Cezayê disiplînê yê li girtîgehan bi yasayên girtîgehê ve girêdayî ne. Yek ji wan cezayên dîsîplînê jî pêşî li hevdîtinên bi parêzaran re ye. Mînaka vê yeke ya herî berbiçav jî pêşî girtina hevdîtinên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û parêzerên wî ne. Dewleta tirk vî cezayî wek çekek bikartîne da ku peywendiya Rêber Ocalan a bi derve re sinordar bike. Di heman demê de jî ji bo wê yekê ye ku cezayê wî kêm nebe.
Roja 28’ê adara 2022’yan parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li gel Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê careke din serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku astengiyên li pêşiya serdana malbatan bê rakirin û hevdîtina malbatê bên kirin. Lê dadgeriyê roja 29’ê adarê bersiv da serlêdana parêzeran û serlêdan red kir. Ji bo hincetê jî diyar kir ku cezayekî dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn, lewma hevdîtin nikare bê kirin.
Cezayê disiplînê çiye?
Cezayê disiplînê ji bo kesên yasayên girtîgehê binpê dikin, tê dayîn. Yanî li Tirkiyeyê her girtiyek girêdayî yasayên girtîgehê nebe, cezayê disiplînê lê tê birîn.
Cezayê disiplînê di aliyên cuda cuda de tên dayîn. Ji vana, bêparhiştina girtî ji werzişkirinê, yan jî rênedan li gel malbat û xizmên xwe hevdîtin bike. Dewleta tirk gelek caran bi behaneyên bê bingeh û cuda cuda li Rêber Ocalan dibire da ku hevdîtina malbat û parêzeran li gel de neyê kirin.
Ji sala 2018’an ve ev dehemîn care cezayê disiplînê li Rêber Ocalan tê birîn, bi behaneya vî cezayî rê nayê dayîn ku Ocalan li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtin bike.
Roja 22’yê mijdara 2021’an Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi lez a li gel Rêber Ocalan pêkwere, serlêdan kirin. Heman rojê dozgerê giştî yê tirk bersiva parêzeran a ji bo hevdîtinê da û got, ji ber du cezayên disiplînê li Ocalan hatine birîn, ew nikarin hevdîtinê bikin.
Wê demê dozgeriyê ragihandibû ku li gorî cezayê lê hatiye birîn, wê Ocalan nikaribe şeş mehan li gel parêzeran û sê mehan jî li gel malbata xwe hevdîtin bike.
Niha jî tevî ku cezayê disiplînê yê 18’ê mijdara 2021’an bi dawî hatiye, lê cardin herî dawî 28’ê adara 2022’yan parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li gel Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku astengiyên li pêşiya serdana malbatan bê rakirin û hevdîtina malbatê bê kirin. Lê dadgeriyê roja 29’ê adarê bersiv da serlêdana parêzeran û serlêdan red kir. Ji bo hincetê jî diyar kir ku cezayekî dîsîplînê li Rêber Ocalan hatiye birîn, lewma wê heta sê mehên din hevdîtin nikare bê kirin.
Di biryara redkirinê ya dadger de hate gotin ku, “Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê 3’ê sibata 2022’yan cezayê dîsîplînê ji bo bêparhiştina serdana malbatê ya 3 mehan da û biryar di 21’ê sibatê de misoger bû. Lewma serlêdan hemû bi vê hincetê hat redkirin.”
Çima cezayê disiplînê li Rêber Ocalan dibirin?
Dibe ku armanca birîna cezayê disiplînê li Rêber Ocalan peywendiya xwe bi mijarek re hebe ku girêdayî tedbîrên yasayên Tirkiye yên ji bo girtîgehan be. Rewş wisane ku girtiyên siyasî li Tirkiyeyê salek mana wan a di girtîgehê de ji wan re wek neh meh tên hesibandin.
Her wiha cezayê girtîgehê yê giran ê heta hetayî li Rêber Ocalan hatiye birîn. Lê Tirkiye ji ber dixwaze bibe endamê Yekitiya Ewropa, neçare biryarên Dadgeha Ewropayê jî bi cih bîne. Li gorî biryara Dadgeha Ewropa divê piştî 24 salên girtîgehê, dubare rewşa kesê girtî di berçavan re were derbaskirin ku ew jî wek mafê hêviyê ye ji bo girtiyan.
Sedemê dana cezayê disiplînê ewe ku ger li gorî yasayan mafê girtinê yê Rêber Ocalan were kêmkirin jî, lê eger cezayên wî yên disiplînê zêde bin, ew mafê wî yê kêmkirina cezayê girtîgehê jê tê girtin. Ji bona wê ev sedemek sereke yê birîna cezayê disiplînê ye ku li Rêber Ocalan tê birîn.
Ji bilî wê jî ev ceza dikin behane daku tecrîda li ser Rêber Ocalan hîn tundtir bibe û wek behane nîşan bidin da ku hevdîtina malbat û parêzeran li gel de neyê kirin.