Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK Çarşema Sor pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor a civaka êzidî pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, civaka êzidî ku 74 ferman lê rabûn, zor û zehmetî dîtin û bi êrîşên DAÎŞ’ê re tunebûn lê hate ferzkirin, ji sala 2014’an heta 2022’yan 8 salên dawî di nava têkoşîna hebûnê de cejna xwe ya Çarşema Sor pîroz kir.

KCK’ê bi bîr xist ku êzidî ji ber baweriya xwe û qedîmiya nirxên gelê kurd timî dibin hedefa êrîşên dijminan û wiha got, “Çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta tirk û serkêşê wê Erdogan li pişta wan bû, di tebaxa 2014’an de ji bo komkujiyê êrîş birin ser gelê me yê êzidî û ev êrîş li rûpelên şermê yên dîroka mirovahiyê hat nivîsandin. Bi vî rengî êrîşa herî hovane ya dewleta tirk a qirker mêtinger a li dijî civakên baweriyan ên gelê Kurdistanê, li dijî gelê me yê êzidî kir. AKP a Erdogan olperestiya xwe, MHP a Bahçelî jî faşîstiya xwe ya nijadperest, bi şerê dijî gelê me yê êzidî de raxistin pêş çavan ku dijminê gelan e, dijminê kurdan e. Nêzî temamiya 74 fermanan bi destê serwerên tirk ve hatin kirin. Ji barbariya selçûkiyan û vir ve serwerên tirk komkujiyê li êzidiyan dikin.”

PDK alîkariya AKP-MHP’ê dike

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dema hin fermanên dijî êzidiyan de kurdên noker bûn leşker ji serwerên tirk re û hate gotin ku”Bi taybetî êrîşa 2014’an a DAÎŞ’ê ya li dijî êzidiyan ji aliyekî ve êrîşa dewleta tirk e. PDK’ê jî di vê êrîş û fermanê de li ser bingeha nokeriyê, bi rola xwe rabû. Niha jî dewleta tirk dijminatiya xwe ya li êzidiyan bi rejîma AKP-MHP’ê dewam dike. PDK jî careke din bi rola herî mezin a alîkariyê radibe.

Tê zanîn ku pêşengên gelê me yê êzidî, welatparêzên hêja Seîd Hesen û biraziyê wî, her wiha ewladê durust û milîtanê hêja yê gelê me yê êzidî hevrê Dijwar (Merwan Feqîr) bi îstîxbarata PDK’ê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Gelê me yê êzidî yê li Başûr jî ku ji aliyê PDK’ê ve li kampên penaberan dîl têne girtin, ji ber şert û mercên giran ên jiyanê di nava pirsgirêkên giran de ne. Li Rojava bi taybetî jî li Efrînê, dewleta tirk û çeteyên wê zextên giran li gelê me yê êzidî dike, êrîşan dibin ser wan. PDK jî li gorî polîtîkayên dewleta tirk tevdigere û ji bo van polîtîkayan li tevahiya Başûr bimeşîne dikeve nava hewldanên taybet, êzidiyan li kampan di nava xizaniyê de dihêle, zextê lê dike û zorê dide wan ku ji welat koç bikin. Ev hemû tê wê wateyê ku ferman bi asteke cuda dewam dike.”

Têkoşîna êzidiyan di asta pîroziyê de ye

KCK’ê ragihand ku li gel her cure zext û êrîşan jî berxwedana gelê êzidî ya ji Şengalê bi rê ve diçe, gelek pêşketin bi xwe re anî û destnîşan kir ku li gel fermana 74’an jî pêşketinên gelê êzidî li Şengalê afirandin, di asta pîroziyê de ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana Şengalê ji bo tevahiya mirovahiyê bi taybetî jî ji bo gelê êzidî bû moral û ev tişt hat gotin: “Pêşketinên ku li Şengalê ji aliyê civakî ve hatin afirandin, guherîn û veguherînên pêk hatin, îradeya civakî ya derkete holê, ji bo hemû êzidiyan bû çavkaniya sûdwergirtinê. Lewma guherîn û veguherînin ku bi gelê me yê Êzidî re çêbûn, pêşketinên afirandine dijmin diqehirîne, hêrs dike.

Xelkê me yê êzidî yê hêja, Şengaliyên dilovan

Gelê me yê êzidî cejna Çarşema Sor a 2022’yan bi îradeyeke hîn mezintir, bi daxwaz, biryardarî û hewldana pêşvebirina Xweseriya Demokratîk pîroz dike. Divê êzidî giraniyê bidin ser karê misogerkirina saziyên xwe yên mîna parastinê, meclisên gel, rêxistinên jin û ciwanan. Ev sazî hemû hêja ne, destketiyên girîng e û ji wan tê hêvîkirin ku bi rola xwe rabin.

Weke ku tê dîtin, ya ku civakekê diparêze, paşeroja wê misoger dike û qîmetê dide, têgihiştin û rêxistinbûn e, têkoşîna bênavber e. Ji ber asta we û statuya ku we bi têkoşînê bi dest xistine, wezîfeya we ye ku hûn bi xurtkirina saziyan têbikoşin û bibin hêvî ji tevahiya gelê êzidî re yên neçar hatine hiştin ku li her devera cîhanê belav bibin. Tevî ku metirsî hemû ji ser nehatibin rakirin jî Şengal bi rewş û statuya xwe xwedî wezîfeyeke bi vî rengî ya dîrokî û civakî ye. Lewma jî em dibêjin Çarşema Sor a 2022’yan bikin wesîle ji serketinên mezin re ku bersivê bidin bendewariyan.

Xaka êzidiyan pîroz e

Pêvajoya ku êzidî tê de ye, li gor û ruh û baweriya cejna Çarşema Sor e. Êzidî piştî demeke dirêj bi hişmendî û îradeya xwe, bi têkoşîna xwe gelekî nêzî bidestxistina mafên xwe yên Xweseriya Demokratîk bûne û li xaka xwe ya qedîm xwe jinûve diafirînin. Di nava hewldan û têkoşîneke welê de ne ku li Şengalê sîstemekê geş bikin ku paşerojeke azad û hêviyê dide êzidiyan hemûyan. Careke din di şexsê berxwedana Şengalê de gelê me yê êzidî weke rastiyeke dîrokî li pêşberî muxatabê xwe ne ku divê li ser koka xwe bi rengekî mayinde bêne qebûlkirin.

Xaka êzidiyan, Heqwar e. Ev ruh daxwaz û moralê tevahiya gelê kurd bilindtir dike. Êzidî careke din hîn bi wate û bi kûrahî xwe digihîne nasnameya gel û baweriya xwe. Bi vê hest û baweriyê hîn bi xurtî xwe digihînin rabirdûya xwe. Bi vî rengî Çarşema Sor û meha nîsanê digihêje wateya xwe ya rasteqîn. Çarşema Sor a 2022’yan bi vê wate û hestan tê pîrozkirin. Weke tevger em jî bi van hestan cejna gelê me yê êzidî careke din pîroz dikin û şehîdên xwe yên leheng careke din bi bîr tînin ku kirin, gelê me cejna xwe karibe pîroz bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan heta serketinê bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar