PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Şerê Ukraynayê kûrtir dibe

Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky îdîa kir Rûsya xwe ji êrîşeke mezintir re amede dike. Rûsyayê li ser rêveber û parlamenterên Yekîtiya Ewropayê şidand

Şerê Ukraynayê ku 24’ê sibatê dest pê kirî girantir dibe. Li qadê şer tund dibe, terîsînên wê li ser qada cîhanî her ku diçe bêhtir hildiweşîne. Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky got, Rûsya ji bo ‘êrişên mezintir’ xwe li rojhilatê welêt bi cih dike.

Rûsyayê hefteya çûyî di daxuyaniyê de diyar kiribû ku li Kîev û Çernihîvê wê tevgera leşkerî kêm bike û hêza derblêdanê bibe herêmên Donetsk û Luhanskê.

Serokkomarê Ukraynayê Zelenskî got ev ‘taktîk’ e wiha got: “Em pê dizanin ji herêmê ku me ew şikandine, dixwazin berê xwe bidin deverên din ên girtîngir û ji bo vê ber bi levhatinê tên…Dibe ku ji bo me zor e”. Zelenskîy got, xasma jî rewşa li rojhilaê welêt ‘pir giran’ û wiha got: “Li Donbass û Marîupolê, li aliyê Harkîvê, artêşa Rûs bi hêviya ku êrişên giran wê were ser, xwe xurt dike.”

Rayedarekî giregir ê Pentagonê diyar kir, zêdekirina xebatên şer ên li herêma Donbassê ya ji aliyê Rûsyayê, îşaret bi şerê ‘domdirêj’ dike. Li gorî rayedarê Amerîkî vekişîna hêzên Rûs a Çernobîlê û terikandina balefiraxneya leşkerî ya ji Gostomolê ya li rojavahiyê bakur ê Kîevê tê maneya ‘ji nû ve bicihbûnê.’

Sefîrê Ukraynayê yê li Japonyayê Sergît Korsûnkiy diyar kir ku welatê wî di demeke nêz de wê bigihêje wê astê ku li dijî êrişên Rûsyayê karibe qada xwe ya hewayî biparêze. Korsûnkiy ragihand, ku ew ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) û Ingilistanê li hêviya ekîbên leşkerî yên ‘super modern’ in. Sefîr wiha got: “Dema ku moşekên seyirandinê avêtin divê em pêşî li wan bigirin. Ji ber vê jî hewcehiya me bi van çekên super modern heye.”

Rayedarekî Rûs anî ziman ku Ukraynayê roja înê bi helîkoptêrê êriş aniye ser ‘depoya petrolê’ ya li bajarê Belgorodê ya li rojavayê Rûsyayê. Ji ber sedema êrişa ku bi du helîkoptêran hatî kirin di depoyê de şewat derketiye.

Di vê navbeynê de Yekîtiya Ewropayê hewl dide ku Çîn jê biqere ku alîkariyê nede Moskowê. Bi vê armancê tê payinkiririn ku vê înê vîdeokonfranseke were kirin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryar li ser da ku ji roja Înê û pê ve heqê gaza xwezayî bi Rûbble were dayin. Almanya ku qebûl nekirî bi Rûbble heqê gazê bide, li ser îhtîmala rawestîna gaza Rûs dest bi haziriyan kir.

Her wiha Rûsyayê li dahênandêrên Rojavayî hinekî dî jidand. Rûsyayê li ser piraniya rêveber û parlamenterên Ewropî jidand. Kesên ku li ser wan hatiye jidandin wê nema bikaribin bikevin Rûsyayê. Rûsyayê Adarê li dijî Serokê DYA’yê Joe Bîden jî bi vî rengî jidandibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar