Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Heta ku deriyên Îmraliyê bêne vekirin wê ev têkoşîn dewam bike’

Berdevka Partiya HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya asayî lidar xist.

Ebrû Gunay diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên civakî û krîza aboriyê giran dibe, desthilatdarî jî êrîşên li ser civakê zêde dike û wiha axivî: “Li ku derê pêşniyareke çareseriyê hebe, êrîşê wê derê dike, hewl dide bitepisîne û derfetên çareseriyê ji holê rake. Mînaka şênber a vê yekê polîtîkayên AKP’ê yên li ser Îmraliyê ne.”

Ebrû Gunay diyar kir ku dema Ocalan dikeve dewrê derfetên çareserî û aştiyê xurt dibin û got, “Her kes baş bi vê zane. Desthilatdariya AKP-MHP jî derfetên aştiyê û çareseriyê weke gefekê li dijî desthilatdariya xwe dibîne. Bi israra di polîtîkayên şer û tecrîdê de bersivê dide îradeya çareseriyê. Tenê derdekî wan heye, ew jî parastina desthilatdariya wan e. Naxwe têkçûna welat ne xema wan e. Bi kûrkirina polîtîkayên şer hewl didin ku neçareseriyê mayinde bikin.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay anî ziman ku gel li dijî polîtîkayên neçareseriyê yên desthilatdariyê li her derê di her firsendê de dengê xwe yê ji bo aştî û çareseriyê bilind dike û got: “Di Newrozê de piştgiriya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê nû kir. Xwest ku deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Bi milyonan kes li qadên Newrozê destnîşan kirin ku yekane navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Desthilatdariyê çi kir? Li şûna ku vê daxwaza bi milyonan kesî bibihîze û bersivê bide, di polîtîkaya şer û tecrîdê de israr kir.”

Ebrû Gunay bi bîr xist ku serlêdana herî dawî ya malbatê ya ji bo hevdîtinê, bi hinceta dîsîplînê hate redkirin û wiha dewam kir, “Her wiha 4’ê Nîsanê bi sedan kesî xwestin xwe bigihînin Amarayê, lê hatin astengkirin. Polîtîkayên tecrîdê yên giran tevî ku Tirkiyeyê ji çareseriyê dûr dixîne, her wiha krîzê girantir dike, xizanî û talankirina kedê zêde dike. Piştî ku Birêz Ocalan kete dewrê ne tenê derfetên çareseriya pirsgirêka kurd wê zêde bibin, di heman demê de derfetên demokratîkbûna Tirkiyeyê jî wê mezin bibin.”

Ebrû Gunay destnîşan kir ku ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye û got, “Gelê kurd di nava her şert û mercî de ji bo polîtîkayên aştiyê û çareseriyê têdikoşe. Heta aştî pêk were û deriyên Îmraliyê bêne vekirin ev têkoşîn wê dewam bike. Ev yek di heman demê de pêvajoyeke girîng e ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ji bo vê jî wê têkoşîn dewam bike. Em ê jî bi wan re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo aştî û çareseriyê têkoşînê dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar