Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dîwarê li Şengalê û Çemê Azadiyê

Li ser Şengalê plan û hesabên qirkirinê kêm nabin, niha jî bi fermana hikumeta Kazimî artêşa Iraqê li ser xeta sînor a Şengal û rojavayê Kurdistanê dest bi çêkirina dîwarekî bi dirêjahiya 250 km kiriye. Beriya her tiştî lazim e em destnîşan bikin ku her çiqas ev dîwar bi destê artêşa Iraqê tê lêkirin jî xwediyê vê planê dewleta tirk a dagirker û hevkarê wê PDK ye,  hêzên navneteweyî jî palpişta wan in.

Artêşa Iraqê bi hinceta parastina sînor ji çeteyên DAÎŞ’ê vê dîwarê lê dike lê rastî ne wisa ye. Artêşa Iraqê li gelek herêmên cuda yên Iraqê rastî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê tê lê tu tedbîreke berbiçav û berfireh li hemberî van çeteyan nagire. Lê heman artêş bi hinceta parastina êzdiyan ji DAÎŞ’ê vê qefesa hesinî li derdora Şengalê bilind dike. Zarokek jî bi vê hincetê naxape lê wekî din tu hincet jî di destê wan de nîne.

Di rastiyê de Rojava û Şengal ji hev tê qutkirin. Ew Rojava ku di dema fermanê de şervanên xwe gihand hawara êzdiyan, ew Rojava ku hembêza xwe bi sedhezaran êzidî re vekir, ew Rojava ku herî dawî li Hesekê bi berdêla bi sedan şehîdan planên ji nû ve tevgerkirina DAÎŞ’ê têk bir.

Di 2014’an de ku çoka hemû dewletan û hêzên navneteweyî li ber DAÎŞ’ê dilerizî, berxwedana Şengalê û Kobanê derbên mirinê li DAÎŞ’ê dabûn. Şengal û Rojava li ber DAÎŞ’ê rûmeta hemû mirovahiyê parastin û rê li ber şoreşa gelan a Rojhilata Navîn vekirin. Dema em vê rastiyê bînin bîra xwe em ê armanca vê qefesa ku dixwazin Şengalê di nav de bifetisînin baştir fêm bikin.

Rastî çi ye, dewleta tirk a dagirker di navbera sînorên Bakur-Rojava û başûrê Kurdistanê de bi dîwaran bendan bilind kir, Îran û dewleta tirk bi hev re li ser sînorê bakur û rojhilatê Kurdistanê heman dîwaran bilind kirin. Niha jî dixwazin Şengal û Rojava ji hev qut bikin. Dixwazin bi vi awayî di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê de Kurdistanê car din parçe bikin.

Piştî serhildana Agiriyê, dewleta dagirker xwest hebûna kurd û Kurdistanê di nav betonê de  bicemidîne û tune bike. Berxwedana 100 saliya li hemberî dagirkeriyê û meşa 50’yemîn ya sala azadiyê ya di pêşengiya tevgera azadiyê de hemû beton û dîwaran parçe kir, hemû sînoran ji dil û mêjiyê kurdan derxist.

Ji ber vê jî kes êdî nikare bi dîwar, sînor an jî sîman rihê azadiyê, rihê şoreşê dorpêç bike. Ji xwe gelê Şengalê jî li hemberî van polîtîkayan seknekî zelal nîşan da û dest bi çalakiyan kir. Ne tenê civaka êzidî gelê ereb jî li hemberî lêkirina dîwaran helwesta xwe nîşan da. Di demên dawî de li ser gelê ereb ê Şengalê jî gef û zextên artêşa Iraqê zêde bûye. Dewleta tirk, PDK û hikumeta Kazimî ji têkiliya gelê ereb û êzidiyan gelek aciz in. Ji ber ku ev her du civak niha bi hev re pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê ava dikin û diparêzin.

Di dîrokê de cara yekem e ku êzidî û ereb bi hev re pergaleke siyasî û civakî ava dikin û qada jiyana azad û hevpar mezin dikin. Ev pêşketinekê di asta şoreşê de ye û niha dixwazin vê têkiliyê parçe bikin. Ji ber vê jî li ji milekî ve li ser sînor dîwaran bilind dikin ji milekî ve jî dixwazin di navbera gundên ereb û êzdiyan sîman bikşînin.

Pir xuya ye ku dixwazin car din zemîna fermaneke nû li Şengalê amade bikin. Ji xwe civaka êzidî jî van êrîşan wekî berdewama Peymana 9’ê Cotmehê binav kir. Ev peyman jî di rastiya xwe de ji bo êzdiyan Fermana Spî ye. Ev hemû gef, zext û planên nû yên fermanê bi pêşengiya dewleta tirk û PDK’ê lê di bin çavdêrî û piştgiriya hêzên navneteweyî de pêş dikevin.

Lê divê baş were zanîn ku fikrê netewa demokratîk û felsefeya azadiyê hemû dîwaran, sînoran rakirine hemû sîmên riziyayî qetandine. Newroza 2022’yan careke din nîşanî dost û dijmin da ku çemê azadiyê çawa diherike. Ma kîjan bend dikare xwe li ber vî çemî bigire?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar