Rêveberê Polîsên navçeya Xurmato diyarkir çeteyên DAIŞ’ê li gundê Zerge yê girêdayî Xurmatoyê çar şivan revandine. Her wiha got ji bo dîtina wan, leşkerên Iraqê dest bi operasyona lêgerînê kirine.
Rêveberê Polîsên navçeya Xurmato Hisên Elî diyar kir ku di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’ê li gundê Zerge yê girêdayî Xurmatoyê çar şivanan li gel hinek pez revandine.
Hisên Elî got, piştî revandina her çar welatiyan, leşkerên Iraqê ji bo dîtina wan, li herêmê dest bi operasyonek lêgerînê kirine. Elî da zanîn heta niha tu agahî derbarê çarenûsa wan kesên revandî de bi dest wan negihaye.
Her wiha Elî Hisên destnîşan kir ku di demên dawî de tevgera DAIŞ’ê ya li deverê zêdebûye û gelek caran êdî bi aşkere hatû çûnê dikin û diçin nava gundan.