Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerîk: Divê em encaman ji têkoşîna Qazî Mihemed û Mahîr Çayan derxînin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi minasebeta salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevrêyên wî û Mahîr Çayan û hevrêyên wî nirxandin kir.  Şerîk wiha got: "Divê ji têkoşîna Mahîr Çayan û Qazî Mihemed ders bêne derxistin. Divê em xwe bispêrin têkoşîna yekbûyî û hêza xwe."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk ji ber salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevrêyên wî û Mahîr Çayan û hevrêyên wî nirxandin kir. Cemal Şerîk bi bîr xist ku beriya 50 salî li Kizildereyê Mahîr Çayan û hevrêyên wî şehîd bûn û di şexsê wan de şehîdên şoreşê hemû bi rêzdarî bi bîr anî.

Şerîk anî ziman ku Mahîr Çayan û hevrêyên wî hem bi têkoşîna xwe hem jî bi şehadeta xwe temsîla têkoşîna şoreşê di şexsê xwe de kirin, di heman demê de bûn destpêka têkoşîna dema bê ya şoreşgerî.

Şerîk wiha got: “Nabe ku mirov ji bo Kizildereyê bêje, dawî bû. Na, ew destpêk e. Bi gava Rêber Apo re Kizildere bû destpêk.” Bi dewamî Cemal Şerîk ev nirxandin kir: “Mahîr Çayan û hevrêyên wî bi têkoşînê bersiv dan dema 12’ê Adarê, rêya têkoşînê ya li dijî dîktatoriya faşîst leşkerî nîşan dan, rastiya dijmin bi rengekî şênber raxist pêş çavan, rastiya dewletê bi çalakiya xwe nîşan dan. Bi pratîka xwe nîşan dan ku heta li dijî dewlet û desthilatdariyê têkoşîn neyê meşandin, encam bi dest nakeve. Çalakiya wan tê vê wateyê.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku Mahîr Çayan û hevrêyên wî rêya têkoşîna yekbûyî destnîşan kirin û ev tişt anî ziman: “Eger li dijî darbeya leşkerî ya faşîst têkoşîneke bi vî rengî ya yekbûyî karîbûya bihata meşandin, îro em ê di nava şert û mercên gelekî cuda de bûna. Tirkiye û Kurdistan wê niha di pêvajoyeke gelekî cuda de bûna. Wê demê têkoşîna yekbûyî nekarî bê afirandin, ev yek jî bi kêrî darbeya faşîst leşkerî hat.”

Şerîk anî ziman ku pêngavên şoreşgerî, têkoşîna gerîla, têgihiştina civakî, destketiyên siyasî yênt evgera Apoyî îro li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tevgerên şoreşger destketiyên mezin afirandiye û wiha dewam kir: “Ev destketî dikare bi têkoşîneke yekbûyî hîn bêhtir bi pêş ve bê birin. Şert û mercên vê yekê hene. Esaswergirtina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya 12’ê Adarê wê têkoşînê bi pêş ve bibe. Ev yek wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye. Bersiva herî bi wate ya ji bo bîranîna Mahîr Çayan û hevrêyên wî re bê dayin ev e.”

‘Divê em encamê ji şehadeta Qazî Mihemed derxînin’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi bîr xist ku 31’ê Adarê ji bo gelê Kurdistanê dîrokeke gelekî girîng e û wiha got: “Di 31’ê Adara 1947’an de Serokkomarê Kurdistanê, Serokkomarê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevrêyên wî hatin darvekirin. Wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê em ji şehadeta Qazî Mihemed û hevrêyên wî encaman derxînin. Çawa ku têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê gelan azad bike, li Kurdistanê jî encamên ku ji şehadeta pêşengên damezrandina Komara Kurd a Mahabadê bêne derxistin wê destketiyên girîng bi xwe re bîne. Çi ne ev encam? Komara Kurdistanê wê demê çawa ava bû, çawa hilweşiya? Encama ku em jê derxînin jî ew e ku xwe bispêre hêza xwe û azadiya xwe tenê bi vî rengî misoger bikin. Şert û mercên herêmî û navneteweyî dibe ku derfetan pêşkêş bikin, lê belê girîng e ku encamên rast jê bêne derxistin. Ev jî bi wî rengî dibe ku mirov xwe bike îrade û xwe bispêre hêza xwe. Di nava şert û mercên wê demê de komar ava bû, lê belê bi destwerdana ji derve hem komar hate hilweşandin hem jî pêşengên wê hatin qetilkirin. Wê demê divê mirov şert û mercan binirxînin û xwe bispêrin hêza xwe. Eger bibe hêza îradî hem zemînê xwegihandina armancê çêdibe, hem jî em ê karibin bikin ku hêzên navneteweyî jî helwesta xwe diyar bike. Eger ev nebe, destketî di nava kîjan şert û mercî de çêbû be, bi bidawîbûna wan şert û mercan re wê destketî jî biqedin.”

Cemal Şerîk herî dawî ev tişt anî ziman: “Em di sala 10’an a Şoreşa Rojava de ne. Destketiyên sala 10’emîn wê bibe nîşaneya şênber a vê yekê. Lewma dilsoziya bi bîranîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî ew e ku Şoreşa Rojava bê xurtkirin. Bi vê wesîleyê Qazî Mihemed û hevrêyên wî careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar