PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema qeyranê pirsgirêka kurd e

Gundiyên li navçeya Bismilê, derbarê bandora qeyrana aborî ya li ser xwe de axivin û destnîşan kirin ku qeyraneke kûr aborî li welat heye û weke sedem jî pirsgirêk kurd nîşan dan

Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê roj bi roj kûrtir dibe. Her ku diçe zêdetir bandorê li civakê dike. Qeyran bandorê tenê li mirovên li bajaran nake, di heman demê de li gundiyên ku hilberînê dikin jî dike. Ji ber bandora li ser wan gundî di hilberînê de zehmetî dikişînin û ji ber vê rewşê gelek jî bi gazînin. Gundiyên ku li gundê Koselî yê navçeya Bismilê ya Amedê dijîn û cotkarî û sewalkariyê dikin, zemên ku li gorî sala borî hatine ser tiştên ku di cotkarî û sewalkariyê de bi kar tînin didine berhev û rewşa qeyranê ya li welat radixin ber çavan. Ji ber bihabûna mazot, gubre û êm sewalan debara gundiyan gelek zehmet bûye.

Gundiyên ku derbarê qeyrana aboriyê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn, gilî û gazinên xwe yên ji ber bihabûnê anîn ziman û destnîşan kirin ku ji ber polîtîkayên şer ku li Kurdistanê tên meşandin qeyran aboriyê li welat peyda bûye.

 Gundî perîşan in

Welatî Newzat Karakoç ku 20 sal in cotkariyê dike û bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibe, diyar kir ku bi hatina mehên biharê re dest bi çandiniya pembû û garis kirine û wiha qala rewşa ku têde ne kir: “Aborî qet ne baş e, em nikarinê torbekî arvan bikirin. Torbekî arvan bûye 300 lîre dîsa torbê êm sewalan jî wisa ye. Kesên ku sewalan xwedî dikin edî nikarin tiştekî bikirin. Xelk perişan bûye. Cotkarên me nikarin garis û pembû deynin. Lîtreyek mazot bûye 25 lire. Ji ber vê jî êdî kes nilkare êrde xwe jî bajo. Em garis û pembû diçînim û bi sondajê av didin. Ew jî ji ber ku ceyran 2-3 qat zêde bûye lêçûneke zede lê diçe. Ji ber bihabûne cotkar perişan bûne.”

 Sedem polîtîkayên şaş ên desthilatê ne

Karakoç, bihayên tiştan ên sala borî û îsal jî da berhev û bi lev kir ku li gorî sala borî her tişt 2-3 qat biha bûye û bi van gotinan polîtikayên desthilatê rexne kir: “Berê me dikaribû debara xwe bikira. Aborî ewqas xirab nebû. Berê êm sewalan 80 lire bû lê niha bûye 300 lîre. Ji ber ku zêde bûye em êdî nikarinê sewalan jî xwedî bikin. Berê min 25 pez xwedî dikir lê ji ber ku zêde biha bûye ez êdî nikarim xwedî bikim. Kesên ku xwedî dikin jî tenê 2-3 heb hiştine.  Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatê aborî xirab bûye. Haya wan ji gel tûneye. Bi rêye gel tên desthilatê lê haya wan ji gel namîne û ji ber vê jî rewşa gel nizanin.”

 Çare guhertina desthilatê ye

Di berdewamê de Karakoç, bal kişand ser polîtikayên AKP’ê ku ji bo butçeya şer pareke zêde vediqetine û ev tişt got: “Ji bo ku krîz çareser bibê divê desthilat bê guhertin. Heke neguhere wê ev rewş bi vî avayî berdewam bike. Ji bo vê jî divê herkes destê xwe bike bin kevir û hewl bide vê rewşê biguherîne. Em wisa nekin wê hale me perîşan bibe. Çek û balafiran dkirin. Li şûna wan heke alikariya gel bikin wê gel ewqas nekeve tengasiyê. Di vê sîstemê de dewlemend dîsa dewlemend dibe û xizan jî xizan dibe. Gere aşitî pêk were û kurd azad bibin da ku qeyran jî çareser bibe.”

 ‘DEDAŞ bûye hevparê me’

Welatî Wahdet Altûndere jî ku bi cotkariyê debara xwe dike jî da zanîn ku ew jî êrde xwe bi sondajê av dide û ji ber bihayê ceyranê mesrefên wan zêde dibin û wiha got: “DEDAŞ bûye hevparê cotkaran, berhemên ku em derdixin ji sedî 30yî diçe mesrefa ceyranê ya DEDAŞ’ê. Tiştê ma jî diçe heqê gubrê û xebatkaran. Ji ber vê em cotkar jî dikevin tengasiyê. Min li Stenbole 5 daîreyên xwe firot û ji bop çandiniyê hatim gund lê niha tû tiştek di destê min de nemaye. DEDAŞ’ê 300 hezar lîre pere ji  min stand. Min tenê 300 hezar lîre daye heqê ceyranê. Wekî din mesref li gubre û mazotê jî kiriye. Sala borî 300 milyar ketim hundir. Dewlet tûcarî bi cotkaran re eleqedar nebûye. Tûcarî endezyarek neşandine gundan û rewşa gundan pirs nekiriye. Dema em perê DEDAŞ’ê nedin wê dest deynin ser berhemên me.”

 ‘Çima ev dibin wezîr?’

Altûndere, bertek nîşanî gotinên ku dewlet alîkarî dide gundiyan da û wiha pêde çû: “Dewlet dibêje ku ji bo piştgiriyê qredî dide gundiyan lê ev derew e. Ka krediya ji bo cotkaran li ku ye? Tirkiyê têk çûye. Wê gundî çawa 5 kîlo firîngî bikire. Mirîşk bûye 60 lire. Dewlet çima alikariya gel nake. Ketine xema berjewendiya xwe. Pergala yekkesî nabe. Edî bila biçin. Alîgirên xwe dora xwe kom kiriye. Kesên ku ji tiştekî fêhm nakin ew anîne ser Wezareta Aboriyê. Wezirê çandiniyê jî wiha ye. Çima ev dibin wezîr? Berê em biçûk bûn her malê 100 sewalên hebûn lê niha tu li nav gund bigerî dê tu nikaribî 10 sewal jî peyda bikî.”

 ‘Tirs û ferzkirin ne çare ye’

Di dawiya axaftina xwe de Altûndere jî destnîşan kir ku sedema krîzê polîtikayên şer e û ev tişt gotin: “Edî tirk û kurd mecbûr in ku li hev werin. 20 sal in dewlet ji şer re butçe vediqetîne. Pere dikin şer û tiştek ji gundî, cotkar û esnefan re namîne. Pirsgireka dewletê bi gel re heye, bila edî fêhm bikin bi tirs û ferzkirine tû tişt çareser nabe. Gundî ji ber tirsa polis û leşkeran nikarin biçin ser zevîyên xwe. Krîza aboriye giredayî pirsgireka kurd e.”

 ‘Tişt gelek biha bûne’

Welatî Bûrhan Gunes jî destnîşan kir ku li gorî sala borî tişt gelek biha bûne û wiha axivî: “Me berê dikaribû 300 donim erd bajon. Li niha pere ku me berê 200 donim pê diajot nikarin 10 doniman jî bajon. Perê ku berê me pê 4 teneke rûn dikirî niha em nikarin tenekekî rûn jî bikirin. Teneke rûn bûye 700 lîre. Em sewalan xwedî dikin berê me dikaribû bi hezarek lîre 10 torbe êm bikirin lê niha em nikarin 3 torbe jî êm bikirin. Torbe genim bûye 400 lire. Kesên ku genimê wan tune wê çawa bikaribe genim bikire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar