Tirkiye ji bo ku li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê operasyoneke nû bide destpêkirin, haziriyan dike. Li gor agahî û kiryarên heyî diyar e ku dê operasyon bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk bê. Di vê çarçoveyê de bi rojane ber bi gundên navçeya Çelê ya Colemêrgê ve sewqiyeta leşkerî tê kirin û li ser xeta sînor leşker û wesayîtên zirxî tên bicihkirin.
Li gorî agahiyan, şevê din li ser xeta sînor liv û tevgereke zêde ya leşkeran hebû. Helîkopterên ku ji gundên Zawîte, Aşûtê û Gêmanê yên Çelê, ji gundê Elemûnê yê Bêşebabê û ji herêma Siwara Kotra ya di navbera Şirnex-Colemêrgê de rabûyîn, ber bi Herêma Kurdistanê ve çûn. Çavkaniyan da zanîn ku leşkerên bi helîkopteran hatine veguhestin, li baregehên leşkerî yên li gundên Bêduhê û Orê yên Başûr hatine bicihkirin.
Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam e.