk piştî hevdîtinê di rêya vegerê de li wan da.

Provokasyon bi vê yekê nema. Ev car bi zexta dewleta tirk hêzên taybet ên PDK’ê berê xwe dan qadên şer. Li hin ciyan navbera hêzên PKK û PDK’ê teqe çêbûn. Mîn peqiyan. Di van bûyeran de pêşmerge û gerîla şehîd bûn. Her carê ku li herêmên ku şer alozî di navbera PDK û PKK’ê çêdibûn, dilreş û neyarên kurda kêfa xwe dianiyan. Hêzên kurdan, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, ronamevan û dostên wan jî hewl didan ku ji aloziyan şerekî navxweyî dernekeve. Belê, kurd û dostên wan aloziya di navbera PDK û PKK’ê de diqewimiyan çareser nekirin, lê rê jî nedan ku kurd careke din bi şerê xwekûjî re rûbirû bibin. Bi kin û kurt, provokasyonên dewletê pêk nehatin.

Di vê heyamê de tiştek din jî hat dîtin; ew jî berxwedana gerîla bû. Hêzên HPG’ê diyar e xwe li gorî êrişên hemdema teknolojîk amade kiribûn û bi taktîkên nû bersîva hêzên dagirker didan. Ev taktîkên nû û şerê tunelan serkeftinê jî bi xwe re anî. Ji ber vê berxwedanê û têkbirina provokasyonan dewleta tirk armanca xwe pêkneanî.

Di vê biharê de dewleta tirk careke din di nav hewldanê de ye. Tê gotin ku amadekariya şerekî mezin tê kirin. Ji bo careke din têk neçin jî, dixwazin ji hêzên PDK’ê îstîfade bikin. Ango hêzên PDK’ê rasterast di êrişan de cîh bigre.

Piştî hevdîtînên Nêçîrvan Barzanî yê serokê herêmê û Erdoganê neyarê kurdan, ev plan deşîfre bû. Erdogan çendîn car behsa hevkariya PDK û dewleta Tirk kir. Çi PDK’î ev hevkarî nederewand. Erdogan her weha behsa hevkariyên ser bi gaza xwezayî û nefta Başûrê Kurdistan û Iraqê jî bi lêv kir. Got: “Piştî hilbijartina serokkomariya Iraqê em û Barzaniyan ji bo gaz û nefta Iraqê hin gavên girîng bavêjin.”

Ev peyvên Erdogan, Mesrûr Barzanî yê serokwezîrê herêmê jî piştrast kir. Mesrûr Barzanî di konferansa endustriyê ya li Dubaî de hate çêkirin, got: “Em dikarin bi gazên herêmê pirsa enerjiya Ewropayê çareser bikin.” Mesrûr Barzanî nav neda, lê eşkere kir ku ji bo vê yekê navbera wan û dewleta Tirk de peyman jî hatine çêkirin.

Tiştên Mesrûr Barzanî kêm hişt, Elî Heme Salihê serokê komîsyona enerjiyê ya parlamentoya Başûrê Kurdistanê temam kir. Elî Heme Salih got: “Ji bo gaza xwezayî bigihînin Ewropayê amadekariya me didomin. Ev gaz ew ê bi rêya boriyan ji ser Tirkiyê werin rêkirin.” Elî Heme Salih peyvên xwe domand û agahî da ku ji bo avakirina boriyan beşa yekemîn û duyemîn ya projeyê hatine temamkirin.

Bêguman, têkiliyên aborî ya dewleta tirk û Başûrê Kurdistanê heq e. Çi kes nikare dijberî bike. Lê eger ev bazarî li ser xwîna kurdan were kirin, divê em bi zelalî li ser rawestin. Bi van amadekariyan wisa xuya dike ku dewleta tirk û PDK’ê bazarî û têkiliyên xwe li ser PKK’ê, her wiha li ser xwîna kurdên Bakurê Kurdistanê didomînin. Ya xeter ev e. Ev, dibe ku careke din rê li ber xwekujiyê veke.

Rewş ev e. Divê wê demê em ji hev re rastiyê bêjin. Banga li hêzên din çi wateya xwe tune ye. Divê bi yek dengî bang li PDK’ê were kirin ku nekeve dafikên Erdogan ê neyarê kurdan. Bêguman mafê tu kesî tune ye ku bêje, PDK dev ji hemû têkiliyên xwe berde. Na, bila têkiliyên xwe bidomîne, bazariyên xwe bike, neft û gaza Kurdistanê bifroşe. Lê dema van têkîliyan didomîne, bila bazariya xwe li ser têkoşîna azadiyê ya Bakur an Rojavayê Kurdistanê neke. Eger rê li ber vê bazariya qirêj neye girtin, ne tenê PKK, di serî de PDK hemû kurd winda dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar