Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kocsondî: PDK raporên tibbî guherandine

Andî Kocsondî ku derbarê bi kar anîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve di operasyona derveyî sînor de hatine bikaranîn lêkolîn kirine diyar kir ku PDK nahêle rastî derkevin holê û wiha got: "Em pê hesiyan ku PDK'ê raporên tibbî guherandine."

Tirkiye piştî ku di operasyona li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê bi ser neketibû, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiribû. Ji ber van çekan 33 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê KCK, gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermend jî di nav de gelek derdoran bertek nîşan dabûn û bang kiribûn. Piştî van bangawaziyan ji sendîkavan, rojnamevan û nivîskaran şandeyeke ingilîz hatibû avakirin û şande di navbera 28’ê sibatê û 8’ê adarê de li Herêma Federal a Kurdistanê lêkolîn kiribûn.

Şandeyê ku piştî lêkolînan vegeriya Ingilistanê, dest bi amadekarina raporê kir. Şandeyê niha pêşraporek amade kiriye û di rojên pêş de dê rapora hîn berfirehtir bi raya giştî re parve bike. Ji endamên heyetê Endamê Yekîtiya Karmendên Venêrîna Serbest a Neteweyî û Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Giştî ya Sendîkayan Andî Kocsondî, têkildarî serdana kirine û lêkolînên kirine ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

‘Hikûmeta herêmê nehişt em biçin wir’

Kocsondî, anî ziman ku ji bo derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn de hîn bêtir agahiyan wergirtin çûne Herêma Kurdistana Federe û wiha got: “Armanca me ya ewil ev bû. Ji xeynî vê me xwest em bi siyasetmedarên li wir, bi rêxistinên civaka sivîl ên li wir û şêniyên herêmê re biaxivin û bêtir serwext bibin di vî warî de. Wisa jî çêbû. Rêwîtiyeke pirrengîn bû û me gelek kes nas kirin û agahî wergirtin.”

Kocsondî destnîşan kir ku wan xwestiye qadên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn vekolin lê belê nekarîn biçin wê derê û wiha domand: “Hûn jî dizanin ji bo mirov biçe wir, destûrwergirtin ne hêsan e. Hê jî bombeberana Tirkiyeyê didome, lê ji xeynî vê hikûmeta herêmê jî ji ber ku naxwaze ev rastî aşkere bibin nahêle biyanî biçin wir. Ji bo kes neçe herêmên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn çi ji destê wan hat kirin. Lewma wekî ku me plan kiribû çênebû û me delîl berhev nekirin.”

 Astengıyên ku pê re rû bi rû mane

Kocsondî, bilêv kir ku rayedarên hikûmetê ji wan re gotine hê jî li wir şer heye û bombe tên teqandin û ji ber vê nehiştine heyet biçe li cih cihê lêkolînê bike. Kocsondî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê tişta çûna me pir asteng kir noqteyên kontrolê yên li ser rê bûn. Ev noqte ji aliyê leşker  û polîsên PDK’ê ve dihatin kontrolkirin. Ango em li wesayîtekê siwar bûbûna û me bixwesta em biçûna jî nedihiştin. Ji bo destûrê gelek serlêdan hewce bûn û me serlêdan bikirana jî dê destûr nedana. Ango mirov dikare bibêje ku hikûmeta herêmî naxwaze agahiyên li wir bi derve re bên parvekirin. Naxwaze li wir delîl bên berhevkirin û rapora çavdêriyê bê parvekirin. Jixwe me ev yek di hevdîtina xwe ya bi rayedarên PDK’ê de jî dît. Rayedarê ku em pêre axivîn, dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nekir. Gava me têkildarî mijarê pirs dipirsîn, li cem me rojnamevanekî ji roja roj de şer dişopîne û mirovên ji şandeya ewil jî hebûn. Van kesan ji rayedarên PDK’ê fuzeyên ku li gundan ketin pirsîn. Rayedarên PDK’ê, ev yek red kirin. Ango naxwazin agahiyên derbarê çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn de ji herêmê derkevin. Dixwazin wekî tiştek nebûbe tevbigerin.”

‘Bi raporan hatiye lîstin!’

Kocsondî da zanîn ku têkildarî mijarê bi şêniyên herêmê re jî axivîne û wiha pê de çû: “Keys çêbû ku em bi gelek kesan re biaxivin. Hemûyan jî bilêv kir ku bê ka çawa bandor ji çekên kîmyewî girtine. Behsa hemû semptomên ji ber çekên kîmyewî rû didin kirin. Her wiha raporên bijîşkên pispor hene ku ev kes bi mexdûrên li herêmê re xebitîne. Em di hevdîtina pisporên tibbê de pê hesiyan ku hikûmetê nehiştiye van raporan bi raya giştî re parve bikin. Ser raporê hatiye girtin û ji xeynî vê ji bo bi raya giştî re parve bikin raporeke pê hatiye lîstin dan wan û di vê raporê de delîlên ku wan nivîsandibûne yek jê jî tune bûye. Ango wekî min berê jî got, ev hewldan delîl in ji bo agahiyên rast ên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de eşkere nebin.”

Kocsondî da zanîn ku nehatiye diyarkirin ku bê ka kê ev belge dane pisporan û ev agahî dan: “Nav negotin. Lê ez dikarim piştrast bikim ku hin rayedarên hikûmeta herêmê ev belgeyên bi wan hatine lîstin dane.”

Kocsondî destnîşan kir ku hewl didin piştî çûna wan a herêmê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) têkeve nava hin liv û tevgeran û ev tişt anî ziman: “A rast divê OPCW biçe wir lêkolînan bike û nimûneyan berhev bike. Ji lew re mînakên wan û analîzên wan derbasdar in. Encamên wan mînakan dê wekî delîla êrişên kîmyewî bên qebûlkirin. Heya niha me gelek caran pêwendî pê re danîn lê hê jî OPCW’ê bersiv nedaye me. Wer xuya ye dilê wan û bersivdayînê jî tune ye.”

Kocsondî da zanîn ku piştî ji herêmê vegeriyayîn, bi çend rojan bi awayekî nivîskî daxuyaniyek dane û ev yek ji gelek saziyan re şandine û têkildarî vê gelek ajans û rojnameyan hevpeyvîn bi wan re kirine. Kocsondî herî dawî jî got ku dê di demeke nêz de raporeke berfireh amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar