Di 16’ê nîsanê de li sînorê navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê, Tahsîn Yalçin ê 21 salî ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve hat qetilkirin. Di êrişa dewleta tirk de du kes jî rizgar bûbûn. Cenazeyê Yalçin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate wergirtin û li goristana Gundikê Hacibey ê gundê Samanli yê navçeya Rûbarokê hat veşartin.
Dewleta tirk her sal li ser sînor mirovan qetil dike, yan jî birîndar dike. Di 2’yê gulana 2019’an de jî li herêma sînor a li navçeya Geverê Sertîp Şen ê 46 salî hatibû qetilkirin. Di 1’ê tebaxa 2019’an de jî li ser sînor ê navçeya Rûbarokê Vedat Ekîncî yê 14 salî hatibû qetilkirin. Komkujiya herî mezin a li ser sînor di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê hatibû kirin. Piraniya wan zarok 34 sivîl hatibûn qetilkirin.