Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gerîlayê YRK’ê Argeş Bokan: Her azadîxwaz divê li ser xeta Rêber Apo têbikoşe

Gerîlayê YRK’ê Argeş Bokan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku her kesên jiyaneke azad, demokratîk û wekhev dixwaze divê li ser xeta fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê têbikoşe.

Gerîla Argeş Bokan 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiye, malbatên şehîdan, şehîdan û têkoşerên rêya demokrasî û azadiyê pîroz kir.

Argeş Bokan di axaftina xwe de wiha got: “Bê guman 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, di dîroka mirovatiyê û têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku di 4’ê Nîsanê de stêrka gelê kurd geş bû, di vê derê de ku dagirkerî li ser hemû beşên Kurdistanê xwe ferzkiribû, bêdengî û tarîtiyeke mezin li ser gelê kurd û hemû têkoşerên ji derveyî gelê kurd jî hatibû sepandin, Rêberê Apo hate dinyayê û ew perdeya tirs û tarî bi temamî ji holê rakir. Ew roj bûye hêviya hemû gelan ya ji bo jiyaneke azad.”

Felsefeya Rêber Apo

Argeş Bokan da zanîn ku niha di bin fikir û felsefeya Rêber Apo de bi hezaran têkoşer hene û wiha axivî: “Di oxira vê xetê de bi hêviya jiyana azad û wekhev jiyana xwe feda kirine, bi hezaran fermandeyên efsanewî çêbûn. Di roja me ya îro de ku em dibînin têkoşîna Rêber Apo û ya têkoşerên ku li ser xet, fikir û felsefeya Rêber Apo ne, stûnên cîhana sermayedarî hejandiye ku ber bi helweşandinê ve diçe. Niha têkoşîn gihîştiye astekê ku cîhana sermayedarî bi qeyran û kaosekê kiriye ku nikare xwe jê rizgar bike. Ji ber ku hemû gelan di nava têkoşînekê ya ji bo jiyaneke azad de ne û di sîstema sermayedarî de jiyaneke azad tune ye. Azadiya ferd û civak tune ye. Tenê di fikir û felsefeya Rêber Apo de azadiya ferd, vîna tak û civakê û azadiya civakê pêkhatiye û pêk tê. Ji bo wê jî ev ne tenê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn, belkî bûye hêviya hemû gelên li ser erd dijîn, bi naskirina vî fikrî ango naskirina fikr û felsefeya Rêber Apo dikevin ser xeta têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê û jiyaneke azad.”

Argeş Bokan bal kişand ser rojbûna Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Bê guman 4’ê Nîsanê, roja vejînê li Rojhilatê Kurdistanê jî xwedî ciheke xwe yê taybet e. Di 4’ê Nîsana 2004’an de PJAK hat damezrandin. Bi damezrandina PJAK’ê re ciwanên Rojhilat ref bi ref berê xwe dan ser çiyayê azad ên Kurdistanê û tev li refên gerîla bûn. Ji bo wê jî eger em li dirêjahiya têkoşîna tevgera Apoyî meze bikin, mirov dikare girîngiya 4’ê Nîsanê, roja vejîn û jidayikbûnê bibîne. Ne tenê ji bo gelê kurd, belkî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û heta hemû gelên li ser dinyayê dijîn e. Ji ber ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, mirov dikare weke jidayikbûna jiyaneke azad pênase bike. Lewma hemû têkoşerên ku di nav xeta têkoşînê ya tevgera Apoyî de ne û tev li fikir û felsefeya Rêber Apo bûn û li ser vê bingehê şer û têdikoşin, xwedî wê hêz û îradeyeke polayîn in ku bi tu hêzeke derweyî têk naçe. Îro em dibînin ku gerîla û şervanên azadiyê li qadên şer li hemberî ew hemû êrîş û dagirkeran şer dikin û wan hemû êrîşan têk dibin, ji fikir û felsefeyekê ve hêz û îradeya xwe digirin. Ev jî ji dibistana Rêber Apo tê. Fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku hêz dide çekê gerîla ku li hemberî dagirkeran wana bihêz dike. Ji bo wê jî 4’ê Nîsanê di dîroka têkoşînê de xwedî wate û girîngiyeke taybet e. Lewma pêwîste hemû têkoşeran, kesayetî, gelê kurd û hemû gelên ku hêviya azadî û jiyana azad û wekhev û bihevre jiyanê ya wan heye, 4’ê Nîsanê weke roja jidayikbûna jiyaneke azad pîroz rabigirin.”

Bokan di axaftina xwe de bang li ciwanên welatparêz kir û ev tişt anî ziman: “Banga min ji bo hemû ciwanên welatparêzên me ye, ji bo hemû ciwanên kurd, fars, azerî, belûç, lor û hemû pêkhateyên li Îranê dijîn banga min ev e ku ji bo gihîştina bi jiyana azad, ji bo gihîştina hemû hêviyên xwe, pêwîste tev li fikir û felsefeya Rêber Apo bibin, tev li têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin. Ji ber ku li erdnîgariya Îranê pir gel dijîn ku her yek ji wan xwedî bawerî, kevneşopî û çandeke jiyanî ya taybet bi xwe heye û pergala dewlet-netewe nikare nirx û girîngî û rengê wan hemû pir rengiyên ku di nava gelên Îranê de heye biparêze yan jî bedewtir û arastetir bike. Di dewlet-netewe de tenê neteweyek tê esas girtin ku ew jî naveroka xwe dibe qurbanî li ser gelên din ên ku li dora wan dijîn. Ji bo wê jî yekane fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku dikare ji jiyaneke azad, jiyana gelan a bihevre re bibe bersiv. Hem li navxweya Îranê, hem li navçeyê û hem jî li gerdûnê. Ji ber ku tenê li ser cîhanê çend neteweyên ku weke dewlet-neteweyên avabûne najîn. Bi hezaran netewe li cîhanê dijîn û roja îro tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare bihevre jiyana gelan misoger bike. Her gelek bi ziman û çanda xwe ligel gelek ku li rex wê ye jiyaneke azad û wekhev ava bikin. Ji bo wê jî her kesê ku jiyaneke azad, demokratîk û wekhev dixwaze, pêwîste li ser xeta fikir û felsefeya Rêber Apo di nava têkoşînê de be.

Di dawiyê de careke din cejna vejînê, roja jidayikbûna jiyaneke azad li Rêber Apo, hemû têkoşerê azadiyê, hemû hevalên me, hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin û dibêjin, bijî têkoşîna demokrasî û azadiyê, bijî Rêber Apo.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar