Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurdistan bi destê kurdan dîsa parçe dibe!

Rih bibe bost, dijmin nabe dost! Ev gotin pêşiyan ne ji xwe ve gotiye. Eger bi dehan sal di ser derbas dibin, îro careke din wateya wê xwe dide der. Bi taybet ku welatên Kurdistan dagir kiriye, dîsa komsîka xwe çê dikin û qîlên xwe tûj dikin. Îcar balkêş e ku ev welat dibêjin “Nankokî” di navbera wan de hene lê têgiha kurdan xeyida wan dide aliyekî û wan dîsa dike merivên hev.

Helbet weke her car lîdera vê plana îro, dîsa Hikumeta Erdogan e. Ew hem li Rojava û hem jî li başûrê Kurdistanê xwe amade dike da ku êrişeke nû pêk bîne û qada dagirkeriya xwe fireh bike. Nexwasim piştî dagirkirina Serê Kanî, Girê Spî û Efrîn çavê vê dewletê nema bar dibe û van rojan hêzên xwe li ser sînor zêde dike û çavê xwe bera bajarekî din daye. Li başûrê Kurdistanê jî ne texmîn e, lê belê ew li kêlak dewamkirina êrişên heyî, hewl dide deverên stratajîl ji destê gerîla derxîne û li wir jî bibe hegemon. Partî Demokratî Kurdistan PDK’ê jî hêza xwe kom dike, lê ne ku li dijî dewleta tirk, berovajî, wê desteka wê bike. Bi vî awayî dixwaze tenê kursiya desthilatê biparêze û rê nede tu aliyekî din rêveberiya başûrê Kurdistanê bike. Li hêleke din, dewleta tirk jî bi rêya PDK’ê dixwaz hêza Gerîla ku weke kelemê li pêşiya wê ye qels bike û destê xwe di nava Hikûmeta Iraqê de dirêj bike.

Di vê planê de ne tenê herdû alî hene. Hikûmeta Bexdayê jî hemfikir e û destekê dide tunekirina destkeftiyên kurdan. Ji bo pêkanîna Peymana 9 Cotmeha 2020’an (Navbera Bexda û Hewlêr) niha li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistan – Şengal dîwarê parçekirinê lê dike. Em her kes dizanin ê ku tim dîwaran lê dike, dewleta tirk e û îro jî Iraq daye ser şopa wê. Bi vî awayî derdikeve holê ku “Hewlêr, Bexda û Enqere” xwedî yek mebestê ne, ew jî dûrxistina Rojava ji Şengalê ye û parçekirina Kurdistanê ye.

Tam di demeke wiha de, hevkara wan, Rejîma Şamê jî serê xwe rakir. Ew jî derdê wê kurd û Rêveberiya Xweser in. Ji cerga şerê li Sûrî dest pê kiriye û rejîm hewl dide Rêvberiya Rojava bê hêz bike û şertên xwe li ser wê bisepîne. Niha Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe, dorpêç kirine û nahêle madeyên jiyanê derbasî wan deveran bibin. Ji vê jî plan dike destê Rêveberiya Xweser ba bide û şertên xwe pê bide qebûlkirin.

Niha em li Rojava dinêrin, ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Li hêlekê Rejîma Şamê ye, li aliyekî dewleta tirk û aliyê sêyem jî PDK’ê û Hikûmeta Iraqê ye. Hemwextiya van bûyeran ne ji xwe ve ye, bi hev ve girêdayî ne û armanc vê carê rasterast Kurd e. Nexasim bi nêzîkbûna sedsaliya Lozanê, ev dewleta li pey tunekirina Kurdan ketine, lê eger wê çaxê Kurd hatin xapandin, îro hinek Kurd, wan têlên parçekirina Kurdistanê bi destê xwe dirêsînin!..Mixabin!

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar