Li gorî nûçeya ANF’ê ku ji Rojnameya The Telegraph a li Îngilistanê tê weşandin girtiye, ragihand ku şîrketên petrolê yên li başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Kar Group a nêzî malbata Barzanî tê naskirin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamentereke Îngiliz Gary Kent.
Rojnameyê ragihand ku, Kar Group a bi serkêşiya Baz Kerîm, di sala 2015’an de 57 hezar sterlîn da Gary Kent ku şêwirmendê Parlamentera Partiya Karker Mary Glindon e. Rojnameyê diyar kir ku bi giştî 400 hezar sterlîn ji Gary Kent re hatiye dayîn.
Serokê berê yê Komîteya Pîvanên Jiyana Cemaweriyê Alistair Graham li ser mijarê ji Telegraphê re axivî û anî ziman ku dayina mûçeyan ji aliyê şîrketên biyanî ve ji bo kesên li parlamentê kar dikin, karekî veşartî yê lobiyê ye.