Operasyona leşkerî ku Tirkiyeyê di 23’yê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin hema hema salek li pey xwe hişt. Tevî hemû hewldanan jî di operasyonên ku bi piştevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên kirin de pêşketinek çênebû. Di van demên dawî de hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî zêde bûn û nîşaneyên operasyoneke berfireh tê dayîn. Li hêla din ve êrişên li ser Şengal û Mexmûrê jî berdewam dikin. Piştî “Peymana Şengalê” ya di 9’ê cotmeha 2021’an de ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate mohrkirin, êrişên li ser herêmê jî zêdetir bûn. Herdu aliyên ku bi daxwaza Tirkiyeyê dixwazin li herêmê peymanê bi cih bînin, di nava amadekariyên nû de ne.
Hêzên Artêşa Iraqê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîwarekî bi bilindahiya 3 mîtroyan, 75 santîmîtroyan stûr û bi dirêjahiya 250 km’an çê dikin. Bi vî dîwarî re tê xwestin ku têkiliya di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gundên ereban de qut bikin. Rojnameger Rojbîn Denîz têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Rojnameger Rojbîn Denîz diyar kir ku hêzên ku dixwazin peymana 9’ê Cotmehê li Şengalê pêk bînin, her carê têk diçin û wiha got: “Mirov nikare bibêje tiştên ku di 2014’an de bi destê DAIŞ’ê hatine kirine bi dawî bûne. Hêzên ku rê li ber vê êrişa çeteyên DAIŞ’ê vekiribûn, serî li gelek planan dan. Di nava van de hêzên pêşeng PDK, tifaqa AKP-MHP’ê ya li ser dijminatiya kurd-êzdiyan li hev kirine û hêzên derve yên ku xwe weke dost nîşan didin hebûn. Her plan û cihê ku êrişên wan pêk dihatin qadên berxwedanê bûn. Hewlêr-Bexda û weke hêza veşarî Tirkiyeyê, di 9’ê cotmeha 2021’an de di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) peymanek îmze kir û xwestin vîna civaka êzdî bişikînin û fermanê temam bikin.”
Bi domdarî Denîz destnîşan kir ku bi peymana 9’ê Cotmehê re hewl tê dayîn ku polîtîkaya qirêjî ya li ser Şengalê xurtir bikin û wiha domand: “Di hêla leşkerî de heta niha encamek negirtine. Di hêla siyasî de jî xitimîne ku nikarin hikûmeta xwe ava bikin. Planên dîzaynkirina Iraqê bi rêya gendeliya siyasî hebûn lê ev yek niha li tevahiya Iraqê veguherî qeyraneke kûr a siyasî û civakî. Plana avakirina hikûmeteke nîv-DAIŞ ku bi hevkariya PDK û suniyan tê kirin, bi ser neket. Xuyaye ku şîeyên di vê planê de cih digirin dê para xwe ji windakirinê bigirin. Hewl dan bi lîstikên xwe teşe bidin Şengalê lê bi ser neketin. Vegera li Şengalê û xweseriya demokratîk, ji bo îstiqrar û zindîkirina çanda berxwedanê ya êzdiyan, roleke girîng dilîze.”
‘Jin rê nadin peymana 9’ê Cotmehê’
Bi domdarî Denîz destnîşan kir ku di têkbirina plana 9’ê Cotmehê de jinên êzdî roleke mezin lîstin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civaka êzdî Şengal a xweser hembêz kir û hewl dide birînên xwe derman bike. Çawa ku jin pêşeng û parêzvanên azadiyê ne, jinên Şengalê jî xweseriya demokratîk diparêzin. Jinan xwe birêxistin kirin û di 8’ê Adarê de soza berxwedana li dijî hemû tifaq û polîtîkayên îmhayê yên mîna 9’ê Cotmehê dan. Û niha ji bo Şengaleke xweser têdikoşin. Jin dibêjin ku dê nehêlin tifaqa 9’ê Cotmehê bi ser keve.”
‘Babaşêx siyaseta PDK’ê dimeşîne’
Denîz anî ziman ku hinek kesayetên di civaka êzdatiyê de xwedî rol û mîsyon, ji hêla PDK’ê ve tên bikaranîn û wiha derbirî: “Çendek roj berê Babaşêx ku yek ji kesayetên ruhanî yên civaka êzdî ye, ji welatên Ewropayê re got; ‘deriyên xwe ji êzdiyan re vekin ku ji Rojhilata Navîn derkevin. Bila li welatekî bêşer bijîn û deştê bidin wan.’ Ev gotin, niha di rojeva xelkê Şengalê de ye. Bangekî pir balkêş e. Weke amûrekî siyasî tê bikaranîn. Ev bang, ji tifaqa 9’ê Cotmehê berî nîne. Êzdiyên ku tevî fermanan jî xaka xwe neterikandîn, dixwazin bi destê Babaşêx êzdiyan ji xaka wan derxînin. Asta herî qirêj a tifaqa 9’ê Cotmehê ye. Bi kar anîna baweriyê, hewldanekî bêexlaqî ye. Tifaqa 9’ê Cotmehê nîşaneya bêexlaqiya siyasî bû. Rêber Ehmedî li ser navê PDK’ê peymana 9’ê Cotmehê îmze kir û niha dixwazin bikin serokomar. Civaka êzdî vê banga Babaşêx red dikin û dibêjin; ‘em ê dev ji xaka xwe bernedin.’ Babaşêx niha siyaseta PDK’ê dimeşîne.”
‘Şengal hat dorpêçkirin’
Rojnameger Denîz bal kişand ser dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê çêkirin û ev nirxandin kir: “Tifaqa 9’ê Cotmehê dixwaze Şangelê dorpêç bike. Hewl didin Şengalê ji Rojava qut bikin. Ev dîwar ji sînorê şêniyên êzdiyên Rebîayê anku ji başûrê Şengalê heta sînorê Baacê ku 30 km’yan dûrî navenda Şengalê ye tê çêkirin. Bi giştî 250 km ye. Faşîzma AKP-MHP’ê jî bi heman dîwarî xwest Bakur û Rojava ji hev veqetîne. Lîwaya 18’emîn a Parêzvanên Sînor vî dîwarî çê dikin ku ev hêz girêdayî serokwezîr Kazimî ye. Bi lêkirina vî dîwarî re dê kesek nekare bi hewara Şengalê biçe.”
‘Bi dîwarên ser sînor re mirinê ferz dikin’
Rojbîn Denîz daxuyand ku çêkirina dîwar, fermana komkujiyeke nû ye û axaftina xwe wiha qedand: “Îxtîmal heye ku di nava planên Tirkiyeyê yên êrişên ser başûrê Kurdistanê de Şengal jî hebe. Dibe ku faşîzma AKP-MHP’ê û PDK ji aloziya Iraqê sûd bigirin û rê li ber êrişa Kazimî vekin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk vî dîwarî qebûl nake. Dayikên êzdî dibêjin; ‘di dema fermanê de Rojava bo me rêya xelasiyê bû. Lê niha hemû derî hatin girtin. Yên ji Rojava hatibûn em parastin. Iraq û PDK rêyan digirin û dibêjin xaka xwe berdin nexwe dê bimrin.’ Bi çêkirina vî dîwarî re ji gelê êzdî re dibêjin; ‘an herin Ewropayê yan jî li Şengalê bimînin û bimrin.’ Ev dîwar, berdewamiya fermanê ye û mezintirîn îxanet e.”