Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lawyers For Lawyers: Divê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk were

Lawyers For Lawyers (Parêzerên ji bo parêzeran) nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got divê bi lezgînî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were.

Rêxistina hiqûqê ya navneteweyî Lawyers For Lawyers (Parêzerên ji bo parêzeran) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li CPT’ê da û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku parêzerên wî nikarin biçin hevdîtina wî daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt derketin pêş: “Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji salekê zêdetir e nikare ji muwekîlên xwe agahiyan bistîne, parêzer nikarin karên xwe bikin û tên astengkirin. Destûr nayê dayîn ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 25’ê adara 2021’an û vir ve biçe serdana muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş.

Di 25’ê adara 2021’an de bi rêzdar Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtinek hatibû kirin û vê axaftina bi telefonê ji aliyê rêveberiya girtîgehê hatibû qutkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê Ocalan du biryar dabû. Di biryaran de hatibû diyarkirin ku Ocalan bi adilane nehatiye darizandin û divê dîsa were darizandin. Biryara duyemîn jî ev bû ku derbarê cezayê girtîgehê ya muebet a li Tirkiyeyê bû. DMME biryar daye ku mafê darizandina adilane û şertên destgîrkirinê hatine binpêkirin.

Di 5’ê Nîsana 2022’yan de Lawyers For Lawyers (Parêzerên ji bo parêzeran) jî tê de gelek rêxistinê parêzeran serî li CPT’ê da û diyar kir ku vê nêzikatiya li hemberî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û muwekîlên wan li dijî Prensîbên Sereke yên Rola Parêzeran a Neteweyên Yekbûyî ye.

Divê firsend û dem were avakirin ku parêzer biçin serdana muwekîlên xwe yên li Îmraliyê, divê mudaxeleya li ser parêzeran were qedandin, divê parêzer xwe bigihînin dosye û belgeyan û alîkariya hiqûqî ya bi bandor were mîsogerkirin, divê Tirkiye berpirsyariya xwe ya peymanên navneteweyî bi cih bîne û li gorî biryarên DMME tevbigere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar