Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi şev gundê El Mişîrfê yê li bakurê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.
Êriş di demeke wiha de hate kirin ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yê li ser Eyn Îsa û bejahiya Kantona Girê Spî giran kiriye. Dagirkeran li hemberî Hêzên Sûriyeya Demorkatîk çeper çêkirin û xendek kolan. Her wiha baregehên leşkerî yên li vê qadê xurt kirin û bi dehan çete û leşker bi cih kirin.