Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ambargoya li ser Koçberên Efrînê

Berpirsê depoya gazê ya kantona Şehbayê got ku Furqeya 4`an a hikumeta Şamê nahêle kamyonanên bi tûpên gazê barkirî derbasî Şehbayê bibe. Şêniyan jî destnîşan kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi rêya ferzkirina ambargoyê berxwedana wan têk bibe.

Hikumeta Şamê bi hemû cûreyan ambargoyê li ser koçberên li kantona Şehbayê didomîne û nahêle ku sotemenî û pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê derbasî kantonên bibe. Koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê ji ber tunebûna gazê di malan de gazincan dikin. Ji ber ku bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê yên li ketina katonê rê nadin ku tûpên gazê derbasî kantonê bibin. Li gorî rêveberiya depoyên tûpên gazê ya kantona Şehbayê, Furqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê nahêle erebeyên bi tûpên gazê barkirî ji bajarê Minbicê re derbasî Şehbayê bibin. Têkildarî mijarê koçberên Efrînê ku li kantona Şehbayê ne ji ANHA’yê re axivîn û destnîşan kirin ku hikumeta Şamê hewl dide berxwedana koçberên Efrînê têk bibe û gel li dijî rêveberiyê sor bike.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî îşaret bi siyasetên hevbeş ku hikumeta Şamê û dewleta tirk ji beriya 4 salan ve li dijî şêniyên Şehbayê pêk tîne, kir û wiha axivî: “Ji zêdetirî 4 salan ve em berxwedana xwe li kantona Şehbayê di bin konan de didomînin.  Em dibînin ku dewletên desthilatdar destekê didin ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz dike, her wiha destekê dide topbarana li ser herêmê.”

‘Îradeya me ji dorpêçê xurtir e’

Mihemed Elî diyar kir ku ji beriya 25 rojan ve gaz, pêwîstiyên rojane ji kelûpelên xwarinê û sotemeniyê di kampa Serdem de tunene, ji ber vê yekê jî zehmetiyan dikşînin. Elî destnîşan kir ku hikumeta Şamê hewl dide şêniyên li kantona Şehbayê serî bitewînin, berxwedana wan bişkîne û armanca wê ji vê yekê ku şêniyan koçber bike û li dijî rêveberiyê derkevin. Her wiha Elî îşaret pê kir ku her çiqas hikumeta Şamê kirinan bike û bêyî xwarin û vexwarinê bimînin dê tu carê ji berxwedana xwe paşde nekevin.

‘Hewl didin me teslîm bigirin’

Welatiya bi navê Dilşan Hisên jî îşaret bi komploya navneteweyî ku ji aliyê dewletên desthilatdar ve li dijî kurdan tê kirin, nexasim li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: “Alav jî hikumeta Sûriyê û artêşa tirk in.” Dilşan Hisên diyar kir ku armanc ji ambargoya li ser Şehbayê, îradeya şêniyan têk bibe û bi rêya sorkirina şêniyan li hemberî Rêveberiya Xweser, tevliheviyê di navbera beşên civakê de derxîn. Dilşan Hisên da zanîn ku ew siyasetên ku li dijî wan têne meşandin, nas dikin û diyar kir ku ew ê berxwedana xwe li Şehbayê berdewam bikin, dê tu carî paşde venegerin û dê dev ji rêya şehîdan bernedin.

Nîşaneya hevkariya wan e

Welatiya bi navê Zeyneb Mihemed jî bal kişand ser bilindbûna buhayê kelûpelan bi awayekî rojane li Şehbayê û got ku hikumeta Şamê rê nade ku kelûpel derbasî herêmê bibin, caran derbaskirina sotemeniya qedexe dike, carnan kelûpelên xwarinê û carnan jî pêdiviyên tenduristî qedexe dike. Zeyneb Mihemed diyar kir ku ew di peydakirina kelûpelan de zehmetiyan dibînin nexasim di meha Remezana pîroz de û anî ziman ku ew nikarin pêwîstiyên cejnê ji xwe û zarokên xwe re peyda bike. Zeyneb Mihemed bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya derbarê kirinên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li dijî wan şermezar kir.

‘Weke ku em ne welatiyên sûrî ne’

Têkildarî mijarê de Hevserokê Meclisa Kampa Serdem Mihemed Osman got ku şêniyên kampa Serdem ji beriya mehekê ve ji ber rewşên jiyanî yên zehmet û ji ber tunebûna gaza malan zehmetiyan dikşînin. Osman diyar kir ku hikumeta Şamê cûdahiyê dixe navbera gelê Sûriyê weke ku koçberên Efrînê ne ji gelê Sûriyê ne û ev tişt got: “Şêniyên kampê ji beriya mehekê ve xwarina xwe di hundirê kampê de li ser agir çêdikin. Ev jî xeteriyeke mezin li ser koçberên di bin konan de çêdike.” Mihemed Osman di dawiyê de banga bidawîkirina ambargoyê kir.

Astengiyên Şamê

Berpirsê depoya tûpên gazê li Şehbayê Basil Şêx Mihemed destnîşan kir ku ji destpêka salê ve herêm ji ber tunebûna tûpên gaza malan zehmetiyan dibîne. Şêx Mihemed got ku pêwîstiya kantona Şehba ya mehaba bi gazê, dighêje zêdetirî 27 hezar tûpan lê hikumeta Şamê her zêdetirî 3 mehan derfetê nade ku zêdetirî 10 hezar tûpan derbasî herêmê bibe. Şêx Mihemed got ku hikumeta Şamê ji destpêka salê ve tenê carekê derfet daye ku gaz derbasî herêmê bibe û ji ber vê yekê jî aloziyeke rast di nava gel de çêbûye. Şêx Mihemed îşaret pê kir ku Furqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê nahêle ku gaz ji deriyê bajarê Minbicê derbasî kantona Şehbayê bibe. Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di demên berê de hewl didan ku bi rêya kirîna gaza malan ji bazirganan ambargoya li ser Şehbayê sivik bibin, ku her tûpek bi 55 hezar lîreyên sûrî dikirîn û bi 5 hezeran difrotin şêniyan û bê pere didan şêniyên di kampan de. Her wiha destnîşan kir ku nirxê tûpeke gaza malan di sûkan reş de dighêje 150 hezar lîreyên sûrî û ev jî heger were peydakirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar