Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn

Bi ser hevdîtina dawî ya di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Şandeya Îmraliyê ku di 5’ê nîsana sala 2015’an de hatibû kirin, 7 sal derbas bûn. Tevî israr û hişyariyên Ocalan jî di nava van 7 salan de tecrîd hat girankirin û gelên Tirkiyeyê bi şer, krîzên piralî û rûxîniyeke mezin re rû bi rû hatin hiştin.

Hemû krîzên piralî yên di vê sedsalê de li Tirkiyeyê hatine jiyîn, raste rast girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û polîtîkayên ewlekariyê ye. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 40 sal in muxatabê vê pirsgirêkê ye. Lê pirsgirêk nehat çareserkirin û vê yekê jî rê li ber mirina bi dehhezaran mirovan, şewitandina bi hezaran gundan, binpêkirinên li girtîgehan û pûçkirina bi milyar dolaran vekir.

Heta demekî nêz jî dema li geşedanên heyî tê nihêrtin, tê dîtin ku her pêvajoya ku dewletê bi Ocalan re hevdîtin pêş xistin, krîzên piralî yên li welat heta astekî hatine çareserkirin. Ocalan, di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û li Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin. Di nava van 23 salan de Ocalan ji bo aştî û avakirina bingeha muzakereyan gelek hewl da. Li gel ku Ocalan tevî tecrîdê jî her tim ket nava lêgerîna aştiyê, li Tirkiyeyê ev hewldan hatin paşguhkirin. Di serdemên ku welat ji ber krîzên piralî ditengijî de jî, desthilatdariyê ji bo çareseriyê serî li Îmraliyê da.

Krîzên pir alî

Yek ji pêngavên herî mezin a ji bo van hewldan û daxwaza aştiyê hatine avêtin, pêvajoya çareseriyê bû ku di sala 2013’an de bi Ocalan re hatibû destpêkirin. Hevdîtinên Îmraliyê, ji bo sekinandina şer û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane hatibûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de hevdîtina herî dawî di 5’ê nîsana sala 2015’an de bi Şandeya Îmraliyê re hate kirin. Bi ser hevdîtina dawî re 7 sal derbas bûn. Di nava van 7 salan de desthilatdariya AKP’ê tecrîda heyî roj bi roj girantir kir. Tecrîda heyî êdî sînorên Îmraliyê derbas kir û li seranserî Tirkiyeyê berbelav bû. Di nava van 7 salan de her wiha welat hem di hêla siyaseta navxweyî û hem jî di hêla siyaseta derve de têk çû. Krîzên piralî yên polîtîk, civakî, aborî û sosyal jî her ku çû girantir bûn.

Biryara hilbijartinê

Pêvajoya beriya 5’ê nîsana 2015’an û bidawîkirina hevdîtinan wiha pêş ket: Piştî çalakiyên Kobanê ku di dema pêvajoya çareseriyê de dest pê kiribûn lê li ser peyama Ocalan hatibûn bidawîkirin, pêvajoya çareseriyê jî hat sekinandin. Pêvajo, di 28’ê sibata 2015’an de bi Mutabeqeta Dolmabahçeyê berdewam kir. Mutabeqeta behsa xeberê, di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane de weke gaveke herî mezin û dîrokî hat nivîsandin. Berevajî bangewaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê; desthilatdariya AKP’ê û Erdogan bi çavekî stratejiya hilbijartinê nêzî vê pêvajoyê bû. HDP’ê di 17’ê adara 2015’an de biryar da ku dê weke partî beşdarî hilbijartinan bibe. Li ser vê biryarê jî Erdogan weke karê destpêkê dîmenê li Dolmabahçeyê û 10 xalên di metna mutabeqetê de înkar kir.

Banga kongreyê

Ocalan, di Newroza Amedê ya sala 2015’an de bal dikişand ser Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê. Lê israra Erdogan a di neçareserkirina pirsgirêka kurd de piştî vê bangê jî berdewam kir. Ocalan, wiha digot: “Di çarçoveya deklarasyonê de; heke li ser rêgezan lihevkirinek çêbibe, dê PKK dawî li têkoşîna çekdarî ya 40 salan ku li dijî Komara Tirkiyeyê dimeşîne bi dawî bike. Li gorî min, ji bo destnîşankirina stratejî û taktîkên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdema nû, li dar xistina kongreyekê pêwîstiyeke û karekî dîrokî ye. Hêvîdarim di demekî herî nêz de li ser rêgezan lihevkirinek çêbibe û ev lihevkirin ji Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê ku ji endamên parlamentoyê û Şandeya Şopandinê pêk tê bê qebûlkirin û ev kongre bi serkeftî bê lidarxistin.” Ocalan baş di ferqa polîtîkayên guherîner ên deshtilatdariyê de bû lê dîsa jî ji bo aştiyê hemû berpirsiyariyên xwe anîn cih.

Hevdîtina 5’ê nîsanê

Ocalan di Newrozê de bal dikişand ser Şandeya Şopandinê. Lê Erdogan tenê rojek piştre bi van gotinan ew şande red dikir: “Şandeya şopandinê tune ye, mase tune ye.” Tam 14 roj piştî daxuyaniya Erdogan, li Îmraliyê di 5’ê nîsana 2015’an de hevdîtina dawî hate kirin. Di hevdîtinê de Ocalan dibêje ku rejîma Erdogan israra xwe ya di neçareseriyê de didomîne û ji şandeyê re wiha got: “Heke ji vir û şûnde hem hûn û hem jî şandeya dewletê bi şandeya şopandinê re neyên vê derê, di nezera min de tu girîngiyeke vê û aliyekî fermî yê wê nîne û dê nebe jî. Heke hûn bi şandeya şopandinê re neyên, wê demê hewceye hûn jî vê yekê red bikin.”

Ocalan, di hevdîtinê de ji Şandeya Îmraliyê re dibêje ku dewlet di domandina giftûgoyê de micid nîne û vê nirxandinê dike: “Dibe ku ev hatina we ya dawî be. Dibe ku hûn êdî nekarin werin vê derê.” Piştî vê hevdîtinê jî êdî destûr nehat dayîn ku şande biçe Îmraliyê.

Hişyariya Ocalan

Ocalan digot; “Heke demokratîkbûnek çênebe, dê mekanîka darbeyê bikeve meriyetê.” Lê desthilatdariyê guh neda van gotinên Ocalan û israra xwe ya di bidawîkirina pêvajoya çareseriyê de hêj xurtir kir. Di vê navberê de ji bo ku di hilbijartinê de bi tena serê xwe bibe desthilatdarî, girseya nîjadperest weke girseya duyemîn destnîşan kir.

Desthilatdariya AKP’ê êdî hemû hesabên xwe li gorî hilbijartina 7’ê Hezîrana sala 2015’an kirin. Desthilatdarî ne di wê baweriyê de bû ku HDP benda hilbijartinê derbas bike. Lê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de HDP’ê ji sedî 13 deng standin û pêşdîtinên Ocalan rast derxistin. Bi vê rêjeyê re jî rê li ber AKP’ê hat girtin ku bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Desthilatdariya ku nekarî bendewariyên xwe yên ji hilbijartinê pêk bîne, dîsa serî li şer da. Tecrîda li ser Ocalan bi 5’ê nîsanê re dîsa dest pê kir. Bi komkujiyên piştî hilbijartinê, mekanîka darbeyê, pêvajoya OHAL’ê û krîzên aboriyê re jî ev tecrîd li ser tevahiya civakê hat ferzkirin. Dema Ocalan dikariya fikr û nêrînên xwe bi civakê re parve bike û di siyasetê de rol bigire, di nava civakê de aramî û ewlehî pêş diket. Lê belê bi xerakirina vê rewşê re dîsa bingeha krîzên piralî hate avakirin.

Şer û komkujî

Piştî ku Ocalan ji pêvajoyê hatiye qutkirin, gelên Tirkiyeyê dîsa ketin pêvajoya şer. Di 24’ê tîrmeha sala 2015’an de li dijî PKK’ê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û bi vê hewldanê re bi awayekî fermî dawî li pêvajoya çareseriyê anîn. Di meha tebaxê de jî qedexeyên derketina kolanan ên destpêkê li navçeyên weke Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever û bajarê Şirnexê hatin destpêkirin ku ev pêvajo bi rûxandina van deveran berdewam kir. Di vê pêvajoyê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, jîngeh hatin bombebarakirin û rûxandin. Di mehên hezîran, tîrmeh û cotmehê de bi destê DAIŞ’ê li Amed, Sûr û Enqereyê komkujî hatin kirin. Van komkujiyan bandoreke mezin li krîzên piralî kir û di vê pêvajoyê de 140 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.

Provakasyona li Giyadînê

Geşedanên piştî hevdîtina 5’ê nîsana 2015’an a li Îmraliyê qewimîn jî ev in:

*Provakasyona yekemîn a pêvajoya çareseriyê li navçeya Giyadîn a Agiriyê qewimî. Di 11’ê nîsanê de di navbera leşkerên ku êrîşî konê aştiyê kirin û HPG’iyan de pevçûn derket. Xelkê sivîl birîndarên li qadê rakirin nexweşxaneyê. Endamên Şandeya Îmraliyê yên ku ji bo lêkolînkirina bûyerê çûn herêma pevçûnê, raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku waliyê Agiriyê bi xwe di nava provakasyonê de cih digire û çend roj berê leşkeran bi xwe amadekariyên operasyonê kirine. Her wiha hat gotin ku dewletê bi vê operasyonê re agirbest binpê kiriye.

*Ahmet Davutoglu ku danezana AKP’ê ya hilbijartinê di 15’ê nîsanê de xwend, hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi “xayîntiyê” tewanbar dikir û ji MHP’ê re jî digot; “xelkê me dibîne bê ka ji me kî miliyetgirtir e.” Bi vê gotina xwe jî aşkere dikir ku ji MHP’ê nîjadperestir in. Di danezana hilbijartinê de têkildarî pêvajoya çareseriyê de tiştek nehatibû destnîşankirin û Davutoglu ev rewş wiha vedigot: “Dema dibirin çapxaneyê ketî ye.”

*Di 18’ê nîsanê de li dijî Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşeke çekdarî hate kirin û namzetê HDP’ê yê Enqereyê û Berdevkê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ev rewş wiha dinirxand: “Heke tiliya dewletê di nav de nebe, tiştek çênabe.”

*Di 4’ê gulanê de xelkê Mêrdînê di dema mitîngê de pişta xwe da Erdogan.

*Serokomar Erdogan ku di demên berê de digot li herêmê amadekariyên leşkerî tên kirin, di 21’ê gulanê di bernameyeke televîzyonê de qala pêvajoya çareseriyê kir. Di axaftina xwe de Erdogan got ku hilbijartin pêvajoyeke diyarkere û dê li gorî encamên hilbijartinê jî planên xwe yên B û C têxin meriyetê. Her wiha Erdogan ji bo bêeleqeya ji AKP’ê re jî ev nirxandin dikir: “Vayê hevalên me dibêjin ku rehawetek heye û nikarin pêşiya vê bigirin.” Erdogan, destnîşan kir ku hilbijartina 7’ê Hezîranê girîng e û dê helwesta xwe jî li gorî encamên wê diyar bikin.

*Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç di 3’yê hezîranê de ev daxuyanî da: “Yên ku dibêjin ‘Dema AKP ji desthilatdariyê ket kî tê şûna wan bila were’ û yên bi me dilîzin divê baş bizanin ku heke AKP nebe, pêvajoya çareseriyê jî tune ye.”

*Di encama hilbijartinan de AKP’ê ji sedî 40,87’ê dengan û HDP’ê jî ji sedî 13,8’ê dengan wergirt. HDP’ê bi derxistina 80 parlamenteran re AKP ji desthilatdariyê xist. Li seranserî cîhanê ji HDP’ê re peyamên pîrozbahiyê hatin.

*Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan rojek piştî hilbijartinê HDP weke sedema têkçûna AKP’ê destnîşan kir û wiha got: “Ji vir û şûnde êdî tenê dikarin fîlmê pêvajoya çareseriyê çê bikin.”

 Grevên birçîbûnê

Vê yekê bi xwe re giranbûna tecrîdê, rewşa şer û salên bialoz anî. Hevdîtina yekemîn a piştî 5’ê nîsanê, di serdemeke ku grevên birçîbûnê di 8’ê mijdara sala 2018’an de destpêkirin û berbelavbûyîn de hat kirin. Êrîşên li dijî kurdan di pêvajoya grevên birçîbûnê de jî berdewam kirin. Hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên OSO’yê di 20’ê çileya sala 2018’an de li dijî Efrînê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di êrîşê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedhezaran kes jî ji warên xwe hatin kirin. Di serdemeke ku alozî û rûxandin ewqas kûr dibû de hemû kes ferq kir ku rêya xelasiyê li Îmraliyê ye. Di roja 180’emîn a grevên birçîbûnê de jî hevdîtina bi Ocalan re hat kirin.

Israra aştiyê

Hevdîtina Ocalan a bi parêzerên xwe re jî 8 sal piştî hevdîtina di 27’ê tîrmeha sala 2011’an de ango di 2’yê gulana 2019’an de hat kirin. Di vê hevdîtinê de Ocalan ji dewlet û desthilatdariyê re wiha got: “Ez dibêjim ku dikarim vê rewşa pevçûnî di nava hefteyekê de bi dawî bikim. Ez dikarim çareser bikim. Di vê mijarê de ji xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê aqilê dewletê jî tişta dikeve ser milê xwe, bike.” Bi van gotinan jî israra xwe ya ji bo aştiyê domand. Di demên piştre de hevdîtinên Ocalan ên bi parêzerên wî re dîsa hat astengkirin. Heta bersiv jî nedan serlêdanên parêzeran.

Ev bû nêzî du salan ku tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Li ser medyaya civakî têkildarî Ocalan hinek agahî hatibûn parvekirin û vê jî rê li ber fikaran vekiribû. Bi zêdebûna bertekan re birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi qasî 4 deqe û nîvan hevdîtin kir. Lê telefon di nîviyê de hate qutkirin. Di hevdîtinê de Ocalan bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha got: “Hem hûn û hem jî dewlet xelet dilîze. Ev ne tiştekî hiqûqî ye. Tiştekî rast nîne. Ez dixwazim ku parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin.”

Bi ser hevdîtina dawî ya di 5’ê nîsana 2015’an re 7 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de tecrîda heyî hîn bêhtir hat girankirin. Vê pêvajoyê careke din xuya bû ku her cara ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk de Ocalan ne di dewrê de, li Tirkiyeyê şer û krîzên piralî girantir dibin û mekanîkên darbeyê dikevin meriyetê. Di hemû pêvajoyên siyasî yên ku Ocalan dikariya fikrên xwe parve bike de jî gelên Tirkiyeyê di nava ewlekarî û aramiyê de jiyan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar