Dewleta tirk ji damezrandina xwe û heta niha bi destên dîktatoran ve hatiye birêvebirin. Ji ber vê yekê her tiştê wê li gorî dîktatoran teşe girtiye. Bi gotineke din dîroka vê dewletê li ser komkujî û qirkirinan hatiye avakirin û ev jî tê wateya ku bûye dewleteke dîktatoryal. Ev bi tena serê xwe rastiya wê radixe ber çavan. Heke mirov bibêje ev dewlet ji bo dîktatoran hatiye avakirin gotineke di cih de ye. Ji bo vê kî/ê desthilatdariya wê dixe destên xwe dibin dîktatorên herî hovane. Ji ber vê yekê yên ku tên ji yên çûne hovtir in. Ger ku rastiya vê dewletê ev be wê demê divê mirov li gorî rastiya wê tev bigere. Heta ne tenê tev bigere divê li gorî wê li ber xwe bide û derba herî giran lê bide. Ji bo mirov derba giran lê bide jî hewceye wê baş nas bike.
Dîktatorê herî dawî jî Erdogan bi xwe ye. Niha her kes dibêje ‘Erdogan demên xwe yên herî dawî dijî. Jixwe wê di hilbijartina ewilî de têk biçe. Ji bo wê jî li benda hilbijartinê bin.’ Li gorî min ev nêrîneke xetereye. Ji bo çi xetere ye? Ji ber ku Erdogan biçe wê dîktatorek din bê. Ya herî girîng jî tu caran dîktator bi hilbijartinê neçûne. Ev jî ji bo hemû gelên li ber xwe didin xetereyeke mezin e.
Îro li ser vê hişmendiyê bendewariyek çêbûye. Ev bendewarî jî bi tu awayî bi qasî serê derziyê fêdeyê nade berxwedanê, berovajî vê yekê azadiya gelan taloq dike. Yanê bi vê hişmendiye em serkeftin û azadiya ku hatiye ber destên me em taloq dikin. Divê em di vê baweriyê de bin ku ev azadiya ku em em qala wê dikin a ku di encama berxwedana Rêberên Gelan Abdullah Ocalan a ku ev 50 sal in bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin e. Bi saya vê berxwedana bêhempa em îro dijîn. Ji vê jî girîngtir civak êdî li berbanga azadiyê ye. Azadî ewqasî êz bûye. Wer nêzbûye ku ger em destên xwe tirêj bikin wê têkeve nav kefa destên me. Em bi saya vê berxwedana bêhempa ewqsî nêzîk bûn lê mixabin bi vê bendawariyê jî em ewqasî jê dûr dikevin. Êdî divê ev yek baş were fêmkirin ku ne ku ew xurt in heta niha mane, ji ber qelsiya me û bendewariya me ew heta niha mane.
Wexta ku em li encamên vê berxwedanê dinêrin dibînin ku divê çend sal berê me ev pergala rizyayî têk biriba. Lê mixabin ji ber ev bendewariyên ku li jor min hinek ji wan anî ziman Edogan û ev pergala dîktatoryal heta niha hebûna xwe domandine. Belê her roj ew têk diçin û êdî ne li serê zinarê ne. Ew êdî ji zinarê têwerbûne. Têwerbêna wan aşkera bûye, tenê tiştek ma ye. Ew jî em bihêlin ku ew ser serkî têkevin xwarê. Wexta mejî belav bibe wê demê ew bi tu awayî nikare careke din rabe ser xwe. Wê demê gotin û biryar wê bibe ya civakê. Ev jî dê bi pêşengiya jinan watedar û domdarî bibe.
Wexta mere van tiştan tevan tîne ber hevdu dibîne ku emrê dîktator Erdogan û vê pergalê li ser pifekê maye. Ev ji divê ji zû de pêk bihata lê mixabin heta niha pêk nehat. Em dîsa jî dereng nema ne. Em hema vê kêliyê jî dikarin vê yekê pêk bînin. Ji bo wê jî beriya her tiştî em Rêberê Gelan Ocalan di aliyê fizîkî de ji nav lepên an dîktatoran derxînin. Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Ocalan azadiya me ye û ya herî girîng jî azadiya mirovahiyê ye. Ger ku em bi vê hişmendiyê tev bigerin wê demê em ê bibînin ku têk birina pergala dîktatoryal gelekî hêsan e. Tiştên herî dijwar û zehmet hatine derbaskirin. Jixwe aliyê wê yê herî hovane têk çûye, tenê aliyê wê ya ku li ber sekratê ye maye. Ev jî li ser pifekê ye. Biqasî ku em pif findê dikin û bi carekê wê tarî dikin, dikarin vê pergalê jî bi carekê tarî bikin.
Emrê wê û hebûna wê êdî katiye destên gelan. Tişta ku maye wê ev yek zû bibe yan jî dereng bibe. Derengbûna wê zirar e. Çiqasî zû biçe ewqasî baş e. Ev jî biqasî ronahiyê li holê ye.