Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YPJ’ê salvegera 9’emîn a damezrandina xwe bi merasîmekê pîroz kir

YPJ'ê bi wesîleya salvegera 9'emîn a damezrandina xwe, li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasîmeke leşkerî lidar xist

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 9’emîn salvegera damezrandina xwe li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasîmeke leşkerî pêk anî. Di merasîmê de Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik axivî û 9’emîn salvegera damezirandina YPJ’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, malbatên Şehîdan û tevahî jinên têkoşer pîroz kir.

Sozdar Dêrik bal kişand ser çavkaniya ku YPJ’ê  ji xwe re dike esas û wiha domand: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Jidayikbûna Rêber Apo ne tenê jidayikbûna şexsekî ye, jidayikbûna me tevan e. Ji ber yê ku hişt çavên me azadiyê bibînin û em bi jinbûyîna xwe bihese Rêber Apo ye.”

Sozdar Dêrik diyar kir ku bûyerên li Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û cîhanê qewimîn, weke jin ji wan re gelek sedemên têkoşînê ava kir û wan jî li ser vê esasî têkoşîna xwe dan meşandin. Sozdar Dêrîk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê yekê jî me yekîneyên parastinê  damezirand. Me parastina tevahî jinan ji xwe re weke erkekî dîtiye. Em ê ji bo tevahî civakan jî têbikoşin, em ê di felsefeya civaka azad de israr bikin û em ê xebatên neteweya demokratîk berfirehtir bikin.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik destnîşan kir ku wan îlhama xwe ji jinên têkoşer yên ku bi sed salan e rastî zilm û zordariyê hatine û serî netewandine, girtiye û wiha pê de çû: “Me ji tevahiya jinên cîhanê bi taybet jî ji jinên gerîla yên li çiyayê Kurdistanê têdikoşin, îlhama xwe girtiye. Em ji tevahî jinan re dibêjin; em ê vê têkoşînê bilindtir bikin û em ê bê rawestîn di vê  têkoşîna de israr bikin. Ji bo me cihê şanaziyê ye ku em îro ewqas jin bi hev re li hemberî dijminên mirovahiyê şer dikin.”

Merasîma pîrozkirina salvegera damezirandina YPJ’ê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Şervanan di dawiya merasîmê de govend gerandin û piştre ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar