Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

“Em li dijî îxanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin”

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê bi xwepêşandanekê hevkariya PDK`ê bi dewleta tirk a dagirker re şermezar kir û li dijî siyasetên qirkirinê û xiyanetê banga bilindkirina têkoşînê kir

Li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê daketin qadan û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta tirk a dagirker re şermezar kir ku amadekariyên pêkanîna êrişeke berfireh li dijî başûrê Kurdistanê dike.

Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê. Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û oldar tev li bûn xwepêşandanê bûn.

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî û got ku ev xwepêşandan, berdewama meşa azadî û berxwedana li hember siyasetên qirkirin û xiyanetê û berdewama têkoşîna gelên herêmê ji bo azadî û demokrasiyê ye.

Yûnis di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker siyaseta qirkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne da ku destkeftiyên wan têk bibe û wiha domand: “Dewleta tirk hebûna kurdan li ser xwe xeter dibîne. Ji ber wê siyasetên qirkirinê bi awayekî domdar li dijî wan dimeşîne.”

Yûnis îşaret bi armancên dewleta tirk a dagirker ji êrişkirina herêmê kir û wiha got: “Ew armanc dike qada dagirkeriya xwe firehtir bike û vîna gelê me têk bibe. Ji ber wê bi hevkariya PDK`ê û hikumeta Iraqê planên xwe pêk tîne.”

Yûnis daxuyand ku têkilî di navbera êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, lêkirina dîwarê navbera Rojava û Şengalê û dorpêça ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd ferz kiriye de heye û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker ev êriş hemû plan kiriye.”

Telat Yûnis bang li gelên Kurdistanê kir ku li hember siyasetên qirkirinê û xiyanetê bisekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK ciwanên Rojava di nava refên çeteyên Roj de bi cih kirine û wan di êrişên li dijî birayên wan yên li dijî çiyayên Kurdistanê de bi kar tîne. Divê ew baldar bin û ji vê planê dûr kevin.”

Di dawiyê de Telat Yûnis bang li PDK`ê jî kir ku cenazeyên şehîdan kemîna Xelîfanê radestî malbatên wan bike û ev tişt got: “Em ê dev ji doza xwe bernadin. Dem dema yekitî û hevgirtinê ye da ku destkeftiyên Kurdistanê û gelê wê biparêzin. Em ji yekitiyê û hevgirtinê re vekirî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar