Çapemeniya ku alîgiriya AKP’ê dike, di mijara Pirsgirêka Kurd de weke yekeya Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk dixebite. Hevkarên xwecihî yên rantxur û xwenenas jî alîkarî û piştgiriyê didin wan û bi wan re di nava piştevaniyê de ne.
Behuquqi, înkar û tune hesibandinên ku tên kirin, heke desthilata AKP-MHP’ê, wezir û kizîrên wan destûr nedin, nayên nivîsandin û ji aliyê medyaya “Hewiz” ve tên nixumandin. Nûçeyên rast nayên weşandin. Di vê mijarê de tu wateya mirov vê çapemeniya ku yekalî weşanê dike, weke çapemenî bibîne û bi nav bike jî tuneye û nemaye.
Tenê mirov dikare bêje çapemeniya hevkar a ku şaşî û çewtiyên AKP’ê bi manipûlasyonê sererast dike û bi westayiya sihêrbazî rastiyan ji gel û civakê vedişêre. Jixwe gava ku mijar dibe kurd û kurdîtî, hemû bi hev re reş girêdidin, reşnivîsan dinivîsin, heqaretan dibarînin, derewên bi dûv rêz dikin, tometên bêbingeh dikin. Hemû di nava helwest û hewldana reşkirin, biçûkxistin û bêrûmetkirina gelê kurd de ne. Bi vê helwesta xwe, tovên cudakarî û nîjadperestiyê di nava gel û civakê de direşînin.
Bi vê helwesta xwe, çapemeniya “Hewiz” ne wekî ku li welatên demokratîk tê zanîn hêza çaremîn a demokrasiyê, wekî alîkariya rûreşiyê û çeka bêîtîbar a hêza destê dewletê kar dike û bi awayekî rûreşî û xapînok ruyê xwe yê rastin vedişêre û weke çapemeniya bêalî û objektîf xwe nîşan dide.
Gel zane çi çiye, ew kîne û çine, lê belê li hemberî van lîstok û fêlbaziyên wan bêdeng û bêçare, mecbûr û mehkûmê nemerdiyê tên hîştin.
Çawa ku polîs û leşkerên li ser navê dewletê bi jop û çekên xwe li ser civakê zextan pek tînin û dixwazin civakê biçewisînin, çapemeniya ku alîgiriya dewlet û desthilatdariyê dike jî, tu cudahiya wê ji jop û çeka destê polîs û leşkerên dewletê tune ye.
Ji ber ku bi qasî çeka destê hêzên dewletê, dewletê diparêze, gel jî vê çapemeniyê, ji rasteqînî û objektîfiyê dûr, ku tenê berdevkiya desthilatiyê dike û radestî AKP-MHP’ê bûye dibîne.
Çapemeniya derewkar, bi weşandina nûçeyên xwe yên şaş û derew, tim û tim di nava hewldana qanihkirin û xapandina gel û tevahiya raya giştî de ye.
Ev çapemeniya ku em qala wê dikin, di warê sorkirina hestên nîjadperest de tu sînoran nas nake û her cure rûreşiyê dike û bi rêya weşana xwe ya durû rantê bi dest dixe û bi vê bêsinciyê xwe zêdetir bi hêz dike. Bi vî awayî di nava gelan de bingeha şer û lêkdanên navxweyî amade dike û tovê neyartiyê di nava gelan de diçîne.
Em bêjin Xwedê aqil û fikrê bide vê medyaya ku ji “Hewiz” ê xwedî dibe, ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tê xelatkirin, pênûsê wekî çek bikar tîne û yên ku qaşo xwe wekî rewşenbîr dihesibînin, dibînin û didin nasîn.
Ey Medya”Hewiz”, alîgir û pêgirtiyên AKP-MHP’ê! Gelo hûn nabînin ku bi derew û senaryoyên bêbext û tometên we her roj wijdanê mirovên bi wijdan birîndar dikin û baweriya civakê ya bi rasteqînî û bêalîbûna çapemeniyê dişikînin.
Beguman hûn ê rojeke hesabê vê bêrûmetî, rûreşî û bêbextiya xwe bidin. Divê hûn vê yekê baş zanibin!
Temenê AKP-MHP’ê herî zêde heta hilbijartinê ye.Temenê berdevkên wan jî, ji wan ne zêdetir e. Roja hilbijartinê, di heman demê de dê bibe roja hesabdayîna desthilatdariya heyî û alîgirên wan ên ku berdevkiya wan dikin û peywira veşartina eybên wan wergirtine ser milên xwe.
Ew roj jî ne dûr e…